Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Nîgara þevê

 


 

PÎROZ

Zarokan xwe bi giryê xwe þadikirin
Di wê þeva zivsitanîde
Kadizan tola salên kor ji hev hiltanîn
Sitêrkên ko bi lewendî
Asîman di xemilandin
Ketin lîska keys anînê


Li bende rijandina hev diman
Heyva bedew
Roniyaxwe daqurtand
Û xêzkên nîgara þevê
Di bejnaxwede -bi zirzî  -
Vemirandin
---------------------------------                                                                     
Di wê þeva zivistanîde
Karwanên tirsê êrîþî kêlîkên bêdeng dikin
Sawêr pêlewanin
Bi dîwaranve radpelikin
Bê hûdetî jî xwe di bin sifrnade vedþêre
Ta xwe li jiyana belengazan rakiþîne
-----------------------------------
Çavêmin xewê ji qiraxên þevê berhevidikin
Û zîqzîqa feleqîniyên dergehê odekamin
Di mastêrka gumananre
Digindire guhêmin
Xwestekên min
Li ber bayê kur
Têne dêran
--------------------------------------
Þev siwareke hingaftiye
Birînaxwe vedþêre
Hêdî hêdî ber bi qada
Rimbazanve diçe
Ronyeke fedyok ji bin ewran dertê
Dinav zingara moxila pencerêre
Mizgîniya sipîdeyeke nû dide
-------------------------------------

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark