Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurte gotinek derbarê nivîsên Dildar Îsamîl

 


  Mesûd Xelef

Di serî de û her çende ku min ne dixwest vê kurtenivîsê pêþkêþî xwendevanan bikim, lê, ez bawerim ku erkê her yekî ji me ye dema kêmasî û þaþiya bibîne, hinekî ji kesê beramber e bide nîþandan.
Ji aliyekî dî ve, ez weku kes kekê Dildar nas nakim lê hinek nivîsên wî li vir û dera han min xwendin, bi rastî tê nagihim keko ji van nivîsên te, wate, em hinekî li xwe vegerin û em bizanin ka em çi dinvîsin, carê, em nas bikin ka nivîs çiye û çawa dihê nivîsandin


dîsan em hinek pirsan ji xwe bikin, ka em ji bo çi dinvîsin, di hemû nivîsên keke Dildar de, tevlîheviyeke mezin heye, ji dariþtina hevokan bigire û hetanî bi ristina gotinan û hilbijartina mijaran, li vêderê tiþtek heye, ew jî ewe ku êdî dem, ne ew dema berê ye ku heme çi bihê ber devê em binvîsin, divê hinekî kûrbûn û têgihþtin hebe, ji ber ku ji aliyekî ve em helbestê dinvîsin û ji aliyekî dî ve em dibine siyasetmedar û ji aliyekî dî ve em dibine rojnamevan, divê em weku milletê kurd xwe ji vê tevlîheviyê rizgar bikin. Heman tiþt ji bo kekê Dildar, ye ku êdî di nava gotinên xwe de, ew bi xwe jî nema zane ku çi dibêje, çi di gotarên wî yên kurt de yên ku min xwendin û çi di helbestên wî de ku ew bi xwe navê helbestê ji bo wan girane, anku mirov navekî dî li wan bike.
Naxwazim di vê kurtenivsê de þîroveyan an ku nirxadinên rexineyî di derbarê hinek nivîsên wî de darêjim û berbiçav bikim, lê her xwendevanek dikare li nivîsên wî temaþe bike û bixwîne di malerên me yên kurdî.
Heger hat û keke Dildar bersiva vê kurte nivîsê jî da, ez weku kes çi bersivan nadim ji bo wî, lê tenê di vê kurte nivîsa xwe de jêre dibêjim ku hinekî li nivîs û helbestên xwe vegerê daku bizane kêmasî û þaþî û tevlîhevî di kû de ne.
Raste îro roj em weku kurd ji aliyê rojnamevaniya elektironî de azadin û bi hezaran malper me hene û her yek ji me dikare malperekî xwe ya taybet veke û çi hez bike têde binvîse, lê aya ev dibe çare ku em di astê rojnemavanî û wêjeyî û hemû qadên rewþenbîriyê de berûpêþ ve biçin. Ne her kesê du gotin nivîsîn û belav kirin nivîskare û her nivîskarê du gotin nivîsîn û belav kirin rewþenbîre. Li xwe vegeriyan baþtirîn çareye ku em xwe nas bikin. Divê sîstemê hizirkirinê bihê avakirin berî ku em xwe bavêjine nava sîstemên nivîsandinê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark