Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bersiva Abas li ser şerê HACO di beyandûr de,ku leşkerên Faransa di wî şerî têkçûn,tevlî qaymeqamê Ereb yê xayîn

 


  Ezeddin Zaxuranî

Bersiva Ebas li ser şerê Haco di beyandûr de,ku leşkerên ferensa di wî şerî de têkçûn,tevlî Qaymeqamê Ereb ku bi ereban re xayîn bû ewjî hate kuştin bi çend hecanê xwe ve.
Lê berî ku ez dest bi vê serpêhatiyê bikim, ez dixwazim rast û derewan ji hev bidme xuyakirin da Ebas Ebas zanibe ku ne rast vê serpêhatiyê eşkere dike, û êrîşên wî li ser Haco weke mirov êrîşê bibe ser dijminê bav û kalê xwe. Êrîşa Abas li ser Haco weke ku mirov kulmekê li çiyayê bagokê bixîne, ji ber ku Haco di nav kurd û Kurdistanê de bi welat parêziya xwe li herçar perçê Kurdistanê dengdaye. Herwiha piştî vê serpêhatiya Beyandûr wê welatpaêziya Haco di pirtûkan de bête xuyakirin.


Ez dixwazim çend gotinên Ebas, ku li dewsa hev nakevin,  di van xêzên jêrîn de ji xwendevanan û nivîskaran re eşkere bikim, û piştre ezê serpêhatiya ku komandarê Fransî nivîsî ye li ser Haco di şerê Beyandûr de ji xwendavanan re eşkere bikim.
1- Erê Ebas dibêje min soz bi Ferîdon re dabû ku ez bersivê nedim,qey Şahoz Haco tiştekî xirab li ser te gotiye ta ku tû sozê dide Ferîdon Haco,gelo Şhoz Haco diziya te kirî ye? ta ku tû ji ferîdon re soz bide tû li soza xwe bi xwedî dernekt. ji ber ku nêta dilê te ne paqije û ne zelale,

2- Tû dibêjî di wesîqan(dokumentan) de tê xuyakirin ku Haco zilamê tirkan bû, û paşê bûye zilamê Frensa,  eger Haco zilamê tirkan bû çima dewleta tirkan fermana haco rakirin? Gelo çima Haco bi dehan ji leşkerê tirkan kuştin û di wî şerê Taqan de bi serket ta ku fîşek bi wan re neman? Gelo çima Haco bi celadet beg mîrê botan re çû şerê tirakn û leşkerên ser tixûb hilanî ta ku bagok derbaskirin û gihan Hebabê? Herwiha gelek bûyerên dîtir jî hene,wê di pirtûkekê de bête xuyakirin .

3- Tû  dibêjî nizanim çima ev malbat li ser axatiyê xwe didin kuştin? Kurdên sûrî tevlî we eşîrtî çêkirin ji xeynî mala Haco. Ka tû dikarî diyanekî (şahidekî) bîne kû mala Haco dest bi eşîrtiyê kirine.Ebas çima te xwe xistiya vê tengasiyê ku tû nema karî jê derkevî ? Eger tiştin eşkere li rex te hene,tû dikarî bêje lê ku bêbextî têde tinebe.
4- Te gotiye axa kotî ne û kerdizin, û te dabaşa çend axa li dar xistî ye ev jî nerast e. Ji ber ku her welatparêz dizanin ku di serhildana Seyid Riza, Şêx Sid , Mele Mûstefa Barzanî, Qadî Mihemed, Biro Heskê,  Ihsan Nûrî paşa, Simko yê Şekakî û bi sedan axayên Kurdistan hatin kuştin, û serê xwe di vê riyê de dane. Û niha jî bi sedan axayên Kurdistanê tevlî serhildana Kurdistana bakur bûne bi serokatiya PKKe û birêz APO.  Lê belê kurdistan weke daristanekê ye ku rovî  jî tê de hene, û şêr jî tê de hene, axayên xayîn jî tê de hene û Şivan û Gevanê xayin jî tê de hene. Ebas şaş neçe!
5-Tû dibêje mala Heco ne serokê eşîra hevêrka ne. Gerek tû xweş zanibe  ku hê ji çaxa mala Elyê Remo de, mala Osmên ji malmezinên hevêrkan bû, û Haco jî ji mala Osmên e.cegerxwîn jî di pelê 42 a de dibêe ji axa mala Osmên kes diser xwe re nedîtin e, gelo çima Cegerxwîn dabaşa te li dar nexistiye,
6-Tû dibêjî yê ku kuştin neviyê wî niha serokê eşîrê ye. Di vir de hat xuyakirin ku hûn li eşîrtiyê digerin,ne mala Haco. Mala Haco haj ji eşîrtiyê tine ne. Wa Ebas te bi xwe  di vê nivîsa xwe de dabaşa mala Çelebî, mala Betê, mala Serhên kiriye. Ew tev ji mala Osmên in, çi daxwaza te ye ku te dabaşa van pismamên mala Haco kirî ye?gelo çima te di vî çaxî de ev gelacî li darxistî ye?qey tû nizane niha çaxa welat parêza ye,      
7- Tû dibêjî tiştê ez ji dîrokê dizanim, Haco tevlî Şerê Diyarê topê nebû ye. Ebas dîsa te xwe xiste wê çala han. Ezê niha gotinên generalê Ferensawî (fransî) ji ne rastya te re eşkere bikim, ku tû ne li ser hişê xwe yî. Ebas tû dibêjî 32 siwar bi Haco re bû , qey tû dinav şer de bû?, an tû ji generalê Ferenasa bêhtir vê serpêhatiyê dizanî.ka  pirûka Cegerxuîn pelê 98 a bixuîne ku generalê dibeje nêzîkî 3000 sê hezaran êrîşî leşkerê me kirin bi serokatiya Haco Axa yê hevêrka û eşrê cewala Ereb û eşîrê aşîta kurdî jî bi Haco Axa re bûn,ku em şîrove bikin weke tû bêje ev herdû eşîr jî peyayê Axê bûn,ji ber ku Haco Axa serokê wan bû hevalê ebas tû jî ji aşîta tê hesêb,  
8-Ebas te gotiye Haco zilamê tirkan e, ev gotin ji te re kêmaniyek gelek mezin e, ji ber ku tû nerast dibêjî .Eger Haco zilamê tirkan ba berî herkesî fermana wî ranedikirin, eger Haco zilamê tirkan ba 14 leşkerê tirkan di şerê Taqan de ne dikuştin,  eger Haco zilamê tirkan ba bi Celadet Beg Mîrê Botan re,tevlî çend axayên botan yên weke Resûl Axa, Egît Axa û çendekî dîtir bi wan re nediçûn serhildana Bagokê. Herwiha dû hezar mêrê Hevêrkan bi tivingên xwe bi wan re bûn , ew qereqolên ser tixûb tev hilanîn.
Ebas ka ji xwe re li vê raporta generalê Ferensa binere da ku tû ji xwe re zanibî komandarên Ferensa di nav şer de bûn , ne tû . Li gorî pirtûka Cegerxwîn , Serdarê leşkerê Rojhilat Hotzencer çikrî ye wî di sala 1938   a de çapkirî ye,  û dibêje di meha temûza sala  1921 û yekê di sala 1923 an de leşkerê me Cizîrê xiste bin destê xwe , û di meha gulana 1922-1923 de nuqta Hisiça kete destê me. Leşkerê kolonêl Bîgo li Cizîra jorîn belav kirin ,tenê di meha temûzê de dû mefreze leşkerê me bi serdariya Roberto karî di 26 vê hey-vê de, mefreza mûlazim Morêl giha Beyandûr, ku cihê mefreza karîl bistî ne lê Yotnan Roberto beyandûr hiştin û berê xwe dane Cizîra Botan, mefrza xwe û mefreza Yotnan karîr bixwe re birin,herwekî yotnan rêgar û hin leşkerên sercan gohon bi hûravêja xwe ve pêre bûn, herwekî bi tenê li Beyandûr mefreza yotnan morêl û hûravêja sercan Liyandirî û bîst leşkerê me man,yanî 80 ê mirov bûn ku li beyandûr mabûn û dû hûr avêj bi wan re bûn. Lê di roja 28 ê vê mehê de,nêzîkî 1000 mirovên di çekan de rapêçayî û nîşandar êrîşî leşkergeha beyandûr kirin,hawîr leşkerê me girtin û li ser hev heta roja dîtir29 ê mehê roj û şev êrîş dikirin,gulebaran li leşkergeha me dikirin,herwiha hûravêja Sercan Liyandir hate çirandin,û yek ji leşke-rê me hate kuştin û çar jî birîndarbûn,dijmin riya avê ji ber wan girtin,ji tîna çend caran bi serê singuwan êrîş kirin ser Avê û çend kun ji xwere dagirtin, çar ji wan hatin kuştin û mayina leşkerê me dibin pertava wê roja dijwar de gelek dijwar bû,herwkî hêviya wan di vegera Yotnan Roberto de nema bû,ji lewra Yotnan Morêl xwest ku bi pêşde birevî,û xwe bighî-ne Tilnasir ku 8 mîlan li jêr dikeve,da karibin bighên ser Avê û eşîra dostên me li ber berê wan rabûn,di nav koma dijminan de dibin gulebarana dijminan de,bi gernasî xwe gihandin Tilnasir hin ji wan hatin kuştin çar jî birîndarbûn,û yek ji wan winda bû di vê navê de Roberto xwe gihand Cizîra Botan bê ku tiştek bêkeve riya wî, bi serpêhatiya beyandûr agehdar nebibû,li vegerê di 29 mehê de gihan Rimêlan û wê şevê pêde razan,roja dî berên xwe dan Beyandûr, heta ku gihan çemê bûlebas di saet 19,30de çend siwaran êrîş birin ser dawiya mefrezê lê zû reviyan,leşkerê me berê xwe dan Beyandûr heta gihan çemê Cerehê,û li wir şerê mezin dest pê kir. Robêrto xwe gihande serê girekî û dest  bi şerê dijminan kir, ew dixwazî mefreza kerîl bi parêzî, ku karibe berî dijminan bikeve newalê, mefreze sivik diçû û hûravêj  ji herdû milan ve wan diparêzî herwekî devehên mefrezê jî sipartine leşkerê Sercan Dirama û hûravêjek bi wanre ye,lê hêj mefreza Karîr bi 800 metrî dûrî newalê bû,Serca Adem bi hûravêja xwe arîkariya wan dikir.
Herwkî Rêgar bi hûravêjê alîkariya wan dikê,wan diparêzê lê berî bighên newalê bi 50 metrî ji ber gulê dijmin ji hevde ketin û reviyan,tîpên siwar û peyan dirêjî wan kir,Yotnan Karîr,Yonan Rêgar û Sercan Adem dixwestin ku perçe û şikestiyên xwe li hev vegerînin, lê kapîral Mihemed Salîh kuştin, bi kuştina wî re tirs û bê bawerî kete nav dilê leşker,û zêde neçar bûn Karîl bi tivinga xwe girt û xwest xwe bighênî mefreza Robêrto,çendek ji dijmin jî kuştin lê ew jî hate kuştin,Rêgar bidest hate girtin û bi xenceran hate kuştin, çawa ku Sercan Adem jî bi xenceran kuştin,lê Robêrto di serê gir de bi hûravêjê şerdike,Karîr û mefreza xwe bicarek windabûn hatin kuştin heta birîndar jî dikuştin, yekî tenê jî nehiştin.
Jimara dijmin nêzîkî 3000  mirov bûn,15 pazde ji hecana jî  hatin kuştin.û 3 ê jî birîn bûn,ji mara hecana 90 mirov bûn ev şerê giran bi serdariya Haco Axa mezinê Hevêrkan bû,ji Kurdistana bin destê tirkan li ser fermana îsmaîl heqî bû, û eşîra aşîta kurdî  eşîrara cewala ereb jî bi Axê re bûn, pelê 98-Haco Axa çend şer di cizîrê de kirine carekê şerê eşîra teya a ereban jî kirî ye,carea ku  hate Amûdê 2000 hezar mêr pêrebûn lê bê şer vegeriya ji ber ku Millan û Seîd Axa lihev anîn.
Erê Abas te ev raporta(teqrîra) generalê Ferensa xwend? kû tû dibêje 32 û dû siwar bi Haco re bûn û tû weke dijminan dibêjî ku Haco zilamê tirka ye û hinekan weke te ji Ferensa re di gotin Haco li ser fermana îsmaîl heqî hatiye şer. Gerek tû zanibî ku Haco mirovek zana bû, çaxa ku ji Haco re gotin here şerê Ferensa, hima Haco di cih de kaxezek ji generalê tirkan sitand ji bo ku rojakê lazim bibe. Lê çûna Haco di şerê Beyandûr de, yên bi temenê xwe mezin digotin, çend muxtarên Aliyan hatin Mizîzexê cem Haco û jê re gotin ”Em nema ji ber Ferens dikin der, me divê ku em hilkişin bêne cem te”. Haco ji wan re got ”Rabin herin mala xwe ezê bi we ve werim”. Ji ber vê yekê Haco bi ser beyandûr de girt,û ew leşkerê Ferensa ji hev tarûmar kir.
Ebas dest bide serê xwe gerek tû zanibî,ev şerê Beyandûr berî serhildana Şêx Seîde bû,  herwiha di wê çaxê de ew dijminatiya kûr û dûr di navbera  gelê kurd û tirkan de dest pê nekiribû . Ji ber vê yekê jî ji bo misilmantiyê   bêhtirên kurdan derketin şerê biyaniyan, wek Ûris û Ferensa , ta bi şêx, beg û axa û ta bi cotkar û şivanan , herwiha bi yên weke gorbihiştiyê  Ihsan Nûrî paşa ku di şerê Ûris de di ber misilmantiyê û tirkan de birîndar bû.  Lê belê piştî serhildana Şêx ji nû ve gelê kurd wek mêran roj bi roj li kurdîtiyê xurt bûn, û lê bi xwedî derketin ta roja îro. Ebas tû dibêjî Haco li kurdîtiyê nedgeriya. Ka ji xwe re li pirtûka Cegerxwîn di pelê 259 an de binere bê ka çi dibêje. Dibêje  ”Çawa ku frensa ji me re gelek sozên giranbiha didan,ku heta serxwebûna miletê kurd ji nava miletan bistînin di cizîrê de ji kurd re dewletek otonomî bistînin,ji lewra kurdên cizîrê hevalbendên Haco yen jî hevalbendê Ferensa daxwaznamak emzekirin li ser destê Fernsa rêkirin Civata Miletan ”Isbetilumem” bersiva me li ser navê  Haco Axa zû vegeriya û gotin, daxwazname  we gihişte destê me, niha em lê ve dinêrin,diçaxek nêzîk de wê daxwaza we bi cî bibe. Lê gelek neçû  di sala 1940 an de Haco Axa serê xwe danî”, lê Ferensa di cengê de şikest,û bû bê qîmet. Civata Miletan ”Isbetilumem” di bin zincîrê tengan û tekelikên topan de hat pelixandin, û hew serê xwe rakir. Ferensa bizora leşkerê ingltera ji sûrî hate derxistin,leşkergeha wan dan destê leşkerê sûrî.Ereb  gihan doza xwe em kurd hevalbendên Fernsa gelek ditirsiyan ku dewleta sûrî ya ereb piştî çûna Ferensa me biêşînî.
Ebas min di xêzên jorîn de ji te re got, çaxa ku tû bi nexweşî berê xwe bide Haco weke tû kulmekê li çiyayê Bagokê bixî, û wê destê te biêşe, ji ber ku bi kurdiyetiya xwe ev malbat di herçar perçê Kurdistanê de hatina xuyakirin û cihê xwe bi xweşî di nav gelê kurd û kurdistanê de girtine. Ku yek weke gorbihiştiyê hêja Nayif Haco di ber welatê xwe şehîd ket, herwiha Dr Hezni Haco du carî, di serhildana gorbuhuştî yê  Mela Mustafa Barzanî, çû Kurdistana Başûr û cihê xwe di nav pêşmergan de wek bijîşkek girt. Kurapê wî Hisênê Haco, û birayê wî Firaz Haco jî di nav serhildanê de bûn , heta roja dawî. Ka te çi kir Ebas?!
Ebas de ka dîsa ji xwere binere, Cegerxwîn dîsa wiha di pirtûka xwe de dibêje: ”Di sala 1945 de,  di gel ku hinekî gizgizî di nav bera mala Haco û mala Cemîl Paşa de hebûn jî,  Qedrî Begê Cemîl Paşa ji Şamê hate Qamişlo û got divê   (wefdek) ji kurdan herin pêşberî serdarê leşkerê Ingilîz û daxwazên kurdan ji wî re pêşkêş bikin. Hevalan wefdek bi serokatiya Cemîl  Haco Axa rêkirin û, ez bixwe di navde bûm, li texma Tilelo me Ceneral dît lê ew li ser riya mûsilê bû,û di xwest zû here ji lewra hima şipya çend gotinên xweş ji mere gotin û ji me hêvîkir û got ez gelekî bihatina we dil xweş dibim û pîroz dikim.”  Cegerxuîn berdewam dike û dibêje ”Ceneral dû caran destê min hejand û guvaşt,û got ez ez hêvî dikim  ku hûn dilê xwe negrin. Ji ber ku ez mirovekî eskerim, di bin destê yekî ji xwe mezintir de digerim, ku berê min bidî  kû, ez neçare diçim. Lê nikarim bersiva van daxwazên we bidim.ji ber ku hin rêzanên me niha bi kurdên Îraqê re mijûl dibin, û pir bawerim ku bêne vir û we jî bibînin. Û li cêba xwe siwar bû û çû, lê pir ji me hêvî kir ku em dilê xwe negrin.Digot min pir dixwest ji vî qasî bêhtir bi we re rûnim û mijûl bibim,lê ez li ser rê me, bibûrin”.
Ebas ezê pirsekê ji te bikim? min ew tiştên ku Şahoz Haco li ser Beyandûr nivîsandibûn  xwendin, tiştekî ku tû li ser bi engire têde tinebû, gelo ji çi dilê te tişe bibû? Abas ka ji mirovên Amûdê yên kal û pîr bipirse ji mala Şiwêş bi pirse,  ku mirovek weke Haco welatparêz li bajarê Amûdê nadya (klûba) zimanê kurdî vekir, bi serokatiya Cegerxuîn û hevalên wî.  Ka bêje we çikirî ye? Eger Ferensa di sala 1940 î de têk neçûba û li Cizîrê maba wê Haco mafê gelê kurd di riya Ferensa de  standiba. Çawa tû dibêjî Haco tiştek nekirî ye, ev bûyrên ku min di xêzên jorîn de gotin û hêjî gelek man e eger pêwist be ezê wanê dîtir jî eşkere bikim.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.14
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark