Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pirjinî û demoqratî

 


Tengezarê Marînî

Ev mijara pirjinî, ku ji hêla Perlemana Kurdistanê ve, deng li ser hate dayîn û hate pejirandin, ku mêrê kurd, dîsan xwediyê wan simbêlên sorehinekirî ye û ji mêrxasiya xwe danakeve û dibîne ku kêmasî ye, civaka kurd, dest ji sîstema xwe berde, ku ew jî „mêr serê hemî tiştan e“.
Bi rastî ew dengdan, li ser pirseke weha, mantelîte û zihniyeta milet û civakê diyar dike, her wisa jî diyar dike, ka em civaka kurd, ku çendî xwedî desthilat jî bin, ji norm û pîvanên civakên pêşkeftî û yên pêşkeftinê dixwazin çendî dûr in.


Xwedêgravî, bêhtirîn endamên perlementoya Kurdistanê, ji herdû partiyên sereke ne, ku dibêjin: em dixwazin welatekî bi dezgeh û li ser bingiha mafê mirovan û sakular ava bikin. Partiyên ilmanî ne
Bi hîç şêweyî, welatekî ku bibêje, ez dê sîstemekê, li ser bingrha mafê mirovan, û ilmanî ava bikim û derxistina wê yasaya ferejinî hev nagire. Rast e, em miletekî misilman in û di quranê de, hatiye, ku mafê mêra ye, bêhtir ji jinekê bînin, eger bikaribin wekheviyekê têxin nav wan, lê ez pirs dikim, Gelo: Jin milkê mêr e? Em behwer dikin, ku jin bûnewereke bi serê xwe ye?
Eger em li ser bingeha mafê mirovan li pirsê binêrin, ev yasa şaş e.
Eger em li ser bingeha civaka sakularîzimê temaşe bikin, ev yasa şaş e
Eger em bixwazin, berbi civakeke yeksan û bêcudahî ve biçin, ev yasa şaş e
Eger em behsê civaka sivîl bikin, û spartina berpirsiyariyên civakî bi her takekesî ve ev yasa şaş e
Eger em bibêjin rola jinê di pêkanîna civakeke saxlem de, giring e, ev yasa şaş e.
Gelek deng têne bilindkirin, ku pêdivî ye, serokê herêma Kurdistanê, yê rêzdar, vê yasayê imze neke û vegerîne perlemento.
Di behweriya min de, kembaxiya mezin û sosreta mezin, ku mesele bigihê wê radeyê. Ya giring, ew bû , ku li ser projeyekî wisa hestiyar, hemî pîvanên yasayî yên cîhana pêşkeftî daniye ber xwe û li ser wê bingehê biryar hatiba wergirtin, ne ku ji tirsa çend şêx û melayên, di nav 4 dîwaran de, mafekî herî girîng, ji karta mafê mirovan binpê bikin.Danûstendin li gel biryareke weha hestiyar, li gor norm û prensîbên şaristanî tête kirin, nexasim, ku sîstemek nû tête avakirin û dixwaze, li gor pîvanên welatên pêşkeftî bête pîvan, ne pîvana berya 1500 salî. Ev diyar dike, ku ew parlementerên, ku dengê xwe dane wê yasaya biserketî, yan bi xwe xwedî 2 jin in, yan jî nêteke wan heye, yekê bi dizî meher bikin û bibêjin ev „ Girlfriend“ ya min e.
Ya mirov sersurman dike, ku kurdan, li herderî, li Iraqê berxwedan di ber mafê jinê de kirin, lê dema pirs giha ber dergehê wan……!!!! Ev dide diyarkirin, ku hîn pir ji me re maye, em bikaribin, bi şêweyekî şaristanî tevbigerin ( bi kêmanî di vê pirsê de).
Ji bilî ku ev yasa asteya têgihiştina gelê kurd bo mafê mirovan û bi taybetî mafê jinê û zarokan diyar dike, asteya xebat û tekoşîna jina kurd jî diyar dike. Bi seredana vî berpirsî û yê din û lavelava ji wan, pirsgirêk çareser nabe. Mafê nayê dan, tête stendin. Pirsgirêk bi xebata jinê ya bêrawestan û bi çalakiyên şaristanî, aştiyane û girêdana têkiliyên bi rêxistinên jinan yê navnetewî re.
Rast e ev kêş e, li Kurdistanê ye û erkê jina kurd e, ku xebatê bo çareseriyê di ber de bike, lê di eynî demê de jî, pirseke mafê mirovan e û pirsa mafê mirovan, ji sala 2000an ve, nemaye, pirseke navxweyî, bûye kêşeyek navnetewî.
Pêdivî bû, karê jinan û hemî rêxistinên sivîl, ku behweriya xwe bi mafê mirovan tînin, beriya derketina vê yasayê, bi hêz bûya, da negehîştibaye vê sewiyetê, lê piştî ku bû, pêdiviye rêxistinên  jinan û yên mafê mirovan û civaka sivîl, têkiliyên xwe yên navnetewî bihêztir bikin û bikaribin, zextekê li ser saziyên fermî, dadmenenî  û hukumranî yên Kurdistanê bikin, bo rêzê li mafê jinê bigrin û wê yasaya kirêt, ku nelayîqî sîstema birêveçûna Kurdistanê ya siyasî ye rawestînin.
Rast e, tiştekî baş e, ku rêzdar Mesûd Barzanî, serokê herêma Kurdistanê vê yasayê imze neke, lê ya jê giringtir, ku li Kurdistanê, bizav bo pêkanîna civakeke têgihiştî, rêzê li mafê herkesekî bigire bête kirin.
Helbet, 2 rê li pêşiyê Hukumet, sîstem û desthilata Kurdistanê, hene:
1. Avakirina sîstemeke îlmanî, li ser bingeha rêzgirtin, li mafê mirov, mafê jin û zarokan, mafên etnîk û olan û bikaranîna xîtabeke tolerens û yeksan
2. Avakirina sîstemekê li ser bingeha şerîet û Quranê, ku dikarê xwe hinekî li gor demê biguncîne, lê di vê sîstemê de, yasaya fermî ji ya civakî cuda ye û mixabin, bi navê ol û erf û adetan, hemî yasayên çaksazî  têne binpêkirin.
Desthilatdarên Kurdistan, bi hersê dezgeh û saziyên xwe ve(Legislative“ Cihê derbirîna yasayan, perleman“, Judicative“ Mehkeme û dadwerî, Executive“ Polîs“)  li ber vê xaçerêkê ne, û çendî bi zûtirîn dem biryara xwe werbigrin, dê baştir be, da mirov jî bizanibe, ka ev çi welatî dixwazin?!
Pirsek heye, xwe bi xwe ferz dike: Ma kurdan ji bilî sîsetemeke demoqratîk, welatekî bi yasayeke modern û mirovane, ku hemî kom, ol, etnîk, çîn û zayend ên civak xwedî hemî mafên xwe bin, çu alternatîveke din heye?!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark