Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Firehjinî û firehmêrî

 


Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Di serdemên berê û hem ên (Olên Asmanî) de wek ko nav li wan bûye, piraniya civakan di nav gelek miletan de serdestiya jinê hebû, geh jî serdestî û destelatdariya mêr hebû.
Jin azadî û serdestî hebû, dikarim vê tekez bikim, Firehmêrî jî hebû. Jinekê dikarî bû heta bi þeþ-heft mêran bike, xweþiya xwe di gel wan de dikir, hem jî dixwest yekî ji wan mêran ji bo berdewamiya regezî û jiyanê ê herî xurt û balkêþ dibijart.


Ev rastiyeke dîrokî ye, wê hingê jin li gelek civakan serdest bû û peya li dûv daxwaza wê bivênevê li ser xwe, serdestiya jinê dipejirand. Lê her zilam hêza xwe a fîzîkî di têkçûnên xwe ên derûnî de bikar tanî, ji bo bi yekcarî têk neçe û hem jî jina ko di nerîna wî de qels, serdestiya wê ne dipejirand!

Jin di gelek dijwarî û aloziyan re derbas bûye, jin hin bi hin ketiye bin destê mêr de,
heta ko basikên wê þikênandine. Evê yekê hîþt ko jin bi xwe jî ziyanê li jinê bike. 
Bi hatina ayînan re û rewakirina zanîn û destûrên olî ko her olekê rêbazeke cida ji a din da civaka xwe, wisan zilaman dît ko yek pêximberê jin nîn e, hemî pêximber mêr in, ev pirs jî vekolîn jê re divê.
Bi pêþketina civakan firehmêrî çû, lê belê di gelek civakên din de bi behaneya ko olê rê daye zilam bi anîna gelek jinan, firehjinî hêj maye û zû bi zû ji nav wan naçe!
 
Bi her hal em ne dijî tu olan in, lê min xwest gotineke kurt di derbarê biryara Parlemanê Kurdistanê ya ko roja 27ê cotmehê sala 2008an de hate pejirandin, ew jî ko piraniya parlemanteran deng dan yaseya Firehjiniyê, tev ko jinên parlemanter hebûn jî lê ji dest wan derneket!
Bi nerîna min, gelek asaq û sosret têne serê jinê ez dibêjim firehjinî jî ne kêmî wan e, ji lew ra hêvî dikim, em tev de digel hev destên xwe bidin vê (dê, xuh, qîz û jinê) bila her kes ji mala xwe dest pê bike, eger kî ji me giha pileya ko kar û kiryarên ew dike û ji xwe re rewa û dipejirîne, di heman kat de karibe ji xuh an qîza, … xwe re jî bipejirîne, naxwe wê hingê tu arîþe û pirsgirêk di nav wî kesî û xuþka wî de ne mînin.

Eger em zilam durûtiyê nekin û wek ko em ji qîza cîran, an hevala xwe a dibistanê hez dikin, keysê bidin xuþka xwe ko ew jî mîna me dil bigire û bi azadî hez bike, bêguman ew jin nema li têkiliyên nihênî digere. Çimkî dema bi serbestî û bê tirs razeyê xwe ji malê re bibêje, êdî çima wê xwe têke taloka veþartinê?

Mijara firehjinî di nerîna min de ne bi biryarên parlemanan çareser dibe. Eger em civaka xwe bi pêþ de nebin û evîniyê ji her du regezan re (nêr û mê) wekhev nepejirînin. Eger em jinê bêdilê wê bidin. Eger em keçekê (keçmam-dotmam) wek nimûne bi zorinde þû bikin, helbet ev arîþe û pirsgirêk hemî civakê ber bi nakokiyan de dehif didin. Civak û malbat li binguhê hev dikevin, ew jina ko bi zorinda kurê mam û bi yaseyên êlî an olî an eþîrî bûye jina wî zilamî, tekez rojekê bi xweþî nikare li rûyê wî zordarî binere, di heman çax de jî bivênevê jina wî ye, lê guman jî nîn e ko wê nivîna wan sar be! Zilamê zordar ji xwe na pirse, çima ev jin germê nade min? Dîn û har dibe, nakokiyan peyda dike, serê jinê dêþîne û her ji a xwe danakeve û li egerên gengeþiya nerênî a rojane na gere, berê xwe dide sîngeke gerim û ew sînga gerim tekez kirîna jineke din e. Çima min berî nuha got jin jî ziyanê li jinê dike, ev mebesta min bû, çimkî jina duyem, firehjinî li ser xwe û ya ko wê bibe hewiya wê pejirand.

Min mijar pir bi kurtî got, bêguman ji wilo bi gelekî firehtir e û di rûpelekî de nayê þirovekirin.
Ez dijî dengdana parlemanê Kurdistanê me, lê ev parleman ne nerîna miletekî ye, ji ber firehjinî li Kurdistanê bi giþtî bê tu biryaran kêm bûye, ez karim vê yekê li Baþûrê rojavayê Kurdistanê tekez bikim, ko kesên di firehjiniyê de diramin hejamara wan pir kêm in, bi taybetî nifþên nû yên ko du jin anîne li ser tiliyan têne hejmartin.

Jêder: Rizgarî online
  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark