Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: TRT6 berhema Roj TV ye

 


  Sîrwan H. Berko

 Li gorî texmînên Kurdan li bakurê Kurdistanê, ango li Kurdistana Tirkiyê, dora bîst milyon Kurd dijîn. Ji dema vekirina yekemîn kanala televizyonê ya satalaytê ya kurdî Med TV di gulana 1995ê de û ta niha em jiyana li vî beşê mezin û giring ê Kurdistanê tenê bi çavên PKK û alavên wê yên ragihandinê dibînin. Em tenê wan mirovan dibînin, ku PKK wan nîşanî me dide. Em tenê bi wan bûyeran dibihîsin, ku PKK dixwaze ku em wan bibhîsin. Bi kurtî: Em bi çavên PKK li Kurdistana Tirkiyê temaşe dikin.


PKK û alavên wê yên ragihandinê rewşeke wiha peyda kiriye, ku ji mirovî werê li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê tenê PKK û alîgerên wê hene. Rast e, ne hêzên kurdî yên din karî xwe bidin xuyakirin, ne jî dengê kurdî yê alternatîv karî xwe bide bihîstin. Alavên ragihandinê yên PKK û bi taybetî kanalên wê yên televizyonê Med TV, Medya TV û êdî Roj TV roleke mezin û xurt di xurtkirina PKK de û dirêjkirina temenê wê de lîstine. Ev kanal in ku hiştine û îroj Roj TV ye ku dihêle xelk li derûdora PKKê bicivin û wê weke tek alternatîva li Kurdistana Tirkiyê bibîbin.

PKK hêza xwe ya ragihandinê baş bi kar aniye û bi kar tîne. Gelek kesên ku ne nêzîkî xeta PKK bin, ewqas dext li wan hat kirin û sansur li dijî wan hate bikaranîn, ta ku mecbur bûn xwe nêzîkî PKK bikin. Bi xêra Med TV, Medya TV û êdî Roj TV bi sedan nivîskar, hunermend û rojnamevanên kurd xwe nêzîkî PKK kir. Piraniya kesên ku îroj nêzîkî PKK ne, ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî li wir in, ne ji ber baweriyeke siyasî yan jî îdyolocî. Gelek ji wan ewaqsî ji xwe û ji wêneyê xwe yê di televizyonê de hez dikin, ku amade ne hertiştî bikin, ta ku ji Roj TV neyên bidûrxistin.
Hejmareke mezin ji hunermend û nivîskar û şexs bi xêra PKKê bûn navdar, bi xêra PKK bûn “tiştek”. Med TV, Medya TV û êdî Roj TV gelek kesên ku nizanin bistirên, kirin superstar, gelek kesên ku nizanin du peyvan li ser hev binivîsînin, kirin nivîskarine hew ji wan mezintir, gelek kesên ku nizanin du gotinan ser hev bêjin, kirin Xwedê li ser serên Kurdên reben. Lê PKK vî tiştî ne ji bo xatrê çavên wan dike, ew wan ji bo xwe bi kar tîne, wan li gorî kêfa xwe dibe û tîne.

Ji ber vê yekê mirov fêm dike bê çima îroj gelek kesên nêzîkî PKK li dijî vekirina kanala kurdî ya dewleta Tirkiyê ne. Ji aliyekî ve ew mecbur in vê helwestê nîşan bidin. Ji aliyekî din ve ew li ser xwe û berjewendiyên xwe bitirs in. Çimkî bi xêra TRT6ê emê êdî bikaribin beşên veşartî yên Kurdên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bibînin. Emê bikaribin dengine din jî bibhîsin, ku me berî niha nedibhîstin. Emê bikaribin rûyine kurdî yên din bibînin, ku Roj TV wan nîşanî me nade.

Ji ber vê yekê: TRT6 berhema Roj TV ye. Ew berhema sansurkirin û qedexekirina kurdî ya navxweyî ye. Eger Roj TV bi rastî dengê Kurdan baya, hingî pêwîstiya TRT6 nedibû û tikesî li TRT6 temaşe nedikir.

Hêviya me di kanala Kurd1ê de hebû, lê wilo xuya dike ku bêhna camêrên xwediyên wê pir fireh e. Ji xwe xelk ewqasî ji “di demek nêz de” û “li bende bin” aciz bûne, ku êdî van hevokan di tinaz û henekên xwe de bi kar tînin. Lê bi kêmanî TRT6 niha ji şewitandina pereyan a KURD1ê sûdê werdigire: Ew hin ramanên vê kanala derengketî ji bo weşana xwe bi kar tîne.

Bi vekirina TRT6ê dewleta tirk bi şêweyekî neyekser hebûna Kurdan dipejirîne. Çendîn dereng be jî, lê ew bi vê gavê li xwe mûkir tê ku Kurd hene û zimanek bi navê zimanê kurdî heye.

Rast e, hîn rêya li pêşiya Kurdan dirêj e. Hîn jî Kurd ji ber nasnameya xwe tên kuştin, çewisandin, girtin û işkencekirin. Hîn jî li Tirkiyê bangên ji bo azadiya Kurdan û zimanê wan wek bangên cudaxwaziyê tên dîtin. Hîn jî destura Tirkiyê Kurdan wek netewe napejirîne. Lê vekirina kanaleke kurdî gaveke dîrokî ya pir giring e. Ew ji bo rakirina qedexeyan li ser peyva kurdî û çareserkirina Pirsa Kurdî li Tirkiyê destpêkeke baş e. Divê em vê gavê pîroz bikin û piştgirtiya wan hêzên li dû wê bikin. Di heman demê de divê xebata ji bo bidetxistina mafên gelê kurd li Kurdistana Tirkiyê berdewam be.

Kurd ji TRT6ê tenê dikarin sûdê bigirin. TRT6 firseteke baş e ji bo dewleta Tirkiyê û ji bo Kurdan jî. Eger ev kanal ne baş be û siyaseteke xerab li dijî Kurdan bimeşîne, tikes lê temaşe nake û temenê wê dirêj nabe. Lê weşana testê ya vê kanalê nîşanên xêrê bi xwe re tîne. Rojên bên wê nîşanî me bidin bê niyeta dewleta tirkî paqij e yan na.

sirwan@amude.com
Jêder: amude.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark