Stockholm 2008-12-18
Jibo riswakirina pilanên nijadperest ên rêjîma Sûriyê lidijî Rojavayê Kurdistanê û rakirina fermana 49, roja 18-12-2008 an, þandeke hevbeþa Komîteya Hevkarî, Federasyon û Însiyatîv serî li wezareta derve ya Swêdê da.
Þanda kurd naverok, armanc û encamên ekonomî, civakî, dîmografî û çandî yên fermanê þirovekir û dozkir ko, Swêd û Yekîtiya Ewropa li berpirsyariya xwe derkevin, bêyî naskirina hebûna netewî ya kurd û çepsandina mafên meruvan, peymana þirîkatiyê bi Sûriyê re imze nekin. Herwiha rexne li sistayî û xemsariya Ewropa û Swêdê û kêmasiyên rporên wan derbarî pirsa kurd û mafên meruvan de li Sûriyê kir.
Berpirsyara beþê Sûriyê li wezaretê xanim Kristine Erlandsson nerazîbûna xwe lihember çewisandina kurd li Sûriyê diyar kir û zanîna xwe ya derbarê rewþa kurd û fermana 49 nîþanda, amaje bi çalakiyên kurdan li hundir û derveyê Sûriyê, rapor û pêwendî yên balyozxaneya Swêdê bi kurdan re û serdanên balyozxaneyên Nerwêc, Danmark û Kanada yên herêmên kurdî kir. Xanim Erlandsson soz da ko, vê pirsê deyne ber destê desthilata Swêdê, ji nêzîk ve wê biþopînin û bizavekê jibo rawestandina wê bikin.
Dawiyê, Þanda hevbeþ sipasiya dezgeh û dewlet ên dostên kurd û parêzgerên mafên meruvan kir.
Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasiyên Kurd û Kurdistanî li Swêdê;
Federasyona Komeleyên Kuristanî li Swêdê;
Insyatîva Kurd li Swêdê
Stockholm 2008-12-18