Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Alî mamed û Gundê qesrê

 

Luqman Silêman
 
Hevind@nefel.com

  Elî sêwiye dê û bavê wî herdû mirine lê kengî çawe çilo ew nizanê çimkî dimirina wande hîn ew bîrewer nebibû, ji lewma ew di cem mala apê xwe ye. Apê Elî sê kurê wî hene lê hersê kurê wî li ber destê melê di xwînin û Elî karê malê dikê, ji cot, ji cer cerê, ji çûna ber pez karê mala tev bi hêviya Elî veye û nexasim piştî apê wî çû dilovaniya xwedê.


 Elî sal bi sal mezin dibê û çavê wî li jiyanê vedibê û bîra jiyanê dibê. Keçek apê wî heye navê wê Seyrêye, Seyrê çaweye sitara xwedê li ser bê mirov guneh dikê li Seyrê meyzênê hingî wesa Seyrê sipehiye, wê evda xwedê sipehîtî ji kesîre nehiştiye û ew û Elî ne bi dilekî bi hezar dilî dil ketine hev. Elî newêrê vê hezkirinê di malê de hişkere bikê, lê birayê Syerê yê piçûk vê tiştê zanê û deynakê ji ber ku ew dixwazê xweha wî bigihê kur apê xwe. sal û mih derbas bûn, hezkirina Elî û Seyrê jî di nava sal û miha de pîr dibê û rehê xwe diberdê hiş û mejiyê wa roj bi roj herdû li ber dilê hev şêrîn dibin û ew hezkirn dinava wande aza dibê. Elî hingî vê hezkirinê di mejiyê xwe de dibê û tinê tu rê û rêbariyê jêre nabînê. Seyra çav reş her demê rojê ji mejiyê Elî dernakevê di wan şevê terî û wan rojê dirêj hiş û mejiyê Elî li ser Seyrê ye, li çûlê li ber pez li ber cot tim Elî sebra xwe bi Seyrê tînê bê ku ew Seyrê bibînê.Lê gelo ma ka Seyra reben çawe dikê, çimkî Seyrê sal bi sal mezin dibê û nizanê wê kengî hin li deriyê mala bavê wê xin û wê, wê bi xwazin, wan zivêstanê sar berf û bahoz,sir û seqem, wan buharê xweş wan gul û kulîlka, wî fêkiyê Gundê Qesrê tev li ber çavê Seyrê ne tişteke dema ku ew negihê Elîyê pismam. keçikê hevalê Seyrê hemî bi kêf û eşqin lê tenê Seyrê çar wextê salê her demê rojê melole kes bi êşa wê nizanê.Seyrê jiyana xwe bi vî rengî derbas dikê bê go zanibê li derdorê wê çi çêdibê tenê ew mijole gelo ka wê bighê kur apê xwe yan na. Rojekî Elî ji xwe re go: Bavo bi xwedê halo çênabê ezê ji kur apê xwe re bêjim!? Seyrê bidin min ya wê bidine min û ya wê bêjin em nadin ma xwene wê serê min jê bikin!? Ez wek navê xwe dizanim ku Syerê ji ber min mêr nakê heger ku bêjin em nadin te? da her key ji me ji xwe re rêkî bi bînê bese gunihê wê dikevê sitûyê min de. Êvarekî hemî li malê rûniştîne piştî şîva xwe xwarin.Elî gotinek jivir anî yek ji dera ha anî ji sewêl dest pêkir ta cot û cer cerê û gundîtî û pis mam û xal û xwarzîtî, dawî Elî gote: hersê bira: birano pismamno mane hûn dizanin kesê min nîne jiwe pêve û kesê wejî nîne ji min pêve ez di xwazim hûn xweha xwe Seyrê bidin min. Hersê bira li hev nêrî!? yê mezin go: Elî raste em pismamê hevin û kesê me ji te pêve nîne û kesê te ji me pêve nîne û roja rehmetiyê apê me û jinama me çûne ser dilovaniya xwedê tu dinav medeyî ne tenê tu dinav malêdeyî tu bûyî yek ji malê, lê tê çend roja xwe li me bigrê, û li herdo birê nêrî go: ma hûn çidibêjin.?! Elî go: serçave rojadî birê mezin gote: herdû birê xwe bi xwedê ez nabînim ku Elî layqî xweha meyî birastî Elî nikarê xweha me tir nan bikê, ji ber vêyekê em xweha xwe nadinê.Silêman biraye piçûke wî li xwe nexweşkir lê Mîrtacedîn birê mezinbû wî gotin birî go: em xweha xwe nadin yekî ku nikarê gezek nan bidê xweha me. piştî çend roja cerdî herçar li mal rûniştîne Mîrtacedîn gote: Elî em xweha xwe nadin te. Elî go: çima hûn nadin. Mîr tacedîn go: tu ne layîqî xweha mey. Elî serê xwe berda ber xwe û deynekir. Wek hercar Elî teke ber karê malê, lê dilê wî şikest nema dizanê wê çibkê kesê wî kûsê wî nîne da kû pêve herê Elî maye li hêviya ferecekî lê ew ferec wê kengî û ji kudê werê Elê nizanê. Birayê Seyrê yê piçûk di xwazê ku Seyrê bighê Elî çimkî ew bitenê bi çevê pismamtî li Elî dinêrê û Elî bi xwe mirovekî jêhatiye û çavê wî ji kesî naşkê du mûyê berêz di nava çavê Elî dene.çend mih derbas bûn hersê bira li ber siha danê êvarê rûniştîne,birayê piçûk ji herdû birayê mezinre got: ev bû çend car ez ji were dibêjim ka emê xweha xweya bi tenê bin Elî û Elî pismamê meye mirovekî jêhatiye û karkere ji roja apê me çûyî rehmetê ew karê me dikê û di baweriya min de heger ku bavê me saxba wê Seyrê bide Elî û hûn jimin bihtir wî nasdikin, ê min ez dibînim ji bilî ku Elî pismamê meye ew ji xortê gund teva çêtire, sipehî, sipehiye, mêr, mêre karker, karkere, ez nizanim hûn jiva sîfeta pêve çi di xwazin ji feqîrê Elî û dilê xweha me li ser heye. Birê mezin Mîrtacedîn gote: birê xweye piçûk Silêman ez birê weyê mezimin dûrî şuxla guneh ez şûna bavê weme, ez zanim Elî pismamê meye û ez dizanim ew xortekî qence lê tiştekî Elî nîne, Elî feqîre ne xiç xiçe û ne kiç kiçe ma ezê çawe xweha xwe bidimê Silêman kir û ne kir Mîrtacendî bi A wî nekir.Slêman serê xwe berda ber xwe û da xwe ji cem wa rabû, Mîr sêfedîn ew ne ji nihaye û neji dihaye. Piştî demakî Elî li çolêye li ber pêze, pala xwe daye kevirekî û di ponijê ramanek wî dibê û yek wî tênê. zaroktiya wî, ew zivistanê dirêj berf û baran sir û seqem, çaroxa qetayî di piyê wîde carna li ber pêz û carne li cot, zikek têr û dihê birçî li wa çol û çiya diborandin hemî di ber mala apê xwe de û îro ew Seyrê nadinê, Elî dikê û nakê ji nav hev dernaxê, carne ji xwe dipirsê gelo: ma bavê min sax ba wê cardî pismamê min bigotan em Seyrê nadin te! yan na, heger ku şensê min heba minjî wek hevalê xwe minê dê û bavê xwe bidîtan lê ma ez çibkim, min ne biraye, min ne xwehe, min ne xale, ne ape, tene min ev hersê kur ap hene û hersê birê Seyrê ne û ez li berdestê wa mezin bûme. Elî diva xeyaladeye hewdî kur apê wî Silêman li pêşiya wî sekinî, ew mat may ma da xwe rabû şipiya, go: xêre! Silêman tew va dera. Silêman go: wele ji xêrê pêve nîne ez hatime cem te.Elî go: ser çava hatî lê ev ne ji edeta weye ku hûn werin çûlê cemin. Silêman go: ez hatime arî te.? Elî go: tu hatî arî min çi!? Silêman go: ka rûne ezê ji tere bêjim ka bê ez hatime çi? Elî rûnişt,Silêman jî pala xwe da ya wî û go:Elî tu kur apê minî û ez dizanim tu û xweha min Seyrê ji hev hezdikin. Elî xwest ba xivê Silêman go: Elî ne hewceye tu baxivê, yê min ez hatime bêjim te Seyrê bi revêne!? Elî nema xwe girt go: ezê çawe Seyrê birevênim Silêman. Silêman go: wek ez jitere dibêjim çimkî ev serê çend mihaye ez dikim û nakim birayên min qebol nakin ku em Seyrê bidin te, lê yê min ez ji te çêtir ji Seyrêre nabînim, vêca wê birevêne!? Bibe xwe bicamêrna bigre mihek do sê wê bêna wa fere bibê û emê we lihev bînin.Elî go: tu wesa dibêjê ma ka wê Seyrê werê. Silêman go:erê wê Seyrê werê. Piştî di roj sê roj derbas bûn Elî û Silêman û Seyrê soz dane hev li rexekê gund, Elî û Seyrê kar û bara xwe kirine hersê li wir gihane hev, Elî û Seyrê xatirê xwe ji Silêman xwestin û berê xwe dane oxirê û pişta xwedane felekê. ji gundê Qesrê berê xwedane Çiyayê şingalê, gundê Qesrê li bakur û rij hilatî Cizîra Bota dikevê, bi linga ji gundê Qesrê ta Çiyayê şingalê qûnaxa çar pinc roja heye. Elî bi destê Seyra çav reş girt û berê xwe da Çiya yê şingalê nav êzîdiye, Elî û Seyrê şev û roj kirin yek, piştî sê çar roja gihane biniya çiyayê şingalê nav êla Iskan gulî xan wê xwe pê bigrin, Elî ji şivana ji gavana pirsî ka koçika Iskan gulî xan. yek do ketin pêşiya wî ew gihandin ber derê koça. Iskan gulî bakire xolamê xwe kuro vê pîrekê bibin aliyê malê wek irf û adatê berê Seyrê birin nav pîreka û Elî çû nav zilama. Iskan gulî xan gote: xolama xwarinê ji Elî re bênin ji dûr hatiye vêga niha birçî bûye. Xolam bezîn aliyê malê xwarin ji Elî re anîn Elî xwarina xwe xwar.Iskan gulî xan go: birazî bêgoman te ev keçika xweşik revandiye û tu hatî xwe bi min bigrê. Elî go: belê. Iskan gote: xolamê xwe herin xanîkî ji Elî re çêbikin( xaniyê wa di wê demê de ji çîtikê bûn ) lê ber hinekî veder bê. Xolamê Iskan li bayê bezê çûn xanîk ji çîtikê ji Elî re çêkirin bi qasî sê sed gavî dûrî mala ye. Iskan gulî şande pey malakî û Seyrê li Elî mehirkir û hin kincik min cik ji Elî re birin li xaniyê wî danîn û Elîyê me bû xwedî xanî. Elî û Seyrê çûne xaniyê xwe, êvarî Elî gote: Seyrê ez ji vî bêbavî bi tirsim!? Seyrê go: çima!? Elî ez bêbextiyê di çavê wîde dibînim, ez dibêjim wê ev zilam tiştna bime bikê, çimkî wî çavê xwe berdaye te lê heger ku ew ne bibê bextî werê min ez natirsim lê weleh, heger ew bi bêbextî hat ji xwe ev tiştek diye. Elî gote: Seyrê ez gelek westiyame ezê hinkî çavê xwe gerim bikim lê tu nerazê ta ku hişê min werê serê min va ji tere tufing ber destê tedebê te haj xwe hebê tu nerazê hema ezê bi qasî çixarekî razim, û ezê rabim. Elî serê xwe danî û raza. Seyrê rahişte tufingê û li ber derê odê rûnişt.Elî jî kete xewa giran, Seyrê rûnitiye çavê wê li derveye lê hergavekî xilmêş dibê serê wê li tufinga wê dikevê, cardî çavê xwe vedikê dikê û nakê çave wê ji hev nabin û dil nahêlê deyîn li Elî bikê bêjê ez nema xwe digrim. Iskan gulî jî li dora xênî diçê û tê ji xwe re dibêjê ta ku qenc bi xewve herin ezê nû derbasbim. Şev ker bû bist û mêzin hatin nîvê ezmêt, şevek tarî bê deng, mirov tiliya xwe diçavê hevre bike mirov hev nabînê, Iskan li dora xênî diçê û tê, ta ku zanî Elî li kî rexê odê razaye û Seyrê jî bi xew ve çû hêdîka xwe dinav wa çîtika re kir, û li ser Elîre sekinî û xencer ji ber xwe derxist û kete ser dilê Elî de, ew da ber xencera û hêdîka ji odê der ket, xwe da pişt çîta. Bû kefte lefta Elî Seyrê ji xew rabû go: xêre Elî. Elî go: ma min ji tere nego tu nerazê wê ev bêbav bêbextiyê lime bikê,Iskan gulî ez kuştim, ezbûme yê mirinê nav bera min û mirinê tiştek nema.Seyrê kire qîr Iskan gulî ji wir bazda Elî destê xwe avête Seyrê go:negrî ne demê giriye demê girî çû min ji tere go: tu nerazê min dizanî bû ev li pêşiya meye lê hema tu bazbide, heger ku ev bêbext te ji xwere bibê wê mirina min bibê du mirin, lê ger ku tu xwe xilas bikê wê mirina min yek bê.Seyrê xwe avête ser Elî û bi tepa bi serê xwe ket, Elî go: feyde nakê Seyrê wek min jitere gotî tu bazbide da ev bêbav te ji xwe re nebê, Seyrê heger tu giha malê cem birê xwe tê gelek silavê min li birayê xwe Silêman bikê û bê jiyê ber heyfa min li erdê nehêlê, xwîna min kete situyê wîde. Seyrê go: ez dev ji te bernadim ma piştî te ez ji çireme.Seyrê û Elî bi hevene,Elî dibêjê here û Seyrê dibêjê ez dev jite berna dim. Elî bi Seyrê de xeyîdî go: heger tu ji min hezdikê û tu na xwazê min bi kujê tê devji min berdê û xwe ji destê vî bê bextî xilasbikê, min jitere got: ev bêbav li ber çavê min te bibê ew mirina mina didowaye, lê ji bîr neke ber Silêman heyfa min li erdê nehêlê. Seyrê bi dizî ji odê derket lê wê Seyrê wê şevê bikude herê nizanê,pîreke û derê şikestiye, Seyrê li dora xwe dizîvirê wê bi kude bazdê nizanê, hate bîra wê ku, kur pismamê Iskan gulî li hêla roj hilat dikevê, Seyrê berê xwe da roj hilat, Seyrê bi tîrêjê rojêre giha nav malê Hisên dimîlîn pismamê Iskan gulî û berê xweda mala wî û xwe avête pişt dergûşê go: xeber giha Hisê go: pîrekekî xwe avêtiye pişt dergûşa te. Hisê berê xweda aliyê malê û çû li ber Seyrê sekinî go: rabe keça min tu ketî di bextê min de tiştê werê serê te tê serê min, rabe marema xwe ji min re bêje.Seyrê da xwe û gotiyê: hal hewalê kur pismamê te Iskan evin. Hisên go: hûn ji kudê ne.Seyrê go: ez Seyrê me û dezgirtiyê min kur apê mine em ji gundê Qesrêne. Hisên go: ma we nikarîbû hûn werin cemin, min jî dikarîbû ez melakî bênim û we lihev mehir bikim, lê mixabin we berê xwe daye wî nezilamî, ne tirse keçamin ez soz li ber destê xwedê didim ta ronayî li çavê min hebê ez nehêlim tiştek bi serê te werê û ez heyfa dezgirtiyê te hilênim. Iskan gulî ewjî maye li benda mirina Elî ew nizanê ku Elî gotiye: Seyrê baz bide, ew ji xwe re dibêjê ezê hinekî xwe vegirim ta ku Elî bimrê ezê herim Seyrê ji xwe re bînim, lê piştî ku ew derbazî odê bû û dî va Elî bitinê di odê deye û ew miriye, go: hebê nebê Seyrê çûye cem pismamê min Hisên. bilez ji odê derket û bakire çend xolamê xwe, li hespê xwe siwarbûn tivingê xwe avêtin milê xwe û berê xwe dane hêla pismamê xwe Hisên. Iskan ji xolamê xwe re dibêjê: keçik bi meşêye û em siwarin gerek em bighinê berî ew bighê cem Hisên. ew nizanê ku Seyrê ji zûde gehaye cem Hisên û çîroka xwe hemî ji Hisênre gotiye: û Hisên zarokê xwe û hin xola mê xwe şandine dora gund nobedariyê li gund digrin, dizanin ku wê Iskan pey Seyrê bikevê. Dema ku Iskan û xolamê xwe gihane der dorê gund, zaroyê Hisên dengê xwe liwa kirin lê Iskan û xolamê xwe tu guhdan li wa nekirin, zaroyê Hisên ew dane ber gula, Iskan nav li xolamê xwe da û gote: xolamê xwe bavêjin wa, herdû rexa li hev reşand, li ser gund bû xur xur tifinga dû û dpman bi ser gund ket, bû lîle lîla pîreka, nehrê zaroyê Hisên cih girtîne wa berê cihê xwe asê kiriye,lî Iskan û xolamê xwe li dewara siwarin ew ji vayêdîve xuyane,zaroyê Hisên çar pênc siwar ji wa ji hespa anîn xwar, dema ku Iskan dît çar pêc xolamê wî hatine kuştin, dengê xwe li xolamê xwekir go: bazdin yê mayî paşde revîn, zaroyê hisên jî vegeran mal. Hisên gote: xolamê xwe kar û bara xwe bikin,di navbera herdû pismame de gelek nexweş bû kes nizanê wê kengî şer dest pêbikê dijminayî kete navbera wande, herdû di sihrika tivingê re li hev dinêrin. Seyrê gote: Hisên ezê herim! Çêtir ku ji bo min hûn herdû pismam hevdû bikujin.Hisên go: na ez nahêlim tu ji cem min herê, go:yek ji zarokê min ne mênê ez nahêlim tu ji cem min her, dûvre ma ka tê bi kude here.!? Seyrê ne wêrê li cem wa bimînê ji lewma rû ji ber Hisên kir,yek ji Hisên û yek ji Seyrê dawî Hisên destûra wêda lê gotiyê: ezê du kurê xwe bi tere bişînim ta ku te sînorê me derxin û rê şanî te bikin wê çaxê tu bidilê xweyî ka tê bikûde herê.Seyrê go: hezar rehmel dê û bavê te ez qenciya te ji bîr nakim. Hisên bakire zarokê xwe go: xwe kar bikib û Seyrê bibin ta hûn wê ji sînorê mederxin. Seyrê xatirê xwe ji mal bata Hisên xwest û da dora herdû kurê Hisên ta ew gihandin (red) ya go: niha li Surî dikevê (wê çaxê ev sînor nebûn Kurdistan hemî yek parçebû) liwêdê herdû kurê Hisên gotne: Seyrê emê li vir bin tu here ta tu ji meve windabibê.Seyrê go: başe.Seyrê kete wê beriya bê binî ne kes û ne kûs, ne ins û ne cin hete çavê te difitirênê berî xwiya dikê ew berê li ber çavê mirov wek deriya lê tê, gelaşê sala li wê beriyê ketiye ser hev, ji giya xwînê, ji ce dasî, ji qolekê, şekronaka bi qasî bejna zilama bilind bûne, ji ber ku ew berî ne dihate çandin û nejî kes lê hebû tenê salê carekî kuçerê kurda sewalê xwe tanîn çêrê di zivistanê de jiber kû berfê zozan digirtin û havînê divegeran zozana. Seyrê berê xwe da bakur û pişta xwe da başûr lê çavekê Seyrê li paşe û yek li pêşe her çar pênc gava tavêjê bi çûnxwe de li herdû kurê Hisên dinêrê ka hîn ew li cihê xwe sekinîne yan na.Seyrê keçika nşhatiye ticarî bîst gava dûrî gundê Qesrê ne ketiye û îro bitenê katiye binê beriya birêca, mêvanê hirç û gura li nav wî gelaşî ka wê çawe sebra wê werê, carna Seyrê bi bev ve diçê erdê ta ku Seyrê ji wa ve windabû, herdû kurê Hisên vegeran. lê piştî ku herdû kurê Hisên ji Seyrê ve winda bûn diniya nû diniya li Seyrê hate hev Seyrê wek nêriya nav avê çû û hat nema diwêrê bimeşê Seyrê diciyê xwe de roniş teyrikek difirê Seyrê gazekî ji erdê bilindibê, xiş xişa pşştê Seyrê diveciniqê, dirabê şipiya li berçavê wê rivdê gura xwiya dikin, xwe tavêjê erdê lingê wê nema erd digrin ji nav vî pûşî xwe tavêjê nav pûşê dî, Seyrê dirabê şipiya dirûnê xwe tavêjê nav giya xwîn sebra wê nayê, bazdidê xwe tavêjê nav qulekê, kêlîkî dimînê cardî dirabê li dora xwe dinêrê, vêcarê li ber çavê wê hesp çêdibin, li ber çavê wê hewîr dorê wê dibin siwar, cardî xwe tavêjê pşşde û zik xişkî diçê , carna qunxişkî diçê, nama zanê çawe xwe veşêrê,Seyrê divê halîde ma tu ku roj lê çûava, bihna wê hate ber wê nema rew rewk li ber çavê wê çêbûn, şev kerbû Seyrê buxçika xwe ji milê xwe kir û li ber xwe danî hin nanê sêlê û hin penîr ji buxçika xwe derxist, kete serde xwar lê çavê tirsêye gezek nan dixwê û li dora xwe dinêrê bi wî halî hin nan da berdilê xwe û da xwe berê xwe da Cizîra Bota ka tu likuyî, Seyrê carna bi ser deve diçê erdê carne li dirihna rastdibê lê cardî didê xwe û bazdidê ta ku roj lê derdikevê. li wê germa beriya beriya birêca û roj li nîvê ezmêne diranê seyrê li hevdikevin, wilê lêhatiye êdî ji sihika xwe ditirsê, kuxuka wê tê newêrê bi kuxê, li ber wê germê û di nav wî pûşîde bihne fişk bi Seyrê ketiye,Seyrê xwe di veşêrê ta reş didevê erdê û bi vîrengî pênc şeş roja Seyrê li wê çolê bitenê ma şevna Seyrê ji dest pêka şevê ta ku roj dihilê li dora xwe dizîvirê, ji wê weye ku ew birêya xwe de diçê lê dema roj lê derdikevê dimeyzênê va hîn ew li cihê xwe ye.şevekî Seyrê dinav wî giya xwînîre bazdidê li cîna ew giya bi ser wê dikevê, çûkek ji ber wê difirê Seyrê gazekî diveciniqê, Syerê dikevê, dirabê, lê nesekinê, ta ku çavê wê bi rehnikekî ket, Seyrê rast berê xwe da wê rehnikê.Syerê giha wê rehnikê dî va koneke wê nîv şevê Seyrê derbasî bin wî konî bû! dî va pîrekek dibin kondeye, Seyrê xwe erdê û gote pîrê ez hêvîdikim ru cilna bimin de bikê ez rût mame.hingî Seyrê li wa gelaşa ketiye cilêwê hemî qetiyane Seyrê wek pîr evoka lê hatiye hin ji nêza û hin ji tirsa û hin ji westandinê ji rengê mirova derketiye ew xifşa xizala, weka ereboşka binê beriyê lê hatiye, pîrê hin cilê xwe bi Seyrê de kirin.Seyrê xwe nixumand û gote: pîrê ez ji nêzaketim heger hin xwarin hebê. pîrê xwarin da Seyrê, Seyrê xwarina xwe xwar hişê wê hate serê wê. Pîr gote: Seyrê ka derdê xwe bijê ez biçi dikarim arî te bikim? keça qenc!? Seyrê go: ez di xwazim tu namakî ji min re binvîsê û bişînê ji birayê min re, birê min li vî Çiyayê bakurî wene navê gundê me Qesrêye. Pîrê go: ser çava keçamin bes tu bihna xwe berde, ber roj derkevê va kurê min li vî konê dî razaye, ezê wî bişînim pey melê, lê weleh malayê me gelek pîr bûye, hingî pîrbûye nema çavê wî vedibin û kesjî ji wî pêve nîne yê ku zanibê bi xwînê û binvîsê, îşa eleh xêre, ber roj derkevê. Seyrê gote: pîrê ezê vegerim çolê! Pîrê go: çima keçamin?Seyrê go: ez newêrim li cemwe bimînim ez ditirsim werim min û min li cem we bibînin û hûn û wa bi hev bikevin ya baş ewe ku ez li çolê bim ta ku birê min bi minve werê pîrê wek tu bi xwazê. tiştê ku Seyrê di xwest di name de bijê ji pîrêre got: ji bin konê wa derket vegera çolê.!? Roj derket pîrê çû kurê xwe ji xwe rakir û şande pey malê, mela hat lê çimalaye bi rastî jî ew ji hev ketiye, kurê pîrê li ber wî rûniştiye û çavê wî vedikê û ew namê dinvîsê, bi wî halî melê name ji Seyrê re nivîsand. Pîrê gote: kurê xwe de kurê min raje vê namê û ligor edrêsa Seyrê here ka bê tu birê wê bi xwere naynê, kurê pîrê berê xwe da gundê Qesrê. kurê pîrê ka bê çiqasî birêde ma ta ku giha gundê Qesrê, kete nava gunde û li birê Seyrê pirsî zarokek kete pêşiya wî û ew bire mala bavê Seyrê, kurik derbasbû bakire wa, birê Seyrê yê mezin derket navê wî mîr Tacedîn bû ew birê mezine. kurê pîrê silav lêkir. Mîr Tacedîn ew derbasî odê kir, kurê pîrê rahişte namê ji berîka xwe der xist û da destê wî. wîjî nama xwe xwend û name li ber xwedanî û girî kurê pîrê ma behitî. kîlîkek çû birê navê Mîr Sêfedîn berdas bû dî va birê wiyê mezin digrê go: xwedê xêrkê çima tu digrê birê min. Mîr Tacedîn go: ev name ji Seyrê hatiye.Mîr sêfedîn go: ka bêje çiheye.Mîr Tacedîn go: ya beş ewe ku tu bi xwe wê bi xwînê.Mîr Sêfedîn rahişte namê û xwend piştî wê name xwend ewî jî name danî ber xwe û girî. kurê pîrê, li wanêrî û rahişte namê û ji mal derket, li silêman birê piçûk pirsî, cêhilek kate pêçiya wî ew bire cem silêman. name da destê Silêman , dema ku Silêman name xwend çavê wî ji hev çûne paş birhê wî rabûn, keserek ji kur hatiyê lê dey nekir, gote: kurê pîrê ka em herin mal. kurê pîrê da pey Silêman li mal Silêman xwarin da kurê, kurê pîrê xwarina xwe xwar, jinûver Silêman jê pirsî? Ka jiminre bêje ka xweha min li kudêye. Kurê pîrê go: xweha te li cem meye.Silêman go: ma hûn li kudêne!? Kurê pîrê go: gundê me jêre dibêjin til medasî roj avayî til koçer û başorî til mehrof dikevê, em bîs kilo mira li başorî til mehrof dikevin (wê demê ev herdû girjî nebû ne til mehrof û nejî til kuçer) Silêman xwe karkir û gote: kurê pîrê derabe em herin Silêman dadore kurê pîrê. birêde Silêman gote: kurê pîrê ez vandere nas nakim? Ka tu hêla Iskan gulî Xan şanî min bike kurê pîrê go: tu nayê cem xweha xwe!? Silêman go: na ezê hingî werim ku min heyfa kur apê xwe hilanîbê hingî ezê werim cem xweha xwe. Kurê pîrê berê Silêman da hêla Iskan gulî xan. Silêman kete wê beriya xwedê ka Iskan gulî xan tu li kudêyî. Silêman xwe girêdaye ji şer re tifinga osmanî li milê wiye xencar silêmanî di ber deye, zilama di ser xwe re nabînê, ji melkemot natirsê wek gurê dev bi xwîn ketiye wê beriyê şev û roj kirin yek niznê wê kengî bighê Iskan gulî xan, ta ku, kete nav gundê Iskan de ji hin zarok pirsî ka mala Iskan gulî xan kanî zarok ketin pêşiya wî ew birin ber deriyê koçika Iskan gulî Xan.Silêman dêna xwe da odê dî va mirovek têde roniştî ji xwe re go: hebê nebê eve ew kûçik.Silêman baker ka Iskan. Iskan daxwe go: ezim Iskan. Silêman go: ez Silêmanim birê Seyrê ez hatime heyfa kur apê xwe hilêmin rû bi rû ne wek te bi bê bextî. ez birayê Seyrê me û kur apê Elî, ewê ku te bi bêbextî kuştî û lib bire ber tifinga osmanî û berê tivingê da tehtikê aniya Iskan gulî xan û destê xwe avête lewlebê fîşek li nîvê aniya wî xist, bi yek fîşekê Iskan li erdê kire kelaş û çû rahişte tifing û xencar Elê ji ber Iskan der xistin û bi şûnde vegera berê xwe da nav konê kurê pîrê, hate cem pîrê go: pîrê ka xweha min. pîrê go: xweha te di nav wî gelaşê hade xwe veşartiye ew newêrê xwe şanî kesî bike. Silêman berê xwe da wî gelaşî û bekire xweha xwe Seyrê. Dema ku Seyrê dengê Silêman kir ji nav gelêş da xwe û bi ser Silêman de bezî hat xwe avête singa birê xwe û herdû li hale hev girî. Silêman rahişte xencer û tivinga Elî dane Seyrê go: xweha min, ez çûm min heyfa dezgirtiyê te hilanî û ez nû bi sertede hatime…Min heyfa dezgirtiyê te li erdê nehişt … Silêman çû cem malika Ereb û gelek sipasiya wakir û xatirê xwe ji wa xwestin û bi destê xweha xwe Seyrê girt, berê xweda gundê Qesrê !?….

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark