Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hûrdiz

 


Ezîz Xemcivîn

Min ne xwest we heta dawiya gotarê bihêlim û li binî binivîsînim; Hûrdiz çî ye an kî ye? Bi kurtî, berê dizî normal bû, gelek diz hebûn û hinan ji xwe re weke kar dîtibû. Di nav me Kurdan de jî tiþtên wisan hebûn, helbet ana jî hene, lê belê bi awayin nûjen, berê digotin: " Ê ne diz be, ne mêr e. " û digotin: " Qelsemêran najon, wê xurtemêr ji wana derkevin"!


Ne xem e dûv re ezê bêm ser diziya nûjen, nuha dixwazim þirove bikim, Hûrdiz kî ye? Hûrdiz ew kesê ko tiþtên pîsik didizî, anko nikarî bû diziya tiþtên hêja bike, lê ji xwe re diziya tiþtik-miþtikên pîsik dikir. Ewê hingê di nav civakê de navê Hûrdiz li wî kesî dibû.
Hûrdiz, hene kilê çavên mirov didizin, çimkî diziya çavan ji wan nayê!
Hûrdizin jî hene xumava li bin pênûsa mirov didizin, çimkî diziya pênûsê ji wan nayê! Hûrdizin din hene xewa çavên mirov didizin, çimkî diziya xewnan ji wan nayê! Henaseya Hûrdizan teng e, ji ber wilo gelekî diterpilin. 
Îro roj cîhanek Hûrdizan a taybet çêbûye, ew yeko- yeko hev dinasin û ew dizanin em wan dinasin, ji lew ra li hev kom dibin û pesnên hev didin, her yek viran (derewan) li yê/a dî dike, bê ko hevûdu bi derewbêjiya hev hest bikin.
Dema tu bixwazî rexneyan li wan bikî, "mirov dizê þekala"sol" wî dikin" êdî tu dê çi karibî rexneyan li wan bikî? Ne diz in wêrek in ta ko tu diziya wan berçav bikî û ne diz in fermî ne, ko bilêta nasnameya wan diyar e an xwedî bawernameya diziyê ne ta ko ji civakê tev dî re xuyanê bin.

Cêwaziya dema berê û a nuha di pirinsîpê de ye. Dema berê, eger yek derewçîn, gelac, bertîlxur, diz an hûrdiz ba di civakê de bêrêz bû, lê serdema niho berevajî ye. Nuha gelek hûrdiz li ser piþta filan, bêvan bûne nivîskar an bazirgan, tev ko tu sermiyandarê wan jî nîn e, belê di bazarê de xwedî nav bûne.

Mixabin rola rewþenbîriyê pir qels e, di heman çax de jî rewþenbîrên me ne di danûstandinê de ne, çimkî hezkirin û hogirî di civaka me de pir kêm bûye. Piraniya rewþenbîr û nivîskarên me di qalikekî xwe yî gilover de dijîn ji lew ra rola diz û hûrdizan di meydana toreyê (wêje) de bêtir bûye!
Dibe di vê gotarê de hinek hûrdizên ko ez wan mebest dikim neyinim ziman, lê belê dikarim bihna xwe bi wan re fireh bikim; heger pêþkeftin di diziya wan de bû, û ji qonaxa hûrdiziyê ber bi qonaxa diziyê ve çûn, wê hingê ez dê samanên diziya wan (a kevin û nû) li ber çavên xwendevanan raxînim.

avestakurd.net

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark