Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: Sûriyê û astengiyên jiyana rojane

 


  NEWROZ *

Em dûr neçin , gava tu bala xwe didî
rewþ û jiyana xelkê Sûriyê bi tevahî , kefteleft , cefakêþî û nexweþiyên di nav civakê de , tu dibînî û dibhîsî ku çendî mirov mijûl û westa ye , bi xem û qiswet , bi derd û êþ e ,..Bi tirs e!.
Li hêlekê , bihabûneke serberdayî ku stoyê piraniya xelkê badide û dihêle ku , mirov bona nanzikê bêtirî 12 se’etan bixebite û hêjî têrê neke . Û ji bilî pirsa nanzikê , pirsa biserîkirina xwendina zariyan û nemaze þûnketina pileya guhdanê di dibisatn û zanîngehên fermî de .


Li hêlekê , fatûrên avê , kehrebê û telîfonê  û xwedê nekê  lêçûna serdana doktûr û ezexanan . Û li hêleka dîtir , bêkarî bi xwe , evê ku roj ji rojê bêtir dibe û gelek nexweþiyên bi tirs bi xwe re, ji dizî û malxuriyê de bigir , ta tu bighê pevçûn û kuþtinê tîne holê …vêca çûnhatina ber deriyên hekîm û hikûmetan , girtîgeh , parêzer û dadgehan . Û xwedê zanê (ew) lê digerin , polis û karbidestên dewletê , ên ku çavan digerînin û dev ji
hev vekirine ku , çawa xelkê bidoþin , beriyan tije bikin , teþqelan û nerindiyan bihevxin , da ku xwe li ber vê yekê deynin , ji ber ku , ne berketiyê min û te ne , ne berketiyê miletê xwe ne , ..ne xema wan e , bila cixara wan pêketî be , û agir bi bêdera gund ketibe , ji ber ku ew bes ji xwe re ne û hew .
Li vê dawiyê , ji neçarî , ji dest bêkarî û xizaniyê , bi hezaran ji xelkê me yên Dêrîk û Dirbasiyê û wekî dî , dev ji gundên xwe berdane û berê xwe dane derdora Þamê , bihêviya ku – xwedêgiravî – karekî ji xwe re peyda bikin  û herweha bi dehhezaran ji xelkê ereb ji herêmên Dêrazor û Reqê , ku rewþa wan ne kêmî wan kurdan e ger ne kambaxtir be . Bi ser de jî , herêmên parêzgeha Helebê, çi ji herêma Kobanî, Kurdax û wekî dî , bi hezaran xelk , nemaze xortên nûhatî û kirêkar, hurve wirve diçin û tên , bi hêviya ku karekî bi dest xwe ve bînin , anjî , riyekê ji riyan peyda bikin û xwe bighênin Qibris an Yonanê ...Hwd Tevdîr û fermanên           
rijîma parta Be’is dihêlin ku jiyan û têkliyên xelkê , xwe bi xwe  , aloz û tevlihev bibin , girêk û nakokî bêtir û gurtir bibin , bi taybetî encam û kartêkirina rola fermana 49 ya 30-09-2008 an , ya ku hêþtiye pêvajoya jiyana aborî , kirînfirotan û pirojeyên avahiyê di herêmên Cezîr , kurdax , Kobaniyê û Tilebyedê de bi tundî bêne dorpêçkirin , rê li ber teng bibe û bête girtin . Lewre jî , li gor vê tabloya jiyana rojane ya hundirê Sûriyê bi kurd û Erebên xwe ve , û berdewamiya siyaseta tek partiyê , rojên nêzîk ne yên xêr û xweþiyê ne. Loma jî , barê rewþenbîr , zana û hiþmendan , barê partiyan û siyasetvanên dilsoz her diçe nazik û girantir dibe . Hest û bawerî bi rê û þêweyên hevkarî û lihevkirinê di navbera kesan de , di navbera civakê de , bingeha hêja ya herî sereke ye .

-------

* Ji weþanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a  Kurd li Sûriyê  - YEKÎTÎ

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark