Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hemîdê Hecî Derwêş: Baweriyê bi Emerîkayê neînin – bi Iraqê re li hev bikin

 


Hevpeyvîna Taybet Ligel Hemîd Derwêş

Zana Sebrî


Di navbera çend rojên derbasbûy de, Sekreterê Partiya Dêmokrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya birêz Hemîd Derwêş bi germî li Bexdadê ji hêla Serokomarê Îraqa Federal birêz Celal Talabnî û li Herêma Kurdistanê ji hêla serok, sekreter, endamên polîtburoya hejmarek partî, rêxistinên siyasiyên Kurdistanê û rayedarên Hukûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hat kirin. Di astekî baş de ragehandina Herêma Kurdistanê ev serdan, hevdîtin û çalakiyên wî yên rojana û şanda pêre şopand. Jibo aşnabûn bi armanca vê serdanê û naveroka wan civîn û hevdîtinên ku di maweya vemana xwe de li Herêma Kurdistanê encam daye, me li bajarê Silêmanî, li Otela Silêmanî Palas serdana wî kir û ev hevpeyîvîn ligel wî saz kir.


Di vê Hevpeyvînê de û di bersiva çend pirsiyarekî me de, birêz Sekreterê Partiya Dêmokrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, Hemîdê Hacî Derwêş nêrîn û helwesta xwe derbarê çend xalekî girîng de wekû, rêkeftian ewlekariyê di navbera Îraq û Amerîka de, biryara Parlamentoya Kurdistanê derbarê meseleya ferehjinî de, doza Kerkûk, rola istixbaratên Sûriya di parçekirina rêxistinên siyasî yên kurd li Sûriya, doza ku li dijî nivîskar Şêrzad Yezîdî vekiriye, diyardeya ji hev cudabûna partiyan li wî parçeyî ji Kurdistanê û çend meseleykî din tîne ziman.

Zana Sebrî: — Di destpêkê de ez dixwazim bi navê malpera Rizgarî bixêrhatina te bikim û pirsiyara min ya yekem dê di derbarê serdana te ya Bexdayê û Kurdistanê de be. Armanc ji vê serdanê çi bû?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Ez jî spasiya we dikim ji bo vê hevpeyvînê. Armanca me ya serekî ji hatina Îraqê, serdana serokkomarê Îraqê birêz Mam Celal bû. Me di vê serdanê de selametî û tendurustiyeka baş jê re xwest, piştî ko neştergeriyeka serkeftî (neştergeriya dil) di meha derbasbûyî de encam dabû. Me di heman demê de ev serdan weko derfetekî nirxand ji bo encamdana çend kar û çalakiyên din jî ligel hejmarek partî û rêxistinên herêma Kurdistanê. Me di vê navberê de hejmarek civîn û dîdar ligel mezneberpirs û endamên polîtburoya YNK, PDK, PSDK û hejmarek din ji partî, rêxistinan û saziyan kirin.

Zana Sebrî: — Di dîdara we de ligel serokkomarê Îraqê Celal Telebanî û zincîrecivînên ko we ligel partî û rêxistinên başûrê Kurdistanê kirin, rojeva serekî çi bû?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Di dîdar û hevdîtinên me de xalên weko rewşa giştî ya kurdan, peywendiyên duqolî di navbera me herdu aliyan de û mekanîzmaya bihêzkirina van peywendiyan hebû. Me xwest ji nêz ve ji rewşa hev agadar bin.

Zana Sebrî: — Di nav sazî û dezgehên ko we li Kurdistanê serdanana wan kir de Parlamentoya Kurdistanê jî hebû. Tu bi giştî kar, çalakî û şêwazê karkirinê di Parlamentoya Kurdistanê de çawe dibînî, bi taybetî ko niha di şeqama kurdî de basa gendelî, giraniya nav bazarê, bêxemiya hukûmetê di şopandina projeyên xizmetguzarî de û ... htd. hene?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Bi baweriya min eger hinekî jî desthilata Parlamentoya Kurdistanê were fereh kirin wê baştir be. Bila Parlamentoya Kurdistanê jî weko parlamentoyên gelek ji dewletên cîhanê xwedan desthilatekî baştir be. Eger ev merc peyda bû wê demê wê bikaribe van pirsgirêkên, ko te niha amaja pê da çareser bike.

Zana Sebrî: — Berî niha bi çend rojekî (27-ê cotmehê) Parlamentoya Kurdistanê di gengeşekirina ”yasaya barê kesêtî” de, pirjinî bi piraniya dengan erê kir, nêrina te di vê derbarê de çi ye?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Hêviya min ji Parlamentoya Kurdistanê ew bû ko pirjiniyê qedexe bike. Min nedixwest behaneyan ji bo vê meselê bibînin. Ya baş ew bû ko bi yekcarî vê diyardeyê qedexe bikin. Ev biryar gelekî ji nirxê jinê û ji mirovahiya wê kêm dike.

Zana Sebrî: — Hatina we ji bo Îraqê û Kurdistanê di demekî de ye ko gengeşeyeka berfereh liser peymana ewlekariyê di navbera hukûmeta Îraqê û Emerîkayê de heye. Tu weko siyasetmedarekî bi ezmûn heyanî çiqasê vê rêkeftinê di berjewendiya kurdan de dibînî, bi taybetî ko niha hejmarek ji siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê helwêsta Emerîkayê li hemberî kurdan taktîkî û miweqet dibînin?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Ez jî dengê xwe dixim di kêleka wan dengan de ko dibêjin Emerîka ne cihê baweriyê ye û zêdetir naxwazim tiştekî din di vê mijarê de bêjim.

Zana Sebrî: — Tenha evqas.

Hemîdê Hecî Derwêş: — Belê tenha evqas.

Zana Sebrî: — Baş e tişta te dighîne vê baweriyî çi ye?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Ji ber ko ezmûneke me ya tehil ligel Emerîkayê heye. Duhî Barzanî li kur sekinand, paşê di sala 1972-ê de çawa gelê me bi êxsîrî di nav lepê Sedam de hişt û em niha nizanin wê sibêhê çi bike.

Zana Sebrî: — Di nav neqşê siyasiyê Îraqê yê aloz de, kurdan heyanî weko niha çiqas karîne mifayê ji Emerîkayê bibînin ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa li Îraqê, bi taybetî ko niha kurd bi yek alî razîbûna xwe ji bo danana binkeyên leşkerî yên Emerîkayê li ser axa Kurdistanê ragehandin e?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Ez alîgirê wê çareseriyê me ko kurd ligel ereb û pêkhatên Îraqê meseleyên xwe çareser bikin, ne ligel Emerîkayê. Bi baweriya min eger demokrasî li Îraqê were çespandin, wê demê wê derfetên çareserkirina doza kurd gelekî baştir bin. Kengê rejîmeka demokratîk desthilat girt destê xwe, wê demê dê çareseriyeka baş ji bo doza kurdan li Îraqê were danan. Nabe ko em qet çareseriya doza kurd ji welatên derve hêvî bikin. Eger me karî mifa ji wan bibînin karekî baş e, lê belê nabe ji bîra me biçe ko çareseriya dawî ligel xelkên Îraqê ye, ligel xelkên Tirkiyeyê ye û ligel xelkê Sûriyeyê ye, ne ligel dewletên biyanî ye. Em dikarin di peywendiya xwe de weko dost mifayê ji Emerîkayê, Ingilîz û hevpeymanên wan bibînin, lê belê çareseriya doza me ligel miletên van welatan e.

Zana Sebrî: — Mebesta min ev e, gelo kurdan di navbera van çend salên derbasbûyî de, piştî ko himbêza xwe ji Emerîkayê re vekirin çiqasî karîne mifayê ji wan bibîne ji bo misogerkirina mafên xwe di çerçeveya Îraqa nuh de?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Dikare mifayê jê bibîne, lê belê nabe ji bo wê yekê hemû tiştên xwe bike destê Emerîkayê de. Pêwîst e em di vê xalê de gelekî hişyar û hestiyar bin, ji ber ko dewletên mezin dema berjewendiyên wan ligel me diqedin dikarin gelekî bi hesanî ji me re bêjin: "Oxir be, Xudê bi we re be". Em kurd di van meselan de bi tirs in, ji ber ko em gelek caran hatine êşandin.

Zana Sebrî: — Kerkûk ji berê ve xala nakokiyê ye di navbera kurd û aliyên din de. Di salên heftiyê de Sedam bi hemû dîktatoriya xwe ji bo Kerkûkê bi birêveberiyeka hevbeş razî bû, amade bû ko vî bajarî ligel kurdan nîv bi nîv par bike û digot: "Bila rojhilatê çemê Xasê ji bo we be û rojavayê vî çemî ji bo ereban be". Lê belê kurd razî nebûn. Di roja me ya îro de ereb bi hilbijartin û rapirsînê jî razî nabin. Tu siyaset û helwêsta serokatiya siyasî ya Kurdistanê di vê derbarê de çawe dibînî û heta çiqasî di siyaseta xwe de serkeftî ne di meseleya Kerkûkê de?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Eger tu ji min dipirsî, ez dibêjim pêwîst e birêz Mam Cela û Kek Mesûd çareseriyeka baş ji bo vê meselê bibînin. Çareseriyekî babetiyane be. Nabe bêjin yan ji bo me û yan ji bo wan. Ez ne ligel wê yekê me ko bêjin: "Yan spî û yan reş". Pêwîstî bi çareseriyekî heye ko çareseriyekî jîrane be. Dibe ko ev çareserî ji bo pênc sal, yan jî ji bo deh salan be. Ez alîgirê çareseriyekî me ko aliyan nêzîkî hev bike, neko bibe sedemê aliyan li hev bixe, weko sala 1974-ê.

Zana Sebrî: — Ji bo Kerkûkê kurd bicihînana madeya 140-ê dixwazin, ereb wê beşek ji hukûmeta navendî dibînin û beşek ji turkmenan daxwaz dikin ko herêmeka serbixwe be. Tu paşeroja vî bajarî çawe dibînî, birmîlebarûd e û kesek nizane wê kengî biteqe, yan gurzegul e. Çareserî çi ye?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Bêxem be. Ez dibêjim Mam Celal qet nahêle bibe birmîlebarûd. Me kurdan gelek caran bi destê xwe, xwe êşandiye. Me gelek caran digot yan wê ligel me be, yan jî wê li dijî me be. Nexêr em dikarin di naverastê de jî qebûl bikin. Pêwîst e em hindek tiştên xelkê jî qebûl bikin, ne tenê yên xwe. Her çareseriyeka Mam Celal û Kek Mesûd danin ez dipejirînim. Giring ew e ko ev mesele were çareser kirin.

Zana Sebrî: — Ez dê pirsiyara xwe ya yekem derbarê başûrê Rojavayê Kurdistanê de hinekî bi giştî bigrim dest, bi hêviya ko bibe destpêkek ji bo hejmarek pirsiyarên din. Gelo di roja me ya îro de, rewşa bizava siyasî ya kurd li başûrê rojavayê Kurdistanê di çi astekî de ye. Heyanî çi astê bi bandor e li ser şeqama kurdî û navendên biryardanê li Sûriyeyê?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Bi rastî rewşa rêxistinên kurd li başûrê rojavayê Kurdistanê ne baş e. Li başûrê rojavayê Kurdistanê tevgera siyasî ya kurd ne azad e û siyaseta nejadperestî ji hêla istixbarata Sûrî ve li ser wan tê bi rê ve birin. Di encama wê siyasetê de jî roj bi roj rêxistinên kurdî ber bi paş ve diçin. Ev siyaset roleka bi bandor dibîne di parçekirina bizava kurdî de. Nimûne niha li cem me 14 rêxistinên kurdî hene.

Zana Sebrî: — Li hember hemû pêşkeftin û guhartinekî muhtemel ko li Sûriye biqewime tu çiqasî amade yî ko pêşwazî li pêvajoya nuh bikî?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Ez di wê baweriyê de me ko wê bikaribin bibin bersiv, lê belê guhartineka bi vî rengî ji nişkê ve niha ne li ber çav e, ji ber ko meseleya kurd li Sûriyeyê bi serê xwe û bi tenha çareser nabe. Tenha bi hêzên demokratên Sûriyeyê jî çareser nabe. Ji ber ko 50 sal e ko tevgera kurd û hebûna partiyên siyasî li Sûriyeyê qedexe ye. Heyanî weko niha hêzên demokratîk li Sûriyaeyê qels in.

Zana Sebrî: — Ji bo hilweşandina rêjima Ba''''''''''''''''asê, rêxistinên başûrê Kurdistanê pêşwazî li hêzên biyanê kirin. Gelo hun li başûrê rojavayê Kurdistanê bîr li çi şêwazê dikin ji bo bidestxistina mafên xwe?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Nexêr, em ne amade ne pêşwazîyê li hêzên biyanî bikin. Em dibînin ko dê gelê kurd bi wê siyasetê zêdetir were êşandin. Em çareseriya doza xwe ligel hêzên ereb û aşûrî dibînin di hundurê Sûriyeyê de. Pêwîst e em meseleya xwe ligel wan çareser bikin, ne bi rêya hêzên biyanî.

Zana Sebrî: — Peywendiyên we ligel opozisyona Sûrî di çi astê de ye, tu wan çawe dibînî?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Em di nav wan de cihê xwe digrin û ez bi xwe jî cihgirê serokê wê opozisyonê me.

Zana Sebrî: — Heta çiqasî baweriya we bi duruşmên wan heye?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Mesele ne meseleya baweriyê ye.

Zana Sebrî: — Baş e garantî çi ye ko dê xwedî li soz û duruşmên xwe derkevin?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Mesela me û wan di programekî re derbas dibe. Di wê programê de hatiye çespandin ko dê meseleya kurd li Sûriyeyê bi awayekî demokratîk û aştiyane di çerçeveya Sûriyeyê de were çareser kirin. Me îtîrafek ji erebên Sûriyeyê wergirtiye ko divêt meseleya kurd li Sûriyeyê were çareser kirin. Em bi vî awayî bi wan re didin û distînin. Ev mesele ne meseleya sondxwarinê ye bi Quranê, yan tiştekî din. Ev mesele meseleyekî siyasî ye di navbera me de û em dê hewil bidin vê meselê her di navbera xwe de çareser bikin. Ez di wê baweriyê de me, eger rojekî ji rojan desthilat bikeve destê hêzên dijber de, wê rewş baş bibe, ji ber ko helwêsta wan ji me gelekî baş e.

Zana Sebrî: — Li başûrê Kurdistanê kurdan federalîzm ji xwe re weko sîstem destnîşan kir, hun li başûrê rojavayê Kurdistanê çi ji xwe re dipejirînin?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Heyanî weko niha me şêweyekî diyarkirî destnîşan nekiriye.

Zana Sebrî: — Çawe dibe? Wata we hîna xwe yekalî nekiriye?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Em dibêjin bila mafên kurdan yên siyasî, civakî û aborî werin misoger kirin. Belko sibê, yan dusibê em bêjin bila kurd îdareya xwe ya mehelî bigrin dest û pirsgirêkên xwe bi destê xwe çareser bikin.

Zana Sebrî: — Wate we hîna navekî diyar lê nekiriye û çi armanceka we ya pêşwext tune ye...

Hemîdê Hecî Derwêş: — Nexêr. Em dibêjin di îdareya mehelî de em navçeyên xwe bi rê ve bibin.

Zana Sebrî: — Di nivîseka xwe de, ko di rojnameya El-Heyatê de hat belav kirin, nivîskar Şêrzad Yezîdî te weko çavê rejîma Sûriyeyê di nav tevgera kurdî de (li Sûriyeyê) bi nav dike, te jî di heqê wî de doz vekiribû, ev doz gihişt kûderê, tu dixwazî bi vî karî bigihî çi encamê?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Min ew kes û ew rojname jî dane dadgehê. Ez niha dixebitim istixbarata Sûriyeyê jî bidim dadgehê. Divêt istixbarata Sûriyeyê helwêsta xwe diyar bike û bi hişkere bêjê ka Hemîd bi wan re ye yan na. Belê ez dê ji dadwer bixwazim ko istixbarata Sûriyeyê jî were dadgehê û îfada xwe bide, ji ber ko ew kes bi biryara wan vî karî dike. Belê wan jê re gotiye ko ew dê vê yekê bêje. Ji xwe Şêrzad bi wan re kar dike. Şêrzad li Erebistana Siûdiyê kesekî naskirî ye û têt zanîn ko bi wan re kar dike. Nivîsîngeha wî nivîsîngeha istixbarata Sûriyeyê ye. Belê, eger parêzerên min razî bin, ez dê hewil bidim wan jî bidim dadgehê, ji ber ko weko min got, wan Şêrzad hîn kiriye. Niha doza min bi rêya 3-4 parêzeran tê bi rê ve birin. Yek ji wan parêzeran, serokê Mafê Mirov yê Sûriyê ye û navê wî Heysem El-Malih e, tevî sê parêzerê din, ko yek ji wan kurd e.

Zana Sebrî: — Hêviya te heye ko tu di vê dozê de bi ser kevî?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Bêguman. Ez gelekî bi hêvî me ko di vê dozê de serkeftî bim. Ew bi xwe birayê Yûsif Zozanî ye. Ez bawer dikim tu wî nas dikî. Bi qasî ko xwiya ye bi birayê xwe re ketiye di nav danûstandinan de, da ko ew tevlî meselê bibe. Lê belê min jê re (ji Yûsif Zozanî re) got: "Yusif, ez di vê meselê de dest jê bernadim. Divê were û îsbat bike ka ez çawa çavê hukûmeta Sûriyeyê me di nav tevgera kurdî de". Belê, bi tuhmeta ko ew di hemleyekî de ne li dijî min ji Awistraliya heyanî Emerîka, ez dê dozê li ser istixbarata Sûriyeyê jî vekim. Baş e eger Hemîd zilamê we ye, hun çawa rê didin wan kesan, ko van axaftinan liser Hemîd bikin. Pêwîst e ev mesele were çareser kirin.

Zana Sebrî: — Baş e çima tu û ne kesekî din. Çima bi berdewamî tîr ji bo singa te tên avêtin?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Ez çi bikim, bi vî rengî ye!

Zana Sebrî: — Ez jî dipirsim çima bi vî rengî ye?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Ma ez çi bikim? Dezgeha istixbarata Sûriyeyê wisa dixwaze. Min heyanî weko niha li dijî hikûmeta Sûriyeyê karekî xirab nekiriye. Tu baş agadar î, ko li Sûriye hindek kes min bi wê yekê tawanbar dikin ko ez siyaseta nerm hildibijêrim û xelkê didim seknandin.

— Baş e istixbarata Sûriyeyê çi ji min dixwaze. Eger min heyanî weko niha daxwaza tiştekî di şêweyê ko li Îraqê qewmî ye nekiriye, min negotiye bila dewletên biyanî werin û em dê wiha û weha bikin, çima wisa dikin? Bi baweriya min, ew dixwazin tiştên xirab li Sûriyeyê biqewimin. Dixwazin kurdan li Sûriyeyê bikşînin lîstikan, dixwazin kurd serhildanekî bikin, rê li pêşiya tevlîheviyan vebibe, wê demê êrîşan bînin ser kurdan û wan ji warê wan derînin. Niha ew gelekî bêzar in ko kurd li şûna xwe mane. Ew ji xwe re dibêjin: "Kurd di paşerojê de dibin dewlet". Niha ew dixwazin ko rêyekî bibînin ji bo meseleyên Cizîrê û meseleyên kurd û ereban li wir. Lê belê siyaseta em bi rê ve dibin rê li pêşiya wan digre. Ew dixwazin ko em helwêsteka hişk û dijwar bidin nîşan dan û wê çaxê ew jî behaneyekî bibînin û tişta ko amadekarî jê re kirine bikin.

Zana Sebrî: — Çanda hevdutawanbarkirin bi zilamtî ji dewletê re di nav rêxistinên başûrê rojavayê Kurdistanê de gelekî belav e, ji hemûyan nexweştir jî ew e ko hindek ji wan rêxistinan ew çand bi xwe re anîne vêderê jî, gelo çavkaniya vê çandê kî ye û sedem çi ye?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Ez dixwazim di vê derbarê de tiştekî ji te re bêjim. Kî çi ji te re bêje bila bêjê, lê belê tu qet bawer neke ko Xuda li me hatiye xezebê yan nifir li me hatiye kirin, lewma em ketine di vî halî de û evqas cudabûn çê dibin. Ev kar bi destê istxbaratê têt kirin. Belê ev kar bi planekî ko berê hatiye danan tê kirin. Piştî pênc salan yan jî deh salan tu dê ji xwe re bêjî: "Rast e, jixwe Hemîd berê ev tişt ji min re gotibû". Kî dizane belko wê demê ez nemabim jî.

Zana Sebrî: — Hêviya temenekî dirêj ji bo te dixwazim.

Hemîdê Hecî Derwêş: — Mirin li pêşiya me hemûyan e. Belê ev kar bi destê istixbaratê tê kirin û ne bêhode ye. Armanceka wan li pey vî karî heye. Armancek ji wan armancan şerê Hemîd e. Bawer bike Zana, bi serê min, bi serê te û bi Kurdistanê, hindek partî li cem me hene eger hemû endamên xwe komî ser hev bikin kamyonek bi wan naye tijî kirin, lê belê ji xwe re dibêjin em partî ne.

Em ji wan re dibêjin werin em bigihin hev, ji me re dibêjin: ”Partiya we partiyeka mezin e, xelk li derdora we heye û bi hezaran endamên we hene, em dê di nav we de winda bibin". Baş e eger tu di nav me de winda bibî, em çi bikin, ma tu dixwazî em qira hevalê xwe bînin da ko tu di nav me de winda nebî. Bi rastî tiştekî seyr û semer e.

Zana Sebrî: — Her çiqas armanc nêzîkî hev û dubare bin jî, lê belê roj bi roj cudabûn çêdibin û hejmara partiyên nuh ber bi zêdebûnê ve diçe.

Hemîdê Hecî Derwêş: — Rast e. Tu ji xwe re li van her 14 partiyan binêre. Duhu ji te veqetiya ye û îro hatiye dibêje: "Em yekîtiyê dixwazin, were em hev bigrin". Baş e çavê min, eger tu yekîtiyê dixwazî, tu çima ji partiya xwe veqetiyayî.

Zana Sebrî: — Baş e tu sedema van cudabûn û qutbûnan ideoloji dibînê yan mesele şexsî ne?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Destê xirab hene. Belê, destê xirab hene.

Zana Sebrî: — Di nav vê hemû parçebûnê de, car car hindek rêxistin û partî tên cem hev û core hevgirtin û yekîtiyekî radighînin, lêbelê di roja eme ya îro de şansê yekgirtin, yan jî ji kêmayî ve bihevrekarkirinê bi awayekî hevbeş heta çiqasî heye?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Di vê derbarê de tiştek heye ez dixwazim were zanîn. Eger li Sûriyeyê pêvajoya demokrasiyê pêş bikeve, wê demê ji nav van her 14 partiyan, tenha wê 2-3 partî bimînin. Yên din wê ji ber xwe ve tune bibin û pêwîst nake kesek ji kesekî re bêje: "Were em hev bigrin,". Eger desthilata istixbaratê nemîne ev mesele bi xwe çareser dibe.

Zana Sebrî: — Ji bo bicihênana vê armancê (pêkhînana yekîtiyeka berfereh di navbera partî û rêxistinan de) we wekû yekemîn partiya kurd li başûrê rojavayê Kurdistanê ko hatiye damezirandin û zêdetir ji nîv sedê ye hun kar dikin, heyanî çiqasî we kariye pêşeng bin?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Me niha vê dawiyê projeyek pêş xistiye û di vê projê de 3-4 partî hene. Em dixebitin bigihin hev û bi hev re kongreyekî kurdî ji partî û kesayetê serbixwe amade bikin. Em kar dikin di vê kongreyê de lêvegerekî ji bo partî û rêxistinên kurdan li Sûriyeyê çêbikin. Ew lêveger wê bikaribe çareserî jibo doza kurd û pirsgirêkên partî û rêxistinên kurdan li Sûriyeyê bibîne.

Zana Sebrî: — Ev proje tenha tiştekî devkî ye, yan derbasî warê kiryarî bûye?

Hemîdê Hecî Derwêş: — Em niha ji bo wê kar dikin. Em dixwazin vê meselê bikin rastiyeke jiyanî û hevalên xwe yên din jî qayîl bikin. Niha em û Partiya El-Wehde, tevî hejmarek baş ji kesayetên serbixwe û rewşenbîr vî karî bi rê ve dibin.

Zana Sebrî: — Min gelek ji wextî te girt. Gelekî spas ko te bi singekî fereh bersiva pirsiyarên min da, tendurustiyeka baş ji bo te dixwazim.

Hemîdê Hecî Derwêş: — Ez jî spasiya te dikim û hêvîdar im hertim di xebata xwe de serkeftî bî.

---------
jêder: rizgari.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark