Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nivîskara kurd «Yildiz Çakar» Hannover bi helbest ên xwe gerim kir

 


Her sal, di meha Oktoberê de, pêşengeha pirtûkan ya mezin li Frankfurtê li dar dikeve.
Di her salê kultûra welatekî  dibe mêvanê vê pêşengehê. Vê sal ê, Türkiya bûbû mêvan. Bêguman di Türkiyê de, ji bilî Türkan neteweya kurd jî heye. Her çende, siyaseta fermî ya Türkiya dixwaze vê rastiyê piştguh bike, lê carnan ji bo dêmên xwe spî diyar bike, çavan digire. Ez pirr li ser vê babetê ranawestim, lê min kire destpêk bo şev ên kultûr ên Türkiya li Bajarê Hannoverê.


Navenda Kultûrê - Pavillon, bi alîkariya bajarê Hannover, weqfa Jiyan û Jîngeh, dêra Marktkirche û komela Arkadaş, şev ên kultûr ên Türkiya di  28.10.08 bo nivîskara Türk Dilek Güngör re, bi zimanê elmanî,  çêkirin û di 04.11.08 bo nivîskara ku ji Istenbolê hatibû Nazmiya Güçlü(Elmanî- türkî) li dar ket.
Di 11.11.08, nivîskara kurd ya Amedî Yildiz çakar( Helbestvan“ Goristana Stêrkan“ û çîroknivîs „ ALA“), bo mêvanê bajarê Hannoverê, di wê çarçewa me li jor nivîsî. Ev şev li Pirtûkxana  rohilata bajarê Hannover (Pavillon) pêk hat. Şevxwendina Yildiz, di seat 20.00an de, destpêkir. Xanim Susanne Müller- Jantsch, bi navê navenda kultûrê - Pavillon bi xêrhatineke gerim pêşwaziya Yildiz Çakar kir:
„ Ez pirr kêfxweş im, ku me kariye nvîskar û rojnamevana kurd Yildiz Çakar ji Diyarbekir, li bajarê xwe Hannoverê bikin mêvan û vê şevê xwe bi helbest ên wê sermest bikin, ku dê bi kurdî û elmanî bêne xwendin. Her wisa jî, dê li ser rola jina kurd di edebiyatê de, ji devê wê guhdar bikin. Bo me hemiyan diyar e, ku kurd beşekî giring e, di mozaîka Türkiyê de û kultûra kurdî ya dewlend jî, ji wan kultûr ên deverê ya herî kevin e. Dubar e bi xêrhatina Yildiz dikim û spasiya Xanim Naciya Bektaş dikim, ku mîna leşkereke nepenî, roleke gewre, di pêkanîna vê şevê de lîst û spasiyên xwe pêşkêşî Tengezar Marînî dikim, ku dê bi karê wergerê rabe. Di dawî de, spasiya we cemawer ên hêja dikim, ku we zehmet kêşa û hun bo beşdarî vê şevê bibin. Ez ji bîr nakim, ku spasiyên xwe bo hemî wan dezgehan bikim, ku alîkarî dane me û bûne sponsorê van şev ên kultûr ên Türkiyê“
Xanim Naciya Bektaş, ev şeva wêjeyî, helbestî û pirr bi mifa bi rê ve bir. Her wisa jî Naciya Bektaş helbest ên, ku Yildiz bi kurdî( zimanê orîgînal yê helbest û gotaran) xwendin.
Nivîskar û helbestvana kurd, bi dengê xwe yê mişt xemgînî, lê mişt bixwebawerî, dest bi xwendina helbest ên xwe kir. Di derketina tona pêşî ji peyvên helbestê û kiziya roniyê, bêdengiyê konê xwe bi ser guhdêran de veda û di dawiya xwendina her parçeyekî ji helbestê, bi kurdî, çepkan dîlana dilxweşiyê serxweş dikir û xanim Bektaş jî bi wergera elmanî ahengeke din dixiste nav liv û tevgereke bêdawî de: 
„  Nave Çûyînê
Şeveke xemrî dibişire wek bizmarekî li ser bajêr.
Bayê azwer nameyên bêbersiv li ber deriyên bêxwedî diweşîne.
Û ez piştî çûyina te lanetê tînîm bi kafirkî....
Di bin darekî hişk de me û li çûyina te difikirim.
Niha tenetiya min û ya darê dişibe hev.
Ne pelên min ê sor mane ne jî yê darê.
Wek du zarokên ji dêyekê.

Em her du bi tenê ne
û kokên me hêdî hêdî ber bi rizandinê ve diçin.
Dirizim, dar jî dirize.
Ez bi temenê xwe ve diqermiçim,
dar bi xetên sor pel diweşîne.
Ditirsim li awêneyan binêrim,
kokên darê jî ji xwe.
-Ev çi dubendî ye, dilê min ?
Ev xezeba çi ye?
Min nedikarî nav li te bikira; gelo baran bû an bahoz...
Dizanim tu yê vegerî!
Bêriya te dikim.
Wek bêhna ku ji sînga dayika min tê, te ji xwe re dikim dê.
Hîn di bin dara hişk de me.
Û xeyalên bizdonek rastî şevên min ên reş tên.
Mixabin hîn şerm dikim ji te hez bikim.
Tenê te wek wêneyek qedexe diveşêrim di awêneya dil de.
Tenê stêrkên derewçîn me temaşe dikin.
Niha em her du li ser ewrekî şîn in û destên me bi hev re hatine pêçandin.
Û vê carê em li stêrkan temaşe dikin.
Pişt re kom dibin, roj û şev.

Helbesta 2an ya bi navê xeyidîme, li ba helbestvana me Yildiz xwedî cihekî taybet e, ji ber ku dîtina dîmenê zarokekî kurd 6salî, wisa bi sarî û hovîtî ji hêla polîsekî tirkî ve bête kuştin, ew xist nav şîneke giran de, ku gelek caran, li nav bexçeyê xewnên wê mêvan e.
„ Ne li te têm û ne jî li xwe.
…..
Ne dayika min û ne jî tu, destê min nagihîje asîman.
Her ku destê xwe davêjim stêrekê, guleyek dibare, di bin banê çavên min de. Li vir, li ba te, di nav gola xwînê de, qeşmerek diawite..“
 
Carnan di bêdengiyê de û carnan bi kovan ên dayîka zaroka 6 salî, yê çavsorî, kîn û nemirovayetiya polîsê tirk, ew berbi zindîbûnê ve biribû, şeva helbestê dixemilî, lê her car jî, girnijîneke mîna bayê sibeh ên bihar ên Amedê, xwe li ser dêmên Yildiz radida.
Yildiz di helbesta xwe de dixeyidî, lê xwenasîn rêya wê bû. Digrî, lê hêvî û geşbînî silava wê ya dawî bûn. Ew helbest ên  hewqas dilkovan, azarkêş û miştbirîn, dema ku derbasî qada cemawer dibûn, dibûn sîmfoniyeke ezelî, li ser kurpîn ên dil dîlaneke perwaneyî dikirin.
Piştî xwendina helbesta 2an, hizr ên cemawer ketin nava bêdengiyekê de. Belkî hîn jî dixwestin, hensa helbestê û bêhna wê bikin morfiyoma xewnên xwe.

Dema beşa helbestxwendinê qediya,  nivîskara kurd Yildiz, gotara xwe, ya li ser rola jinê di edebiyata kurdî de, xwend. Bêy ku ku gotarê dirêj bike, Yildiz behsa qûnaxên berê kir, ku çawa jin bû, ya kultûr û zimanê kurdî parastin, her wisa jî helbestvanên dema xwe bûn, dema ku ew şer, heyranok, dîlok, payizok û  lawik digotin. Wate ew bû imbar û gencîna kultûr û edeba me. Wisa jî, di dema îro de, eve bêhtir ji 80 salî ye, ku siyaseta fermî ya Türkiya ziman û kultûra kurdan genocide dike, jin dîsa di sengera pêşî de ye bo parastina wî zimanî. Her jin e, yak u li male bo zarok ên xwe re bi kurdî dipeyive:

“‘Edebiyateke bê jin, dişibe mêzek lingşikestî.
Di dirokê de heta niha gelek çewisandinên giran û neheqiyên mezin li jinan hatine kirin. Ger ku em qala jinên kurdan bikin, divê em ji dîroka wê destpê bikin. Bi rastî dîrokeke niviskî ya kurdan zêde nîne, hebe jî dibe ku hîn derneketibe holê. Lê sûdeke kurdan heye ew jî çand û pûxtên hundirîn ku bi xêra jinan giheştiye serdema me.
Ger ku em li ser edebiyata kurdan bipeyivin, divê em berê destê xwe bavêjin dîrokê û rewşa jinê ya ku di dîrokê de bide ber çavan. Lê mixabin rewşa jinê bi taybet bi feraseta feodalizm û islamiyetê çiqas di rewşeke kambax û taritiyeke de derbas bûye, derdikeve holê. Ev ferasta ol û feodalite jinê di nava çar diwaran de hiştiye û aliyê wê yê afiranêrî qedexe kiriye. Ji ber van êrîş û qedexeyan jina kurd di dîroka edebiyata kurdî de cihek negirtiye. Di sedsalên dawîn de behsa çend jinan tê kirin ku navên wanên rastîn û belgeyek ku niviskî ji wan hîn derneketiye holê. Lê, çanda devki dide nîşan ku hinek jin xwestine vê xeleka ku wan dorpeç kiriye bişkinin û bigehijin azadiyek, mixabin di encamê de çi bûye em pê nizanin. … Di vê sedsala dawîn de du mînak hene: di warê hunera kurdî de yek Meryemxan û ya din Eyşe Şan e. Ev her du jinên kurd di destpêka hunerên  xwe de bi gelek êrîş û neheqiyên mezin ve rû bi rû mane. Sirgun bûne, xelet hatine fêm kirin, lê Meryemxan û Eyşe Şan ji riya xwe nebûne. Bi rik û afirandineke mezin ji bo nifşa îroyîn re gelek nirxên giranbuha hiştine. Ew zor û zehmetiyên wan îro di warê hunera kurdî de destpêkek, bingehek avakirine. Ez dikarim bibêjim bingeha edebiyata kurdî jin e.“
Piştî axaftina li ser vê babeta hestiyar û giring û bi dûv re bi elmanî jî, dergehê pirs û bersiv an hate vekirin. Pêdivî nivîsînê ye, ku hijmareke mezin, ji siyasetmedar, akademîst, berpirsê kovara edebiyatê Freitext“ deqê azad“ li Hannover, rewşenbîr,  helbestvan û berpirs ên dêran. Pirsa yekem, ku europiyek ji helbestvanekê/î rojhilatî dike ev e: - Bo çi helbesta te hemî êş, keder, azar û xem in?
Bo kurdan jî bersiv her ev dimîne: Ma kurdan ji bilî zulim, zor, bindestî, tepeserî, bombebaran, jeherdan, kuştin, talan, lêdan,  derbederî, bi serçiyanketin, qirkirin û enfalkirin çi dîtin?  Di van pirs û bersivan de, gengeşiyek gerim, li ser pirsa zimanê kurdî, qedexekirina wî û siyaset asîmîlation ê hate kirin. Nivîskara kurd, bi objektîv, tolerens, asteyeke rewşenbîrî bilind û bêhinferehî bersiv ên xwe dan û bersiv ên wê jî bûne cihê rezamendiya hijmareke mezin ji beşdaran.

Tengezarê Marînî
Hannover, 13.11.08

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark