Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Dîrok: Şewata Çalika Dinav bera 1960 û 1970

 


 Luqman silêman  
hevind@ nefel.com  

Gundê çalika li bakur û rojhilatî,Tirbespiyê dikevê û li, hêla rojhilat gundê Xirbê cihûya ye û cardî li rojhilat û bakur Nebîsadiye, li hêla rojhilat û roj ava Eleqo se.
Hediya keçek nû tê temenê wê, nozde saliye, yeka zirava dirêje mirov guneh dikê li bejna wê binêrê, keziyê wê, li kabokê wê disekinin, navê wê Hediyaye û birastîjî ew, Hediya ye, sipehîtayy ji kesîre nehiştiye.


Roja şîraniyê ji serê subihê de keçikê hevalê wê lê bûne kom, destek cil  lê dikin û yekî jêdikin, ta ku destek li bejna wê hat, hin keziyê wê dihûnin û hin biskê wê dihûnin û hinê dî di, dorawêre diçin û tên sitirana li ser wê dibêjin. Hediya gula gundê wa, ewe, hin ji, keçika dixwazin ku Hediya zû  mêrbikê lê hinê dî naxwazin ku Hediya mêrbikê, jiber ku Hediya gula gunde û dema dawetek li gund çêdibê, berê xorta hemiya li Hediya ye ji lewma hin ji keçikê gund dixwazin ew, zoherê da ji, pêşiya wa, der kevê, ev, karê keçikaye. Hediya û hevalê xwe li benda hatina zavê ne wê îro şîraniya wê bixwin.
Zava ji Bekiroxliye, lê ez, nizanim navê wî, çiye.lê Hediya keça kirxoye ji gundê çalika.

Keçika Hediya çav reş pêkanîn û li benda hatina zavêne.Xêliyê Hediya hat û bû qîr û qiyamet def û zirnê lê xist, xort û keç ketin dîlanê hev dihejênin, bavê zavê bi serê govendê girtiye, egala wî ketiye diqirka wîde, zilamê, xwey pere pera didin mitirba, û mitirb di, nava govendê re diçin û tên  dibêjin şabaşe ji zavêre şabaşe ji filan kesre.

Diya zavê û çend pîrek ji hev ketî yê ku nema karin dîlanê bikin, ketine ber xwarinêde, peq peqa hestiye goşte di  beroşê xwarinêye li ser agirê darane. Diya zavê lotika li dora beroşê agir didê xwe ji, eşqa.

Xwarina wa, çêbû, yê dîlanêjî xwêdanê di şilka serê ware avêt. Bavê bûkê û bavê zavê bakirin gotin: Xwedê ji we, razîbê bese emê xwarina xwe deynin û ber pîrek herin hewşa Berhîm  hewşa wî fereye da em, xwarinê deynin. Berhîm du ode û salonek wî di hewşêde hebûn li rexê başûr û du ode,  salon dî li rexê bakur jî hebûn. Berhîm jî ewê başûr xirakirne û pûşê wa daniye rexê bakur pêşberî herdû oda û salonê lê kes di hewşêde nîne. Pîrekê gund û yê ku bi zavêre ji Bekiroxlî hatine, piştî ku têra xwe şabûne û dîlan kirine, hatine li hewşa Berhîm rûniştine da xwarinê bixwin, yek zilam di, nav wade nîne, hemî pîrek û zarokin, hewş hatiye dagirtin zar zar ji hewşê tê, dê li weledê xwe nabê xwedî, xort û keç xwarinê dikşînin, û zarokin li ser diyê xwe digrîn, wek roja heşrê lêhatiye.

 Pîreka xwarina xwe xwarin, pîrekin, her hineka hev girtiye û bi, hevre daxivin sê, livirin çar li dera dîne dih li derahane, pîrekin ji aş û bejar tînin. pîreka  hew dîtin agir bi, pûş ket kî agir berda wî pûşî kes nizanê, dora xanîjî hemû girtiye tenê dîwarek bi kevirê piçûk hatibû lêkirin, lê dema ku pîreka çav bi, agirkir  hemî behitîn û nema zanîn wê, bikude bazdin ew, pîrek diçin û tên libin guhê hev dikevin, her yek dixwazê xwe jivî agirî xilaskê, pîreka ku berê xwe didê wî dîwarê piçûk, pênc şeşek pîrekê dî xwe bi kirasê wê digrin ji wawye ku wê wesa karibin xwe xilaskin, lê yek jiwa nikarê wî dîwarî derbaskê û hemî biser hevde diketin,ew, nizanin ku ew, dîwar li ser hemanekêye yek ji wa pehînekî lê bixê wê dicîde dîwar bikevê. Deng giha Zilamê gund zilam hatin, lê mixabin wajî bîra wî dîwarê nizim nebir, ku tehfekî lêbidin û bidin erdê. Zilam didora xênîre diçin û tên nizanin wê çibkin, hin li derî dixebitin û hinêdî go: emê va oda neqebkin û pîrek dinav êgirde dişewitin.Zilama bisê ciha ew,ode neqebkirin lê, ta ku dîwar neqebkirn şêst û sê pîrek û zarok di, wê hewşêde şewitîn. Bavê Azad digo dema ku me agir vemirand û me, ew, laşê şewitî ji hewşê derxistin hin ji wa di nav destê mede ji hev diketin, yek jiwa pîreka bi halekîbû, dema ku me, rahiştê ew, bû di,parçe û kurikek di zikêwêdebû, mixabin ew, kurikjî şewitîbû.

   Û dawî zavêjî dev ji bûkê berda û go: Ez, nema vê keçikê jixwere dibim, çima ne, çima, zavê go: Ev, keçik bê qudoşe û min ew, navê keçika bext reş çend sala di, mala bavê xwede ma lê  dawî keçik  ji xwere yek  revand.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mijarên Têkildar

Dîrok