Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Vistīvala sźzdan ya helbesta kurdī qediya

 




Zana xanê

Îro roja înê 24/10/2008 vistîvala helbesta kurdî li sûriyê qediya,cîgehê vistîvalê li bajarê qamižlo bû,beždar ji pirrên bajarê kurdan li sûriyê amade bibûn, mixabin gelek helbestvanên bi nav û deng ne amade bûn, lê tevî wilo jî û tevî vê rewža abûrî ya ne xwež jî ku bi ser serê miletê me da hatiye, tu dikare bêje ku vistîval derbas bû


 bi rastî tu pêžketina wilo berçav di warê naveroka helbestê de di vê vistîvalê de, ne hate xuya kirin, gelek helbestvanan helbestên xwey kevn dixwendin, û ji bo jiyana zehmetkêžan tu çare,wêneyên tenik ku hêviyê bide guhertinê di helbestan de ne hat xwendin, paqijkirina kêmasî û dijwariya siyasetmedaran di helbestan de ne hate diyar kirin, rewžeke bêzarî,tengijayî û režayî li ser beždaran xuya dibû,û di helbestên hin helbestvanan de dida der.
Xelatên vistîvalê:
1-xelatek rûmetiyê wek hercar giha helbestvanê kurd ehmedê žêx salih
2- xelatek li ser çaktirîn helbesta nûjen giha helbestvan dildarê ažtî
3-xelatek li ser helbesta bi rist û bi žêwyê kevn giha helbestvan û nivîskar melevanê resûl.
Têbînên ku dihatin gotin li ser vistîvalê:
1-gerek di çîroka belavkirina xelatan de, devera kûbanê û efrînê li ber çavan bihata girtin,û di hejmara beždarkirina wan de kêmasî hebû.
2- gereke komîta bi nerxkirin û rexnekirinê her carê ji vistîvalê bêye hilbijartin,yan jî berhemên helbestvanan bêye rê kirin ji rexnevanên xwedî tecrûbe re mîna rexnevanê kurd heyder umer ,ebdilmecîd žêxo, masûm nisêbînî,..........
3- gerek komîta amedekar di warê veguhestina beždaran de bêtirî wilo bi erkê xwe rabûba.
Di dawî de û tevî van têbînan, em dikarin bêjin spas ji bo komîta amedekar û bi hêviya ku vistîvala sala bê ji wilo pêždetir be û hinkî hejmara helbestvanên ku helbestên xwe dixwînin ji wilo kêmtir be,û ast û nirxên helbestan ji wilo bilindtir be,û dîsan spas ji bo komîta amedekar.  


















 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



 



 




                                      

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark