Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Komîta xelata Osman Sebrî Dr. Munzir El-fedil xelatkir

 


Di sala 1998ê de hin nivîskar û ronakbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê  "komîta xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan" li Şamê damezrandin. Komîta xelatê, biryar dabû ku dê her sê salan carekê dostekî ji dostên gelê Kurd xelat bike, da rêzdariya xwe û ya gelê Kurd  ji bo helwestên berevanî û berhemên dostên gelê Kurd biderbirîne.

Li gor vê erkê, komîta xelatê, di sala 2000î de xelata xwe ya yekemîn pêşkêşî zanyarê Turk, civaknasê navdar Prof. .Îsmaîl Bêşekcî kir, û xelat li Anqerê gihande destên wî. Di xola duhem sala 2004ê de, xanima Firnasa ya yekemîn Danyal Mîteran, ya ku bi navê" Dayika Kurdan " jî hatiye nasîn , li Parîsê hate xelatkirin.


Dîsan komîta xelatê vê cara sehem dostekî ji nav dostên gelê Kurd vedibjêre, û rûmeta wî bilind dinerxîne, ew jî kesayetiyeke îraqî ye, ku di nav akadîmiyan û siyasetmedarên Kurd, Ereb, îraqî û navdewletî de bi helwestên xwe yên erênî û rûmetdar li beramberî gelê Kurd pir gernas û nasdar e.

Ev kesayetiya rêzdar Dr. Munzêr El-Fedil e. Ew kesayetiyeke Ereb e û ji Îraqê ye, li bajarê Necefê ji dayikê bûye . Weke tête zanîn jî, bajarê Necefê bi gelek nivîskar, helbestvan û siyasetmedarên xwe navdar e. Şêxê helbestvanên Ereb Muhemed Mihdî El-Cewahirî jî ji bajarê Necefê bû, ewî dastaneke helbestî pir nirxbuha ji zû de terxandibû Kurdistanê, gelê Kurd û serokê nemir Mile Mistefa Barzanî. Neweyên Kurd herdem wê dastanê dixûnin û xwe pê şenaz dibînin .

Rêzdar Dr. Munzêr El-Fedil li zanîgehên Bexdê, Muite, Eُmman, Zeytûn(Urdinê ) , Selah El-Dîn li Hewlêrê û kolêga yasayê li Londinê mamosteyatî kiriye. Herweha jî ewî di navbera salên 1989 –2004ê de serpereştiya gelek belgenameyên mastir û doktorayê kiriye.

Dr.Munzêr El-Fedil ji sala 1991ê de bi partî û rêxistinên dijberî rêcîma Sedam Husên re  têkoşîn dikir, ew di çarçewa mafên mirovan de xebitiye û dixebite. Her dîsan jî; ewî piştevaniya  pirojeya dadgeha navdewletî ji bo dadgehkirina tawanbarên îraqî bi serdariya Sedam Husên , yên ku li dijî Kurd, Şîe û dewletên dirawasê şerkirine, kiriye .

Dr. Munzêr El-Fedil li gelek kongirên cîhanî beşdar bûye, mîna li van dewletan; (Emerîka, Siwêd, Holenda ,Nirwêc, Birêtaniya, polin, Danîmark, Almaniya, Firansa û li herêma Kurdistanê, di wan civat û kongiran de li ser doza gelê Kurd û Kurdistanê, dêmokratiyê,  mafên mirovan, mafên jinan û destlatdariya yasayê, mafê azadiya derbirînê  û dadgehkirina tawanbarên îraqî axiftiye, û lêkolîn pêşkêş kirine.

 Rola Dr. Munzêr El-Fedil di piştgiriya gelê Kurd de ji bo mafê çarenûsiyê pir berçav e, ew ji nav Ereban ji kesên pêşî ne ku berevaniya damezrandina dewleteke kurdî serbixwe dike.   Lewre jî, ewî di sala 2005ê de cihê xwe di vîtka hevbendiya Kurdistanî de girtbû, û li ser navê vê vîtkê mîna endamê komela niştimanî(Perlemana  Îraqê) hate hilbijartin. Herwisa jî ew weke endamê komîta amedekirina destûra Îraqê jî hatiye hilbijartin. Bi ser de jî kongira netewî ya kurdî li Emerîka sala 2005ê ew mîna endamekî rûmetdar li nik xwe pejirandiye.

Dr. Munzêr El-Fedil pir gotar, lêkolîn li ser mafê gelê Kurd, Enfal, Helebçe û li ser hin navçeyên din yên kurdistanê bi zimanên erebî, kurdî, îngêlîzî, siwêdî, polonî weşandine, û sala 2004ê pirtûka xwe ya giranbuha  " Lêkolîn  li ser kêşa kurdî û pêşeroja Îraqê" bi zimanê erebî li Siwêdê weşandiye, û careke din ev pirtûk sala 2005ê li Kurdistanê hatiye çapkirin, û xelata serokwezîrên herêma Kurdistanê wergirtiye . Herweha ewî pirtûkeke din jî bi sernavê "Ji enfal de ta serxwebûnê,  miletek dîrokê ava dike"  dîsan bi zimanê erebî di sala 2005ê de weşandiye.

"Komîta  Xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan"  bawer dike ku ewê dîsan kanîbû kesayetiyek bash û hêja ji nav dostên gelê Kurd vebjêre û"  Xelata Osman Sebrî" pêşkêşî wî bike.Her weha komîte dixweze bêje ku dê herdem  ji dostên gelê Kurd û  ji bîranîna koçkirina têkoşer û wêjevanê Kurd Osman Sebrî re dilsoz  bimîne.

Hêjayî gotinê ye em bidin xuyakirin, ku rêwresmên xelatkirina Dr. Munzêr El-Fedil dê, ji bo mijûliyên wî, sala 2009ê li Elmaniya pêk bên, û dem û cihê wan dê wê hîngê bêne diyarkirin û ragihandin.


Komîta xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan
Elmaniya  28. 09. 2008


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark