Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: BAHOZEKE SIYASÎ LI ÎSRAÎLÊ

 


 HOÞENG OSÊ
 
Berî 2 sal û 10 mehan, serokwezîrê berê yê Îsraîlê Aryal Þaron ji partiya “LÎKÛD” cuda bû û ji xwe re partiyeke nû ya bi navê QADÎMA ava kir. Ev partî, kete hibijartinan û bi ser ket. Lê piraniya parlementoyê bi dest nexist. Lewra bi partiyên din re koalîsyon ava kir û Þaron bû serokwezîr. Þaron nexweþ ket û ta niha li nexweþxanê ye û cîgirê wî Ehod Olmert bû serokwezîr. Ev serê çend mehan e û Serokwezîrê Îsraîlê Olmert di nav lêpirsînan de bû. Tawanbariya tê kirin der barê gendeliyên Olmert de ne.


Ev lêpirsîn bi dawî bûn û gendelî û nelirêtiyên kirine li ser wî hatin çespandin û teqez bûn. Olmert jî mecbûr ma ji partiya xwe “QADÎMA” û ji hikûmetê istîfa bike. “QADÎMA” jî berê xwe da hilbijartinên hundirîn da serokeke nû ji xwe re hilbijêre. Wezîra karê derve Tsîbî Lêvnî û wezîrê kar û Sererkanê berê Þaol Mofaz, her du çavên xwe berdabûn serokatiya partiyê. Çend roj berê hilbijartin çêbûn û bi rêjeyek pir hindik Lêvnî serket û Mofaz têkçû. Îca divê Lêvnî dest bi avakirina hikûmeteke nû bike. Ji ber ku pariya “QADÎMA” piraniya kursiyên parlementoyê ne di destê wê de ne, mecbûr e dîsa bi hin partiyên din re koalisyonê çêke. Kêmî 45 roj li pêþiya Lêvnî hene da hikûmetê damzerîne, yan dê erkê avakirina hikûmetê bispêrin yekî din.
Ragihandina Îsraîlê bi þêweyek erênî li Lêvnî dinêre û wê wek “jina paqij” binav dike. Lê kêm ezmûneya wê jî tîne ziman. Jina ciwan û xweþik Lêvnî ku endama MOSAD’ê bû eger bibe serokwezîr dê bibe jina duyemîn ku serokwezîriya Îsraîlê dike, piþtî Golda Maîr ku ji sala 1966’an ta 1974’an serokwezîriya vê dewleta Îbranî kiribû. Lê ji niþka ve, Þaol Mofa ji QADÎMA îstîfa kir û serketina Lêvnî lê kire “quzulqurt”. Çima?, ji ber ku hemû serokên giregir ên QADÎM’ê ku ji LÎKÛD’ê qut bûbûn di partiyê de neman. Þaron, nemiriye û ne jî dijî. Olmert istîfa kir û va Mofaz jî gihîþt wî… Dêmek, berpisyarên Tsîbî Lêvîn ser asta partiya QADÎMA’ê û ser asta avakirina hikûmetê, her ku diçe dijwartir dibe.
Ev rewþa ku Îsraîl tê de derbas dibe, mirov dikare mîna bahozeke siyasî binirxîne. Dibe ku ev bahoz sivik bibe û raweste û kêmtirîn ziyan bigihîne Îsraîlê û dibe ku dijwar bibe û gelek pel û dosya tevlihev bike. Lê ya girîngtir ew e ku dê Lêvnî çawa karibe xwe û Îsraîlê ji bahozê biparêze? Ji ber ku sê dosyayên dîrokî li pêþiya wê ne: 1- Projeya atomî ya Îranê. 2- Berdewamkirina hevdîtinên aþtiyê bi fîlîstîniyan re. 3- Berdewamkirina hevdîtinên aþtiyê yên nedîrekt bi Sûriyeyê re. Îca Lêvnî dê bikaribe van berpirsiyariyan hilgire yan na? Dê rojên pêþ, bersiva van pirsan bide me û Îsraîlê.
-------
Jêder: Azadiya Welat

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark