Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Daxuyaniya Komîta Nawendî ya Partî û Gotara birêz Emîn Omer !

 


Kurê Welat

Mamosta Emîn Omer,rexneyên xwe derbarê  Daxuyaniya Komîta Nawendî ya Parta Dêmokrata Kurd li Suriya (El Partî),beþê Dr.Hekîm anîne ziman û li ser Malperên Kurdî weþandin,min dema ku ew Gotar xwend,ku bi rastî divê em tev dost û Hevalên Partî li ser bisekinin,lê gelo mirov karê çi bandorê lê bikê,da Armanc werê cihê xwe û Hêza Partî xurt û bi Hêz bibê!!!


Em berî her tiþtî ji bîr nekin sedemên,ku Partî ji bo wan Parçe bu û gihiþte vê Rewþê çi bun,bi gomanê min rewþ roja Îro zore ku werê çare serkirin,ji ber ku serdestî min û te û yên dine,bi Teybetî Hevalê Dr. û Rêhevalên wî,ku nikarin di wê bilindiya berpirsyariyê de bin û Qurbaniyan pêþkêþ bikin.Lewma min xwest li ser hin Xalan rawestim,deynim ber destê Heval û Hogirên Partî !!!!
Weke em dizanin parçebun ne ji ber cudatiyên Raman û Bîrubaweran bu.Sedem ew bun , ku destên derve xwe li ser dan û ji ber ku ne bi dilê wan bu , ku Mamosta Nessredên rêberiya Partî bike,jiber ku ew xwe nedikire bindestê wan de,Lewma wê demê  Sekreter bo Partî ji derve anîn,hingî jî dostên Partî ji Welatparêzan,ev doz kirin,lê mixabin nikarîn bibin serî û Partî cardî bikin yek,da Rê li ber parçebunê bigirin,100 heyf û mixabin,ku rewþa Partî welê lê kirin,piþtre cardî parçe bu,mixabin Îro 3 Parçe ne,ma ev Cihê razîmendiya kê ye gelo???
Derbarê Daxwaza Hevalên ku jiber vê yekê li mala xwe runiþtine, û Dilê wan li ser Partiya wan diêþihê,14 Hevalan Bangek bi Pêþneyarî,arastyî herdu beþên Partî kirin,weke em dizanin û birêz Emîn Omer jî keremkirî û nivîsandiye,raste Hevalên mamosta Nessredîn bi biratî bersiva wan bi arênî dan,lê mixabin Hevalên Dr.Hekîm heta li xwe ne nihan ku bersiveke biratî ji wan Heval û Hogirên hêja bidin,bi kêmanî dilê wan xweþ bikin,çi erê çi na ,ne xem bu , lê hinek Rêz û Qedir jî gereke mirov ji wan Hevalan re bigirê,ewên ku dilê wan li ser partya wan di êþihê,bi teybetî ku Pirsgirêka Kurdî di vê Qunaxê de weha derbas dibê.Lewma Ez dikarim vê ji Kak Emîn re bêjim,heta ku beþê Dr. di vê rewþê de ye zore ku ev armanc werê serî!!!
Derbarê avakirina Rêkxirawa Ewropa,dema rewþ li welat weha bê,ma wê çawa li Ewropa çareser bibê,dîse Dr. Rê nadê wan dilsozê Partî ku bi Sala li Welat û Îro li Ewropa jî,herdem di xizmete Partî û Gelê xwe de bun?Tiþta ku hebu jî,dema ew hate Ewropa ji hev hilweþand,em li Ewropa ne û Roj bi Roj dibînin,ku Rewþa Tevgera me berbikuve diçe,kî çi dibêjê bere bêjê,lê Rewþ ne cihê razemendiya kesekî ye,Eger li Welat Yekîtî çê nebê,behwer bike li Tu derî çênabê,rewþ wê wilo Xirab bê,ji hev ketî bê,ziyan wê herdem piþka Gelê me û Rewenda me li Ewropa bê.
Derbarê Rêbaza BARZANÎ,diyare ku ev jî buye,rêçeke Bazirganî bo hineke,dixwazin xwe û suka xwe pê bimeþênin,baþtirîn nimune Te bixwe nivîsandiye,ku kî ji wan ji Serok Messud Barzanî,Barzanî tire,eve ya rast,lê mixabin kî dikarê wilo bifikirê,eger wan karîbane wilo fikirî bane,bêgoman em ne digihane vê Rewþa xirab.
Hevalê Emîn,ez spasiya te dikim û hêvîdarim,ku bi sedan Heval û Dost Dengê xwe bilind bikin,em tevde li ser Yekîtiya Partî bi sekinin û xwedî derkevin,Rê li ber Bazarganan bigirin,Gelê me hewce darî Yekîiî ye.
 
Herbijî Xebata Gelê Kurd bo Azadî û Serfirazî yê.

14.09.2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark