Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rźjīm a Ba`is ya žoven *

 


  Ismaîl Hemê

Diyare ko rêjîma Ba`is ya ko bi dehê salan bi alavên zor, sitem û hêzên ewlekariyê di bi navê "Barê ne asayî"de civaka Sûrî kontrol kiriye, û mafê mirov perçiqandiye û bi hezaran kesên çalakvanên siyasî û bernîgar, bê sûc û sedemên rewa, zindankiriye, wê hîn û hîn di bikaranîna žêwên tund û tîjîyê dijî opozisyona demoqrat berdewam be, û diyare ko ev rêjîm tucarî nikare xwe biguhere, tevî cîhan tev hat guhertin, û hîn jî bawere ko zor û sitem bi tenha dikare deselate di destê xwe de bihêle.


Girtina herdû serkirdayetiyên Kurd; mamoste Mihemedê Mûsê sekreterê partiya çep a Kurd li Sûrî, û berêz endazyar Miž`el Temmo berdevkê žepêla pažerojê ya Kurd di vê çarçewê de tê zanîn û dibe ko nameyek be ji bo partiya me "partiya Yekîtî ya Kurd" da ko çalakiyên xwe rawestîne, çimkî ev herdû hêzên siyasî, bi bîr û baweriyên xwe, nêzîkî partiya me ne, lê wateya vê nameyê çibe, em amade ne, ko bi rengekî nêgetîv lê vegerînin û em ji rêjîmê re bêjin ko ev awayê xerab dijî Kurdan û hêzên Kurd yên tekožer tucarî xebat û tekožîna me narawestine, û siyseta žoven û tuxmperest dijî miletê Kurd wê têkbiçe û hilweže.

Rêjîma Sûrî, wek rêjîmek totîlîtar bi darê zorê hatiye ser deselatê, hîn bawermende ko zor û vebuhižtin û hêzên ewlekarên ewarte wê wî ji gerekiyên vê qonaxê rizgar bike, lê mixabin, ev rêjîm nizane dîrokê, wek heye, bixwîne û nikare înan bike ko dîroka totîlîtarîzmê bi dawî bûye, û ev qonax qonaxa demoqratiyê û rêzgirtina mafê mirovaye, û ramanên tuxmoerest û žoven cihê wan di cîhanê de nemaye.
Lê ežkereye ko partiya Ba`is, wek yek ji partiyên di qonaxa navçe ya sedsala bîstan de hat damezrandin, û di gežbûna ramanên fažist û nazî di Ewropayê, û di bin bandora wan ramanan hat avakirin, hîn bawere ko cihê wan ramanên xerab û qirêj di vê cîhanê de heye, û hîn berxwedana mayinê dike.
Lê bera rêjîma Ba`is xwež zanibe ko dîrok xwe nuhdike, lê tucar bi pažve venagere û ewê bi xwe di pažerojê de wê bibe parçek ji dîrokê û miletê Sûrî yê ko di zindanên vê rêjîmê de dijî, wê bigihê armanca xweyî demoqratî rewa û wê bigihê jiyana xwežî û azadiyê, û wê qonaxa zilm, zor, birçîbûn û xizaniyê derbaske, û berdewamiya girtin û vebuhižtinê û žêwên kontrolkirinêyî ne rewa wê hilwežin, û miletê Kurd bi serkirdayetiya hêzên tekožer wê doza xwe çareser bike û wê bigihê mafê etonomî, xwe serwerî ji ber miletê me sînorê tirs û tîrora rêjîmê derbas kiriye, û ew amadeye ko hîn serhildanan sazbike.
------
Sernivîsa belavoka yekitî – hejmar (3)

 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark