Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn bi rêzdar Ibrahîm Guçlu -Sekreterê TEVKURD ê re

 


Ibrahîm GUÇLU Kî ye?
  Ew kurdekî Anadoluya Navîn e, sala 1949an li gundekî nêzîkî Enqereyê, li gundê Haciya hatiye dinyayê. Di dibistana navîn de, bi tesîra du mamosteyên kurd ramana neteweyî kurdî pêre çêdibe, ji sala 1967an ve, wî dest bi xebata siyasî kiriye, beşdarî di xwepêşandanên kurdan de kiriye, di heman salê de(1967), dibe xwendevanê zanîngeha Hiqûqê ya Enqerê, karê siyasî di partiyeke çep a tirk de dike.


Ji bona ku ew damezirêner û serokê DDKO yê bû, digel çend hevalên xwe(Mumtaz Kotan, Sebrî Çepîk, Nezîr Şemîkanli, M. Emîn Bozarslan, Musa Enter, Dr. T. Zîya Ekîncî, Canîp Yildirim) li Enqereyê sala 1970, 8mehan dikevin zindanê. Sala 1971ê, ji ber kurdîtiyê careke din ew tê girtin, 4salan di zindanê de dimîne. Di rêxistina Rizgarî, paşê Ala Rizgarî de xbatê dike. Sala 1987an li Swêdê cîwar dibe, sala 1998an careke din ew vedigere welêt, di partiya(DKP),(Hak-Parê) de kar dike. Vêga, ew sekreterê TEVKURDê ye.
Li destpêkê, bi navê weşana NEWROZ a ku bi zimanê kurdî li Sûriyê tê weşandin, em xêrhatina we dikin. Bêgomane, em xwe bi pêdarî û berxwedana we di ber doz û zimanê kurdî de bextiyar û serbilind dibînin, ji ber ku zimanê me, nîşan û sembola hebûna me ye.

1-Pirsa me ya pêşîn ew e ku hun TEVKURDê bi xwendevanên NEWROZê bidin naskirin. Ev sazî ji bo çi û kengî ava bûye, armancên wê çine, rêvebiriya wê çawa dibe…û hwd?.
1-TEVKURD, kurtenavê me ye. Navê me yê vekirî “Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd” e. TEVKURD, tevgereke yekîtiyê ye.
Xebata TEVKURDê di 4-ê îlona 2005-an de bi konferanseke rewşenbîr û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê li serekbajarê  dewleta kolonyalîst a Tirkiye  Enqereyê, bi avabûna “Gruba Xebatê ya Neteweyî û Demokrat a Kurd” (GRUBA XEBATÊ) dest pê kir.
Gruba Xebatê di 27-28. 12. 2005-an de civîına xwe ya fireh û giştî li Kurdistanê û li Bajarê delal Amedê, vekirî, di saloneke otelekê de pêk anî. Di vê civînê de biryar girt ku navenda xebatê, Kurdistan û Amed be.  Di encama civînê de ji bona ku yekîtiyeke siyasî ava bibe, biryara pêşxistina xebata xwe da û deglerasyonek ji reya giştî re pêşkêş kir.
Ez, ji bona ku TEVKURDê baş bidim naskirin, ez dixwazim ji GRUBA XEBATê bi kurtî be jî behs bikim.
Wateya peyva “yekîtiyê” gellek vekirî û xuya ye. Dema ji yekîtiyê tê behs kirin, wê demê tê wê maneyê ku hêz û parçeyên cîhê hene, gerek ew hêz û parçe bibin yek. Dema ku ji yekîtiyê tê behs kirin, dîsa gelek awayên yekîtiyê tên bîra mirov. Wek mînak, yekîtiya milet û gel, yekîtiya miletan û gelan, yekîtiya dewletan, yekîtiya siyasî, yekîtiya partiyan, yekîtiya neteweyî, yekîtiya civakî. Şirketên aborî jî, yekîtiya sermayeyê û maldarîyê ye. Konfederalîzm, yekîtiya dewletan e. Federalîzm, yekîtiya herêmên neteweyî û desthilatdarî ne. Enî, yekîtiya partî, grûbên siyasî, kes û hêzên xwediyê hevarmanc in. Mirov dikare bibêje ku di civatên modern de jiyan li ser hevbeşbûn
û yekîtiyeke plural dimeşe. Yekîtî, ji bona serkeftin û mezinbûnê jî konseptek e.
  Miletê kurd li hemû beşan ji bona ku rizgarî û azadiya xwe bibe serî, hewcedarî yekîtiya civakî, siyasî û wekî din e. Ev rastiya ji bo Bakurê Kurdistanê jî derbas dibe. Ji bona vê yekê, di çil salên jiyana min ya siyasî, entellektûelî de peyva ku min zêde bihîstiye û bi kar anîye peyva yekîtiyê ye. Ev jî derdixe holê ku yekîtî hewcedariyek e.
Li Bakurê Kurdistanê, ji bona yekîtiya siyasî, an jî ji bona awayên din yên yekîtiyê  gelek kar hatine kirin. Di van yekîtiyan de aliyên biserketî bûne, aliye biserneketî bûne. Lêbelê gerek mirov aşkere bike ku di yekîtiyê de kurdên Bakurê Kurdistanê bi giştî serkevtî nînin. Li beşên din yên Kurdistanê jî yekîtî wek pirsgirêkekê li holê ye.
Li Başurê Kurdistanê ji gelek aliyan de pirsa yekîtiyê çareser bûye. Ji çend aliyan de jî biserneketiye. Yekîtiya Hukumeta Herêma Federe ya Kurdistanê hîn di demeke nêzik de çareser bû. Lê hezar mixabin, di nav vê pirsa jiyanî de pirsên nehatine çareser kirin, hene.
GRUBA Xebatê, li Bakurê Kurdistanê, hewildana beşek kesên siyasî ji bo yekîtiyê bû. Lê pişt re ji bona ku wan kesan xwest ku grûb û rêxistinên siyasî yên Bakurê Kurdistanê di nav vê xebatê de bin, bû hewildeneke hêz, grûp û kesên siyasî ji bo yekîtiyê. GRUB, hewildaneke yekîtiya siyasî bû.
Xebata GRUBê, di 04. 09. 200-an de bi dest pê kir. Ev banga civînê, piştî ku serokwezîrê Tirkiyeyê di Tebaxa 2005-an de li Diyarbekirê di axiftina xwe de pirsa kurd pejirandibû, hat kirin. Lewra piştî daxuyaniya serokwezîr, her kesî û her hêzê ji rewşê wezîfe derdixist. Helbet piştî Teyyib ERDOGAN bûbû serokwezîr diyar kiribû ku “Pirsa kurd pirseke vîrtuel (doyayî, sanal) e”, “dema ku tu nebê jî, wê demê ji pirsê naye behs kirin”, girîngiyek dide daxuyaniyê. Ev daxuyaniya  ERDOGAN a li Amedê ji bo gellek kesan û hêzan hêvî çêkir. Piştî ku ERDOGAN vegeriya Enqereyê cem leşkeran got ku: “Li Tirkiyeyê yek milet, yek welat û yek dewlet heye” jî, vê hêviyê dom kir.
Di bangê de rojeva civînê ya vekirî cîh girtî bû. Beriya civînê diyar bû ku rojeva dizî jî heye û ev rojeva dizî, di civînê de jî aşkere bû. Di rojeva vekirî de dihat gotin ku “ gelo em kurd dikarin di dema dûrûdirêj de bi hev re çi karî bikin?”. Di rojeva dizî de dihat xwestin ku ji bona piştgirîya serokwezîr konseptek û komîteke piştgirî bê avakirin. Di encama civînê de rojeva vekirî bi dengan bi serket. Lêbelê pîvanên ji bo miletê kurd girîng in, di destpêkê de bi piraniya dengan hat red kirin.
Pêvajoya GRUBA XEBATÊ bi vî awayî bi gellek pirsgirêkan dest pê kir. Navê Grubê bi zanyarî wek “Gruba Xebatê” hat binavkirin. Lewra li pêş me xebateke dirêj hebû, ji bona ku ew kesên beşdarî civînê bûne, ji gellek aliyan de di nav xwe de xwediyê pirsgirêkan bûn, gerek ev pirsgirêk çareser bibûna. Ji bo yekîtiyê HAK-PAR mînakek bû: HAK-PARê girêdayî pirsgirêkên gellek bingehî, nedikarî yekîtiya xwe biparêze, pêşbikeve û bi gel re pêwendiyên xwe xurt bike. Helbet navê “KURD” jî bi zanyarî, ji bona ku nasnameya millî ya vê xebatê diyar bibe, meşruiyeta civakî û millî ya kurd di xebatê de nîşan bide, hat dayin.
Helbet di nav wê tevliheviya Civîna 4ê îlonê de gelek pirs hebûn ku li ser nehat gengeşî kirin. Ji bona vê hewcedarî bi civîneke giştî, beşdarên wê pirrreng û pirrdeng hebû. Ev civîna, di 17-18. 12. 2005-an de li Diyarbekirê pêk hat.
Di civîna 4ê Îlonê de gengeşî û biryar di ser huqûqa keseyatî re hat meşandin. Vê yekê jî hêvî çêdikir ku ev bibe yekîtiyek hevbeş û xurt, ji partiyeke nû re rê veke. Ez dikarim bibêjim ku ji bo beşdarên civîna 4ê îlonê xeyelên nû çêbûn. Ji bona ku navendiya xebatê di destpêkê de Diyarbekir nebû, min di Komîta Birêvebir de cîh negirt. Hezar mixabin, di xebata Komîta Birêvebir de helwesta grûbçitî rû da. Li Civîna Giştî ya Diyarbekirê grûbçitiyê bi her awayî xwe nîşan da. Li ser vê pirsê gellek gengeşî hatin kirin, lihevkirineke nû hat holê. Hat pejirandin ku “Xebata GRUBê di esasê xwe de, li ser huquqa keseyatî dimeşe. Lêbelê rastiya grûban jî berçav dike.” 
Di 17-18.12.2008-an de bi sedan kes beşdarî civîna Gruba Xebatê bûn. Di civînê de 36 kes wek endamên Meclîsê hatin hilbijartin. Civînê deglerasyonek weşand û di wê deglerasyonê de ji bona ku Meclîs yekîtiyekê ava bike, wezîfe da ser milê wê.
Meclîsa Gruba Xebatê, xebateke fireh pêk anî. Li bajarên Kurdistanê û li bajarên metropolê, gelek civînên herêmî lidarxist. Bi sedan kes beşdarî van civînan bûn. Di van civînan de li ser bername, destûr, model û hiqûqa yekîtiyê gengeşî pêk hatin û pêşniyar hatin kirin. 
Meclîsa Grubê, gorî ev bîrûrey û pêşniyarên di civînên giştî de hatibûn ser zimên, reşnivîsa bernameyê û destûrê amade kir. Amadekirina reşnivîsa bername û destûra TEVKURDê bi xebeteke dûrûdirêj pêk hat. Piştî ku reşnivîsa bername û destûrê amade bû, Meclîsa Gruba
Xebatê biryar da ku kongreyekê li dar dixe û di wê kongreyê de bername û destûrê bike biryar.
Kongre, li ser hiqûqa kesayetî pêk hat. Berpirsiyarên rêxistin û komeleyan bi fermî beşdarî kongreyê nebûn û wek kesayetî beşdarî kongreyê bûn. TEVKURD, ji aliyê 250 kesê kurdperwer yên serbixwe de hat ava kirin. Gorî destûrê biryar hat girtin ku rêxistinên siyasî û komele û weqifên kurd bibin endamê TEVKURDê.
Kongre, di 25-26. 5. 2007-an de hat bi darxistin. Di kongreyê de biryar hat girtin ku TEVKURD ava bibe. Kongreyê program û destûr pejirand. Kongreyê gorî destûra TEVKURDê, endamên Meclîsê hilbijart. Gorî destûrê Komîteya Rêvebir jî, ji aliyê Meclîsê de tê hilbijartin. Piştî kongreyê Komîteya Rêvebir ji aliyê Meclîsê de hat hilbijartin. Komîteya Rêvebir jî di nav xwe de wezîfe parve kir. Min jî sekreteriya TEVKURDê wek wezîfe girt ser milê xwe.
TEVKURD, rêxistineke yekîtiyê ye. TEVKURD, ji kesan, ji rêxistinan pêk tê. Armanca TEVKURDê ya rêxistinî ew e ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ava bike.
Karektera TEVKURDê di xala 2–emîn ya destûrê de hatiye diyar kirin û wilo ye: “TEVKURD, ji kesên ku ji partî, hewildan, grûb, însîyatîf û saziyan tên û şexsiyetên siyasî yên ku xwedî perspektîfa yekîtiya neteweyî ne û wek hemû miletên medenî li ser xaka xwe bi azadî û serfirazî jiyana neteweya Kurd diparêzin pêk tê.”
TEVKURD, rêxistineke demokratîk a plûral e. TEVKURD, bi riya Kongreyê, Meclîsê, Komîteya Rêvebir ve tê rêvebirin. TEVKURD, xwediyê serok ne, xwediyê berdevik e. Ji cûda reng û fikran pêk te. Armanca rêxistinî û demokratîkbûna TEVKURDê jî di xala 3-emîn ya destûrê de tê diyar kirin: “TEVKURD, ji bo ku hevbeşiyên têkoşîna rizgariya neteweyî derxîne holê û van hevmuşterekiyan bi pêşbixîne û bi gel bide qebûl kirin; ji bo ku hemû fikir, bawerî û hêzên neteweyî, demokrat yên cudareng li gor perspektîfa yekîtiya dew û dozê nêzikî hevûdu bike; ji bo ku çanda yekîtiyê pêş bixe û hemû hêzên welatperwer li gor hedefa bernameya yekîtiyê têxe nava xebat û tevgerê, erk û wezîfe hildigre.
“TEVKURD, di avakirina yekîtiya neteweyî de hevqebûlkirin, rêz û îhtîrama li hember hemû fikir û hêzên neteweyî esas digre. Avakirina Kogreya Neteweyî ya ku îradeya neteweya kurd a hevbeş temsîl bike armanc datîne.”
TEVKURD, rêxistineke legal û îllegal jî nîne. Rêxistineke vekirî û de factyoyê. Lê daxwaz dike ku hemû rêxistinên siyasî yên legal (qanunî) û hem jî rêxistinên îllegal (neqanunî) bike endam.
TEVKURD, rêxistineke bêîtiatkar e. Ji bona ku sîstema kolonyalîst ya dewleta tirk bê guhertin,  ji hêza gel ya girseyî bawer e, bi “şoreşa sivîl” dixwaze ku guhertinê pêk bîne: Neteweya kurd li Kurdistanê desthilatdar be û hemû mafên xwe yên neteweyî û grubî qezenç bike.
Wek tê zanîn ku li Bakurê Kurdistanê, ji bona statûya Kurdistanê ji aliyê hêzên Kurdistanê de, dewleta serbixwe, dewleta federal, ozekbûna demokratîk tê parastin. TEVKURD, di bernameya xwe de mafê çarenivîsiya neteweya kurd diparêze û desthilatdariya neteweya kurd li Kurdistanê bêqeyid û şert dike armanca xwe. Ji bona vê ew kes û rêxistinên ev statûyên cihê diparêzin dikarin bibin endamê TEVKURDê.  
TEVKURD, yekîtiya neteweya kurd û Kurdistanê wek wîzyonekê dipejirîne. Ji bona vê ji hemû tevgerên beşên Kurdistanê re piştgir û alîkar e. Amade ye ku bi hemû beşên Kurdistanê re pêwendî çê bike û pêwendiyên xwe bi wan re xurt bike. Ji Dewleta Federe ya Kurdistanê re piştgir e. Ji bona vê jî, li dijî êrişên dewleta tirk û yên cîran bi xurtı derdikeve.
Di TEVKURDê de zimanê fermî kurdî ye. Di kongre û civînên organan de zimanê kurdî bi kar tê. Bi çapemeniyê re bi kurdî û tirkî pêwendî tên meşandin. Daxuyaniyê çapemenî yên zindî dema ku tên bi dar xistin, kurdî tê pêşkêş kirin;  kurdî û tirkî bi niviskî daxuyanî tê belav kirin.

2-Eve bêtirî carekê ye ku derheqê TEVKURDê û sekreterê wê doz vedibe. Gelo, armanca dewleta Tirk ji van dozan çiye?.
2- Dema Gruba Xebatê jî tê de, ji bona TEVKURDê 4 doz hatin vekirin. Doza 1-emîn ji aliyê dadgeha Enqereyê de, di derheqê min, A. Melîk Firat (kevneserokê giştî yê HAK-PARê), Fuad Onen (Endamê Meclîsa TEVKURDê), Sînan Çîftyurek (Endamê Meclîsa TEVKURDÊ) de vebû. Ev doza hîn dom dike. Doza 2-emîn di derheqê Konferansa Kerkûkê de li Amedê vebû. Di vê dozê de Berdevikê TEVKURDê hat dadgeh kirin. Di dadgehê de berdevikê TEVKURDê Sebahaddîn KORKMAZ helwesteke kurdî û kurdperwerî nîşan da. Pirsa Kurdistanê û mafên neteweya kurd parast. Di encamê de ev doza TEVKURDê beraat kir. Doza 3-emîn di derheqê min de, ji bona protesto û rûreşkirina êrişa dewleta tirk li Başurê Kurdistanê, li Amedê vebû. Ew doza hîn dom dike.  Doza 4-emîn ji aliyê dadgeha Ruhayê di derheqê min, Fuad  Onen, Sidki Zîlan (Endamê Meclîsa TEVKURDê), Eyyûp Karageçî (Endamê Meclîsa TEVKURDê), Arîf Sevînç (Endamê Meclîsa TEVKURDê), Nadîr Yektaş, M. Kemal Oguzlu de vebû. Ev doza di 17-ê Hezîranê de li Dadgeha Ruhayê  dest pê dike.
Di doza 3-emîn û di doza 4-emîn de ezê parêznameyên xwe bi kurdî pêşkêş bikim.
Di derheqê min de gelek dozên din hene ku dom dikin, beşek dozên di derheqê min de jî encam girtine û li min ceza hatiye birîn.
Ji bona xebatên Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PARê), di derheqê min de li Enqereyê, li Wanê, li Merdînê sê doz vebûn. Min di van dozan de bi kurdî parêzname pêşkêş kir. Ji van dozan du sal û nîv cezayê min heye û ez li benda biryara dadgeha bilind im.
Ji bona xebatên min yên Komeleya Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOMê) di derheqê min de gelek doz vebûne.  3 doz gihîştine
encemê. Ji van dozan 3 sal û 9 meh cezayê min heye. Ez li benda biryara dadgeha bilind im. Min di van dozan de jî parêznameyên xwe bi kurdî pêşkêş kirin. 
Ji bona meşa Amedê û Xaburê jî, min salek û sê meh ceza girtiye. Ev doza jî li dadgeha bilind e.
Ji bona axiftinên min yên di konferansan de, ji bona hevpeyivînên min yên di kovar û rojnameyan de, ji bona axevtinên min yên di televîzyonan de jî gelek dozên dom dikin hene.
Armanca dewleta tirk di van dozan de gelek aşkere ye, ji aliyê hemû kurdan û dinyayê de jî tê zanîn.
Dewleta tirk naxwaze ku doza kurd û Kurdistanê pêşbikeve. Dewlet dixwaze ew kesên ji bona doza Kurd û Kurdistanê xebat dikin çavtirsî bibin, ew dev ji dozê berdin. Dewleta tirk naxwaze ku siyaseta wan ya derewîn, kolonyalîst, ne mirovane  bê deşîfre kirin. Gelê kurd xwediyê mafên xwe yên neteweyî bibe. Kurdistan serbixwe û neteweya kurd azad bibe. Dewleta tirk baş dizane ku dema ku Kurdistan li Rojhilata Navîn bibe dewleteke serbixwe, wê demê rola wan biçûk dibe. Lewra tê zanîn ku neteweya kurd, li Rojhilata Navîn piştî ereban neteweya 2-emîn e. Ev yeka hem dewleta Tirk û hem jî dewleta faris ditirsîne.
Dewleta tirk xwediyê ceribandinan ku piştî serîhildanên Bakurê Kurdistanê serok û têkoşerên Kurdistanê hatine kuştin, demeke dirêj li Kurdisatnê bêdengî çêbuye. Dewletê bi rehetî siyaseta xwe li ser gelê kurd û li Kurdistanê meşandiye. Xebatên ku welatperwerên Kurdistanê dikin, pêşî li dewletê digre.

3-Ji bo belavkirin û geşkirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê, TEVKURD çi karî dike, çi diweşîne, çi planên we di vî warî de hene?.
binivîsînin
3- TEVKURD, yekîtiyeke siyasî ye. Ji bona vê armanca wê yêkem ew e ku hêzên û welatparêzên Kurdistanê bike yek. Tevgerandina wan pêk bîne. Lê ev naye wê wateyê ku TEVKURD ji bona çand û zimanê kurdî xebat nake. TEVKURDê di programa xwe de pejirandiye ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî û perwerdayî.
TEVKURD di qada siyasî de ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedayî xebat dike. Lewra TEVKURD baş dizane ku dema ku zimanek nebe zimanê fermî û perwerdayî, pêşketin û dezgehbûna wî zimanî nabe. Ji bona vê TEVKURD, propagandayê vê yekê bi xurtî, bi riya çapemenî dimeşîne.
TEVKURD, ji bona ku dezgehên ziman û çanda kurdî pêşbixin ava bibin, dibe alîkar. Ji nivîskarên kurd re piştgirî dike. Kursa zimanê kurdî dimeşîne. Dezgehên heyî yên ku ji bona ziman û çanda kurd xebat dikin re jî alîkar e.

4-We hewil dabû ku hun berevaniya xwe devkî û nivîskî bi zimanê kurdî pêşkêşî dadgehê bikin. Sedema wê çiye ku we xwestiye bi zimanê kurdî li dadgehê bipeyivin û bixwînin ne bi zimanê Tirkî?.
4- Baş tê zanîn ku piştî şerê-sar li Tirkiyeyê û li Kurdistanê jî gelek guhertin hatin holê. Vê guhertinê li ser stratejî û awayê xebata me jî tesîr kir. Xebata kurd û Kurdistanê ket nav welêt û bajaran. Ez girêdayî van guhertinan vegeriyam Kurdistanê, min biryar da ku xebeteke vekirî, bêîttiatkar bimeşînim.
Di merheleya yekem de ji bona ku li Tirkiyeyê dewlet bibe dewleteke federal, dewleta neteweya Kurd û Tirk, Kurd li Kurdistanê bibin xwediyê dewleta xwe ya federe min stratejiyek pejirand.   
Li dadgeha bi kurdî axevtin û parêzname pêşkêş kirin beşek ji ev stratejiya min a bêîttakariyê ye.
Sedema duyem ew e ku ez dixwazim di dadgehên tirkan de îspat bikim ku zimanê kurdî heye, zimanekî xurt e û zimanê ilîm e.
Sedema sêyem ew e ku bi kurdî li her derê û li dadgeha axevtin, mafê min e. Divê ez tehemûlî encama kurdî axevtina xwe bikim.
Sedema çarem jî ew ek ez dixwazim di nav rewşenbîr û hiquqzaneyên kurdan de tirsê bişikînim.
Sedema pêncem jî ew e ku dema li dadgehan parêzer û girtiyên kurperwer bi kurdî rêvebirina dozên xwe bikin, dewleta tirk ji aliyê siyasî û malî de dikeve zehmetiyek û tengesiyeke gelek mezin.

5-Rewşa axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî li bakur di çi warî de ye û hêviyên we çine?.
5- Pirsa girîng ew e ku ji bona zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê konseptek û siyaseteke diyar û hevmişterek derdikeve holê. Ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyî, di nav hemû kurdan de hevmişterekiyek heye. Ji demên berê zêdetir giringiya zimanê kurdî tê fahm kirin.
Li Bakurê Kurdistanê axevtin û nivîsandina kurdî pêşdikeve. Gelek rojname û kovar bi kurdî tên weşandin. Dezgehên Kurd, êdî zimanê kurdî wek zimanê fermî dipejirînin. Gelek rewşenbîrên kurd bi kurdî dinivîsinin. Pirtûkên kurdî bi hejmar zêde dibe. Di mîhracanan de ji hemû beşên Kurdistanê beşdar bi kurdî qise dikin, kurdên bakur bi kurdî qise dikin. Kursên zimanê kurdî zêdetir dibin. Konferans, panel, semîner bi kurdî tên meşandin. Di televîzyonan de gelek qels be jî hewildanek heye.
Ji bona vê ez hêvîdar im ku di rojên pêş de zêdetir kesê kurdî biaxifin û bi kurdî.
Sipas birêz Ibrahîm Guçlu, hêviya serkeftinê ji gelê kurd re dikin

6-Hun dixwazin çi xwendevanên kurd li ser rûpelên NEWROZê bêjin?.
6- Ez, di destpêkê de ji bona gelê me li Rojavayê Kurdistanê û xwendavanên Newrozê serkeftinê dixwazim. Welatê me bi destê dewletên kolonyalîst hatiye parçe kirin. Ji bona vê em mecbûr bûne ku jiyaneke ji hevûdu cihê bimeşînin û welatê me jî bûye kolonî. Gelê me ji hemû mafên xwe yên grubî yên neteweyî (Başurê Kurdistanê ne tê de) bêpar e.  
Ev rewşa parçebûna welatê me bûye sedem ku li her beşeka Kurdistanê têkoşînek û stratejiyeke cihê bê meşandin. Ev jî tiştekî gelek xwezayî ye. Divê em li her parçeyekê giraniyê bidin ser xebata xwe. Em nebêjin ku pêşî em parçeyeke din azad bikin, pişt re parçeya xwe azad bikin. Di van salên dawî li Rojavayê  Kurdistanê di vê pirsê de xeletiyên gelek stratejîk hatin kirin, ciwan û rewşenbîrên Rojhilata Kurdistanê dev ji xebata xwe ya li Rojavayê Kurdistanê berdan, beşdarî xebata Bakurê Kurdistanê bûn. Divê ji vê şaşiyê dev bê berdan.
Şik nîne ku divê hemû tevgerên beşên Kurdistanê ji hev re bibin alîkar.  Lê divê ev alîkariya baş bê sînor kirin. Rojavayê Kurdistanê her dem ji bo beşên Kurdistanê fedekariyên mezin kiriye. Ez jî 7 salan li Rojavayê Kurdistanê mam. Ez rewşa kurdên Rojavayê Kurdistanê baş nas dikim. Ez fedekariya wan baş dizanim û ji bona vê Rojavayê Kurdistanê ji bona min xwediyê taybetiyekê ye.
Tevgera Rojavayê Kurdistanê piştî serîhildana 11-Ê Adara 2004-an, hat merheleyeke girîng. Ji bona vê divê hûn giranî bidin xebata xwe. Lewra sîstem û rejîma Suriyeyê mecbûr e ku bê guhertin.
Divê em guhertinên li dinyayê, li herêmê, li Kurdistanê pêk tên bişopînin û wan fahm bikin. Ji van guhertinan ders derxin.

Bakurê Kurdistanê/Amed
14. 06. 2008
brahîm GUÇLU


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark