Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: wežana deng ū ēend tźbīnan

 


  memê alan

  Pižtî ez rastî hejmara 90 î ji wežana Deng di entirnêtê de hatim , ez pir pê kêfxwaž bûm . Wêlomê min bi lez çavên xwe li nav rûpelên wê gerandin , û navnîžanên wê xwendin . Bêtirîn sergotara hejmarê ya bi navnîžana Rewža hundirî girijîtir dibe //  bala min ber xwe kižand . Min rabû hûrik- hûrik sergotar xwend , herweha min da ber nirxwandin û pîvanê . Berî ku , ez nirxwandina xwe ji sergotarê re derxim hole , min telîfonek ji endamekî wê Kevin ku , min nasdikir re vekir , da ku silavekê lê bikim û çawabûna nivîsandina wê jê bipirsim.


Ji min re got , dibe ew ji erebî hatibe wergerandin , bi xwe ez jî di wê gumanê de bûm . Pižtre min dît hêja ye , ku ez bi çend têbînan , sergotara hejmarê ji desteya birêvebirina wežana Deng û xwênerên wê re binirxînim , belkîm bi kêrî rastnivîsa zimanê me , û pêžxistina wežana Deng were .
*- Pêžî armanc ji nivîsandina mijarekê bi zimanê dê , fêrkirina zimên û têghižtina ramanekê ye . Ji ber van sedemên jêrîn , min ev herdu armanc di sergotarê de kêm dîtin .
1- Sergotar ji zimanê erebî hatiye wergerandin . wegerandin  Bixwe jî  ji zimanekî ta zimanekî dî – ger wergêr hostebe – reseniya mijarê weke heye nahêle .
2- Wergerandin hostatîk jê re divê , yanê  divê wergêr  baž bi herdu zimanan zanibe , û baž têbighê naveroka mijara resen , pažê wê naverokê bi zimanê nû birêse . Mixabin , xwediyê sergotara hejmarê bi nezanî ew wergerandî . Wî

gotara erebî dayî ber xwe , û hergotinek wê yeke kurdî – dibe pir jê ji ferhengekê derxistibe , û wateya bêjeya erebî nedabe jî – li žûnê danî be . Wêlomê herçûye sergotar dûrî rastnivîsa zimanê kurdî bûye , ji hev ketiye , û naveroka wê wendabûye . Yanê xwênerê wê kêm jê fêrî zimanê dê dibe , û kêm têdighê naveroka wê jî .
Ez ji wežana Deng ya hêja û desteya wê yê bira lêborînê hêvî dikim . Lê , li dawiya dawî , armanca min ji vê nirxwandinê sûdegirtin , pêžxistina xwendin û  rastnivîsandina zimanê dê , û pêžxistina vê wežana pîroz e .

jêder: rojnama NEWROZ hejmar 80

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark