Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

NÛÇE Û ÎDIAYÊN NE RAST…

 


  ÞÊRÎN PERWER

Beriya vê demekê di çapemeniya kurd de ji bo þexsiyeta min, nûçeyên ku min û desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê biêþîne û eciz bike hatin nivîsandin. Di wan nûçeyan de dihat gotin, ku “ez wek mêvanê wezîrê çandî ya Herêma Kurdistanê li Otela Çarçirayê mame. Li Otela Çarçirayê ji bona ku ez demekî dirêj mame, berpirsiyarên wezîra çand, ji min daxwazkirine, ku ez li Otela Çarçira nemînim. Dema ku ez ji otelê derçûme jî, berpirsiyarên wezîra çandî meserîfên/perên otela min nedane. Di navbeyna min û berpirsiyarên wezîra çandî de pirsgirêk û niqaþe hatine rojevê. Min di derheqê berpirsiyarên hikumeta herêmî de gelek rexneyên tuj anîne ser zimên û min dev ji Hewlêrê berdayê ez çûme Sileymaniyê.”


Ez, ji van nûçe û îdiayên, ku di çapemeniya kurd de hatibûn belav kirin, di destpêkê de agahdar nebûm. Min ev nûçeyan dereng þopandin. Ez dema ku ji van nûçe û îdiayan agahdar bûm, min xemsarî kir, di derheqê van nûçe û îdiayan de tiþtek nenivîsand. Lewra min nedixwest ku ez van nûçeyên ne rast mezin bikim, ez qiymetê bidim ev nûçe û îdiayên vala û ne rast.

Lê di van rojên dawî de, piþtî ku min di pêþangeha Otela Çarçirayê de wêneyên xwe yên destçêkirî pêþkêþî reya giþtî û alema hunermend kir, dîsa ev nûçe û îdiayan bi awayekî hatin rojevê. Ji bona vê ez mecbur bûm, ku daxuyaniyekê ji çapemeniya kurd re bi rê kim.

Rast e ku ez beriya vê demekê mêvanê wezîrê çandî bûm. Ez li ser navê wan wek mêvan li Otela Çarçirayê mam. Lê piþtî ku karên min xelas bûn, min dev ji Otela Çarçirayê berda û ez çûm Sileymaniyê. Lewra mala min li Sileymaniyê ye. Ji bona vê dema ku min dev ji Otelê jî berda, nûçe û îdiayên li ser navê min û berpirsiyarên wezîrê çandî de hatine belav kirin, ne rast in. Di navbeyna min û wan de tu wextekî pisgirêkek pêk nehat û minaqeþe nehatin kirin. Nûha li Otela Çarçirayê mêvanbûna min û li pêþangeha Otela Çarçira wêneyên xwe pêþkêþkirin jî, diyar dike ku ew nûçe û îdiayên di derheqê min û wezîra çandî de hatine belav kirin, ne rast in.

Ji aliyê din de, ez wek hunermendeka kurdistanî, di navbeyna Hewlêr û Sileymaniyê de ferqekê nabînim. Herûdu bajar jî du bajarên hêja yên Kurdistanê ne û ji bona min jî xwediyê qiymeteke mezin in. Li Kurdistanê bes desthilatdariyek û hikumetek heye. Hewlêr û Sileymaniyê di bin ev desthilatdariya siyasî û civakî de ye. Dema ku ez ji Hewlêrê eciz bim, ew tê wê wateyê ku ezê ji Sileymaniyê jî eciz bibim. Lê ez dikarim ji þexsê eciz bibim, ez hîç wextekî nikarim ji van du bajarên Kurdistanê yên dîrokî eciz bibim. Lewra Hewlêr û Sileymaniyê, bajarên her kurdekî ne.

Min, hem wek þexis û hem jî wek hunermend, ji zaroktiya xwe de jiyana xwe fêdayî Kurdistanê kiriye. Min dema ku ji bona Kurdistanê, ji bona azadî û rizgariya miletê xwe xebat kir, li hemberî ev xebata xwe, min tu tiþtek nepa. Ez her demê amade me ku jiyana xwe fêdayî Kudistanê bikim. Kurdistan, welatê her kurdekî ye. Li hemberî Kurdistanê û neteweya kurd, her kurdek mecbur e ku vatiniyên xwe pêk bîne. Ez jî vê yekê dikim.

Bila neteweya kurd sax be. Kurdistan rizgar û azad be.
Neteweya kurd û Kurdistan daîmî ye, domdar e. Em wek þexis muwaqqet in.
Ez hirmet û rêzên xwe ji gelê re pêþkêþ dikim.  Ez, ji bona ku bûm sedema nûçe û îdiayên ne rast,  ez ji gelê xwe baxiþandinê dixwazim.

Hewlêr, 05. 08. 2008    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark