Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mźvanperweriya Nźkola Sarkozy

 


  Hoženg Osê

Pižtî têkçûna împeretoriya Osmanî û vekižîna wê ji welatên ereban, li gorî peymana "Saykis _ Bîko"ê, navber îngilîz û fransiyan, ji sala 1920’an û haya 1946’an, Sûriye ket bin mêtingeriya fransiyan. Ango, Sûriye, 26 sal, li bin destê fransiyan ma. Heta pižtî ku ferensî ji Sûrî û Lubnanê vekižiyan, dîsa jî van herdû welatan, weke meydana berjeweniyên xwe yê li Rojhilata Navîn dinerî. Lê nêzîkbûn û têkiliyên Feransa bi Lubnanê re  ji têkiliyên wê yên bi Sûriyê xurtitr bû.


Pižtî kužtina Serokwezîrê berê yê Lubnanê, Refîq Herîrî û gumanên ku rejîma Sûriye li dû vê kužtinê be, her ku çû û têkiliyên Sûriye û Ferensayê xerabûn. Her tim, Ferensa ji Sûriyeyê dixwest ku roleke erênî derbarê aloziya Lubnanê de bilîze. Lê Sûriye, li "kerê žeytên siwar dihat" û destê xwe davêt karûbarên hindirîn yê Lubnanê. Dixwest ku Beyrût ji Žamê rêvebive. Lê serokê berê yê Ferensayê Japac Cîrac û yê ana Nîkolas Sarkozy bi tundî li hinberê rejîma Bežžar Esed, rawestiyan û pižtgirya hikûmeta Lubnanê kirin. Bi vî rengî, têkiliyên navbera Sûriye û Ferensayê, hemahema, dikira qutbibûna. Êdî rejîma Sûriyeyê bi çavê neyartiyê li dostê xwe yê berê, Ferensa, dinerî.
Pižtî ku Sûriyeyê derbarê aloziya Lubnanê de hin nermayî nîžan da, destek da peymana El-dewhayê  û hêzên Lubnanê lihev hatin. Li ser vê jî hilbijartin pêk hat û General Mîžêl Suleyman ji bo serokomariya Lubnanê hat hilbijartin. Pižtî vê yekê, hin nermayî kete nav têkiliyên Žam û Parîsê. Lewma, Sarkozy, Bežar Esed vexwend Parîsê. Her wiha di nav komcivîna 44 welatên ku bo Yekîtia Derya Spî civiyan de cih girt. Bi vê gežedanê, rê li ber civîna Esed û Serokomarê Lubnanê vekir. Civîn pêkhat û serokê dewleta Qatarê jî beždarbû. Baždarên civînê erênî nêzîkê civînê bûn û hin sîgnalên ku dê di demek nêzîk de, têkiliyên diplomatîk navbera Sûriye û Lubnanê çê bibin, dan. Ji ber helwesta Sûriyeyê, dixuye ku hevdîtinên nedîrekt navbera Sûriye û Îsraîlê ku li Tirkiyeyê çêdibin, dê pêžve biçin. Ango, rewž, ber bi aramiyê ve diçe.
Lê ya balkêž ew e, ne ku mêvanperweiya serokê Fransa karîbû serokê Sûriye û serokê Lubnanê bîne cem hev. Lê ev mêvanperweiya siyasî, karîbû serokê Sûriye û Serokwezîrê Îsraîlê Ehod Olmert bîne ba hev da ku li dora maseyekê ažkere bicivîne!. Xwedêgiravê, Sûriyeyê çûna civînekê ku nûnerê Îsraylê beždarî wê civê biba nedipejirand. Lê niha, li ser asta serokomariyê jî beždar dibe. Îja, pirsa xwe dide pêž eve: Eger mêvan perweriya Sarkozy, karibû, Esed û Olmert, roja 13’ê tîrmeha 2008’an di komcivîna 44 welatên ji bo Yekîtiya Derya Spî de, bîne rex hev, dê ev mêvanperwerî karbe, bi dizî, dûrî çavên kamareyan û kurepistên rojnamevanan, bîne cem hev?.
………………….
Ji quncika heftane ya Hoženg Osê di rojnama Azadya Welat de.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark