Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cubran.x.c...bi kurdî naxwîne..?

 


 Silêman azer

Di pertûka (pêta şîn)de ya ku nameyên di navbera cubran.x.cubaran û mey ziyada de tê de hatibûne belavkirin.gelek name ji wan li ser ew têkiliya ku di navbera cubran û mey de hebû diyar dikir.lê babeta me bi rastî ne li ser wê têkiliyê ye,an jî ew heskirina di navbera wan de.lê di nameyekê ji wan de mey helbestekê ji cubran re di nivîse û ji cubran dixwaze ku nerîna xwe li ser wê helbestê bide.ji ber helbest ne ya mey bû lê ya dostekê wê bû.û wê di xwast nerîna cubran li ser wê zanibe.vêce cubran wilo bersiva wê dide:


dibêje: piştî min ew helbest xwend ya ku mistek ax xiste devê min de. ew ya mîrê helbesta we yî erebî divabû ez bîst helbestên kîts û bilêk û şalî bixwînim û helbesteke (mecnûn leyla)jî.û bi rastî ew helbest ya mîrê helbesta erebî ehmed şewqî bû.  
de dîse ez li navûnîşana gotara xwe vedigerim û ez bi dengekî bilind dibêjim:de mala xwedê hezar carî ava ku cubran ji zûde miriye û tevî ku wî bi çend zimanan jî zanîbû lê wî bi zimanê kurdî nizanîbû.gelo heger ew sax ba û bi zimanê kurdî zanîba û wî îro ev helbestê me bi xwenda wê çi bigota gelo piştî ev nerîna wî bû li ser helbesteke ehmed şewqî.ma wê bi gota ta mirinê divê ez çixara û qehwe û helbestên xweş bixwînim ta ku çêja van helbestan ji devê min derkeve.an wê bi gota bi xwedê ez hew tu helbestan di jiyana xwe de dixwînim ta ku ez hewqasî xwe xemgîn nekim.û ji bo ev gotin rast be ezê hinek nimûne ji van helbestan li jêr daxim.û min ev nimûne bê navê nivîskarê wan daxistine.ji ber daxwaz ne ewe ji vê gotarê ku em hinek navan gunehkar bikin ji ber bi rastî em tev  de gunehkarin di vî warî de.lê me xwest ku em nimûnenan ji wan helbestan li ber çavê yê xwendevan deynin ji bo ew jî nerîna xwe li ser wan bide.û ta ku ev gotara me nemîne bi tenê tiştekî diyarîtî.
ka em bi hev re vê helbestê bixwînin,ka vî helbestvanî çi gotiye.ji roja pêxember nûh ve kevok bûye nîşana aştiyê û ma zaroka biçûk wê li kê ji bilî xwediyê xwe pêve bigerê.
û ya diwemîn kanî erdê bavê min û kanî nifûsa min.dosto ev wêne gelekî cûtiye di nivîsandina kurdî de ta ku ew bûye weke sloganek siyasî û nemaye ji bo nû bikeve hundirê helbestekê de.

Kevok dixwaze aştî
Zarok dixwaze xwedî
.....
Her yek ji wan bidaxwaz
Armanca wan ew daxwaz
......
Welatê min ew kevok
Miletê min ew zarok
.....
Kanî erdê bavê min
Kanî ew nifũsa min
.....
Bî nin tev ser navê min
Xelaskin kesera min.

û di parçeyekî din de ji van hinek helbestên ku min anîne tu bi min re bixwîne:
Li kenê lêvan nenere
û ne bêje na na ne bêje
tu kêf xweşe
were dil veke
were sînga min biqelêşe
bi pênûsa cegerxwîn ....
bi nalîn û awazên bavê felek
tê bi zane
tê bi zane çiqas xem barim
tê bilind bûna kul derdan bi bîne !

başe ev wêne çi têde heye ji bilî ew gotinên ku ji roja roj de kurd dibêjin ku ne yê dev li ken be naxwe dilşade were dilê wî veke û lê binere.bi rastî ev gotinin kevnin û ne wêneyekî helbestîne. bi tenê bi şêweyekî rêzkirinê hatine û hew...û heme ku me navê cegerxwîn daxiste ser rûpelan ew dibe nîşana ku me ew xwendiye. û bavê felek ne tenê nîşana xembariyê ye.

 û di vî parçeyê helbestê de helbestvanê me dixwaze pesnê yara xwe bide:
ez dizanim du çavên te hene
henasa evînê di wan de dûdirêje
berî dezgehên ragihandinê
û du dêmên gulî li te hene
du pertûkin giranbuhane
amedene boy xewnan û ravekirinê
dizanim ku ebriwên te
mîna du kevanan
ketine weşa ragitinê
herdû qepûlkên çavan
mijank tirîn li dil dane
destekên wan kevanan boy kujtinê
di jêra rû de du lêv hene
zîrekin...rewan bêjin...pirr xwestekin
ji bilî axavtinê...
ji xwe du çavên wê hene ma tu pesnê yeke kor dide naxwe.û ta kengî wê  dêmê gulî bi tenê bimîne wêneyê helbesta kurdî.û ew ebriwên ku tu kesî mîna melayê cizerî pesnê wan gelekî xweşik nedaye wê ew bi tenê nîşana dilbirîndarkirinê be.ma heme qey cizerî çi wêranî anî serê xwe dema dilê wî bû birîndarê ebriwan û ew mîna kevanan nîşan kirin. ma çima tu jî wêneyekî din ji wan re nabîne û tevî helbestvanê me ev helbest bi şêweyê kilasîk nivîsiye lê xuyaye xwe jibîrkiriye ku wî ta mercên wê pêk ne aniye ji kêş û rêzbendê û nema em dizanin ne ew kilasîk e an helbesta nûjen e.

û li vir jî helbestvanê me pesnê nêçîrvanekî dide:
nêçîrvanê hulîlkan,hevrazê jor bû..bi serê çiya ket...
bi şal û şapekî xercûnî û şelemeke reng zer,
rêşîkên şaşika wî,
bi ser milan de diherikî..
hevdû digrtin û carna di firikîn,
tûrê bi milê wî ve,tijî nan û kizwane,
di ber şelema zer de,etfiyek di kalane,
min gazî kiriyê:
heyrana cave teyî reş belekim nêçîvanê hulîlkan
bi lez gavan ne avêje..
bi bêhna fireh..bi hêdîka,
her kes rizqê xwe dixwê...

bi rastî ev pesindan û ev wêneyê helbestî ta diwarê roman û çîrokê de jî hew tiştekî hinkufî wê ye.çawa wê di helbestê de.ev pesindana wilo bê mebset û tu wate li pey nîne ji bilî bi tenê ew nêçîrvan evin çekê ku li xwe kirine û çûye nêçîrê.û dîse em windabûne di şêweyê vê helbestê de.gelo em helbesteke kilasîk dixwînin an parçek pexşan...?

Mamoste yê min

Di navbera

Di hembêz

Wanda
Ew ne xwenek bû
Ne derew bû
Heyîne weke
Wa Çar Çiyayên

Hev pêÇayî

Di bîranînê minda

Hatin kolandin

Bi wa tîpên zêrî

Mamoste
Li dor pêÇî gundê me

Bi ewqas dar û ber

Ji nav wan dihate der

Haaaaaaaawar hawara te

Nalînin kûr bikeser

Li wa meyidana dibistanê

Li ser bêderê
Çîrokên netewî

Û bê qebqeba kewa
ez disotim.
bi rastî li vir ezê vê helbestê bê ku ez tiştekî li ser binivîsim ezê wê ji yê xwendevan re bihêlim...weke wî gotî bi tenê  ezê jî pêre bikim hawar.haaaawar...hawar..?

Dil ji bo te jar û kovan
Sorgula xelat û sîpan 
Li warê min deyne kotirê
Dûr neçe semeng û hogirê
Bo evîna te jar û mest im
Ji cavêd reş‏ re perest im
Ger te nebînim her car
Dikim gazî , feryad û hewar
Bêzarim ji jîna tenahî
Tuyi hêvî û ronahî  
Ge‏ bike dilê bendewar
Da nemîne miş‏ext û awar.
ka tu ji min re bêje qey tu çav nemane ji bilî çavên reş pêve.gelo qey yara hemiyan çav reşe.ma çavên şîn û qehwe rengî çi guneh kirine.an jî helbestvanê me hemî bi bê evîniyê di cih de mestin dibin.û ev hawar qey bi dawî nayê gidyanoooooo.

dîse ez dixwazim li cubran vegerim û ez bêjim li min bibûre lê mala xwedê ava ku tu ji demeke dirêj de miriye, û tu negihayî ku tu van helbestvanên me bixwîne hînga belkî di cih de dilê te rawesta ba û mirina te jî ketibane sitiwê miletê kurd de.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark