Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: PENCER Û HÊVÎ

 


Dildar ismail

Ne xeme  bi kû ve  herê
Te þikand cama pencerê
Roj çû ava  çawa vegerê

Te wilo kir   sûcê  teye
Ti çi bêjê ne  wek teye
Xewa þeva her  tuneye


Rehme li çîrok û  civat
Ji destê wa her kêferat
Li dilê min  ar û  þewat

Li min negre bi dest nayê
Ji  kerba  te   ketim  tayê
War   nezane  ra lê  nayê

Tiwî yara bê soz û bext
Ne nêçîre  hilgirim rext
Bi ciwanî ez  kirim þext

Bese  dilê  min  te   êþand
Xwîna canê min tev kiþand
Raman  ji  serî   hilweþand

Ji pencerê   xem  dibarê
Ji   birîna     dil   nikarê
Tarîbûn xewnên êvarê

Ji mer divê gelek zanîn
Tû çi bêjê li  min  ahîn
Qadera me wilo  danîn

Qeder bi destê dê û bav
Bes biþîne ji  mir  silav
Bere bimrim bê deng û nav

Ser te ji mir çêkirin dav
Tû nabîn dikim lave lav
Ji çavan  dibarê  xunav

Va li dûrim bûme  þeyda
Çêdikim helbest û qeyda
Nalîna min tû  na  xeyda

Dil  miþte  hemî  evîne
Ji bîr nakim wan civîne
Rojek ji temen  bimîne

Li min negre evîn darim
Tû li warî  ez  dil  jarim
Bi pêjna te  her þiyarim

Eve  qeder  çawa  kirin
Dost yeke û neyar pirin
Ji  pencerê   hêvî   birin

Wek ferhat û mem û zînê
Bûm  dildarê  te  þevînê
Dinya  ji  kesîr  namînê

Kilîtkin   derî   û   pencer
Bikþînin xwîn û gulya zer
Evîna   pêþî   nayê   der

Ji  bîr   nabe  ava  piyal
Reng zêrîn û dengê zelal
Sed ahîn û sed  nale nal

Jiyana me her bê  bexte
Gunih karim her li berte
Sal buhirîn ma ne wexte

Dil negre ji wan gotina
Hin ji teye  hin ji  mina
Dinyaye   dawî  mirina

Nagrim li te eve çîrok
Bi barê ji pencerê rok
Bibê rûpelek  ji dîrok

Tû dermanê birîna  min
Bû dawiya helbesta min
Eve  war  û çîroka  min

Dûr nekeve herdem tîme
Vek pencarê bi  hêvîme
Bê te delal ma ez  kîme

dildarismail@hotmail.com 

       Dem sal 2000

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark