Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Jin şêrîn e, nêçîra kesê dîn e!

 


  Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

Mêrên kurd! Ta kengî mîna zir elok* em ê xwe bixapînin?
Zir elokên rojavayê Kurdistanê serê xwe ji axê hildin.
Bi veşartina kiryarên ko li dijî jinê dibin, civak ber bi ketinê ve diçe.
Kurd dibêjin: Şûjina di çavê xwe de nabîne, derziya di çavê hevalê xwe de dibîne!
Ragihandin di navbera têkdan* û veşartinê de, pirsgirêka mêj û nihok e. Dema berê ya kontrol û çavneriyê bû. Lê belê dema niho ragihandin ketiye têkdanê de, çimkî dema lezok û eşkerebûnê ye. Dema keysa internet hat, yên ko dikarin vê jiyana eliktronî ya nûjen bidestxin ne pir in, bi taybetî li welat û hin jî rojane dişopînin, çi bi rêkên sûdedar û çi bi awayin ziyandar. Ne tenê cûreyekî ji civakê mebest dikim, lê zarok, jin û mêr bi tevayî bikaranîna me ji internet re du beran distîne; hem başî û hem jî nebaşî.


Di nerîna min de derbasbûna internet mala kurd, hem geşbûn kir û hem jî xeyd, cudahî û veşartinî xiste navbera kesên malbatê de. Dibe hin ji me, metirsiya vê derfeta teknolojî ya nû bi yekberî dibînin. Dibe jî hinên din, weke keyseke hêja ko vebûnek li ser cîhana nûjen dibînin.
Piraniya mêrên kurd, metirsiya internet û çavneriyê li ser jin û zarokan datînin. Gelek ji me ji bîr dikin an xwe dixapînin û xwe weke mêr ji bin nîrê çavnerîna xwemalî dertînin. Ev bi xwe di xwexapandinê de gava yekem e, ko merov dest bi xapandina xwe bi xwe dike.
Mîna dema ko Lalîk (diş) nû hat welêt, xelkên ko di malên xwe de datanîn, ji hosteyê teknîkê re digotin: Em hêvî dikin tu kanalên zayendî kilît bike, ango wan ji ber zarok û jinan veşêre. Kêm mêr hebûn, ko digotin; me ev kanal navên, bi mebesta ko ji xwe re ne dixwestin û ji zarok û jinê re jî ne dixwestin.  
Zir elokên Rojavayê Kurdistanê serê xwe ji axê hildin!
Ev bûye çend sal, ez dûrî welat ketime. Dibe çûna min ya havînê, çîrokên zivistanan ko di şevên sar de dibin, an yên ko di guregura tavên buharan de dijenin. Ez hîç bi hinan ji wan nabihîsim. Mixabin! Ko wisan dibêjim, gerek merov gav bi gav bi rewşê re be, lê heta çi radeyê ev yek bi dest merov dikeve, ew jî bi nîrên taybetî ve girêdayî ye.
Di guftûgoyekê de digel hevalekî hêja, ew jî bi riya internet, li ser projeyê (Jinkujî li Kurdistanê êdî bese!) em axifîn. Hevalê min, ji min pirsî: Çima tu di nivîsên jinkujiyê de bêtir li ser rewşa başûr dinivîsînî?
Pirseke giring e! Lê bi giştî dikarim bibêjim, ko Kurdên başûr bûne xwedî welatekî azad, desthilatdar ji wan e, dadgeh ji wan e û mêrkuj jî ji wan in! Êdî çavên miletê kurd ji her sê parçeyên din li desthilatdareke kurdî ye. Beşek ji miletê kurd serbixwe bûye, ko evqas jin li Kurdistana azad têne kujtin, dilsariyek bi merov re çêdibe. Çimkî wisan tête xuyakirin, ko berê tifingên cegerdar ji sînga dijminan ber bi jinên stembar ve hatiye zîvirandin!
Dixwazim we vegerînim gotarek xwe ko berî demekê hate weşandin. Min di wê gotarê de rewşeke taybet di derbarê nakokî û pevçûnên ko di navbera mala me û mala apekî min de çêdibûn, min qal kiri bû. Dîsan dixwazim mijareke giring di navbera her du malan de hebû, ew jî cêwaziya serkeftina ragihandinê, hem jî li pêş civakê, kîjan mal kari be ya din şaş û ne mafdar derxîne, bînim ziman?
Di navbera me de tenê dîwarek hebû, herdem min ew dîwar bi sînorê Sûriya û Libnan wekînî dikir. Ravekirina vê pirsê jî, ew e, ko di ragihandinê de mala apê min, mîna Libnanê li hêla wan ragihandineke azad û têkdan (Fewdda) hebû. Beranber vê yekê ragihandin di mala me de û ta niha jî mîna ya Sûrî ye, em herdem ji veşartinê  hez dikin.
Eger pevçûnek di navbera me de çêbiba; yekser mala apê min, piştî pênc xulekan ew nûçe li seranserê malên dost û merivan belav dikirin. Ango ez dikarim bibêjim mîna kanala Aljezîre Tv lê piçûktir, tev ko ew jî nûçegihanên wan ji her herêmê hebûn, dikarî bûn ji mûyekî konekî birêsin. Bi vî hawî serkeftina ragihandinê li bal wan eşkere bû. Dost û merivan berê xwe didan mala me û digotin: Hûn çi dozê li hev dikin?
Ewê hingê razeyên mala me hinekî ji veşartinê derdiketin, ta ko bervedêriya xwe li hember gazindeyên giştî bikin.
Em Kurdên Rojava rewşa me ji hêla ragihandinê ve, bi giştî mîna ya mala me ye, em ji veşartinê pir hez dikin. Eger carina bivênevê nakokî dihêlin hinek malbat rewşin awarte ji ser civakê veşêrin. Lê belê ev nabe behane, ko îro roj li rojavayê Kurdistanê jin têne kujtin û em bêdeng bimînin. Çima di mijarê de em jinê weke xeleka herî qels dibînin?
Heke (şaşbûn) be, jina bi nebaşiyê tawankirî be, gerek mêrekî tawankar li hember wê hebe, çimkî ko ew mêr tuneba, ew jin jî (şaş) ne dibû. Dibe jî sedemê sereke di tawankariyê de, mêrekî ne tirazûkirî be.
Şûjina di çavê xwe de nabîne, derziya di çavê hevalê xwe de dibîne!
Di vê gotara xwe ya li ber destên we de, min hinek nimûeyên kujtinê ji piraniya herêmên Rojavayê Kurdistanê anîne ziman. Eger navê hinek deveran tuneye, nayê wê wateyê ko jin li wir nayêne kujtin!
Di raportekê ya (Komîta Bervedêriya Mafê Mirovan ya Sûriya- MAD-) de dibêje: Birêz Luqman Seîd Biro ji bajarê Amûdê bi behaneya parastina namûsê, du xuşkên xwe di rojekê de serjêkirine. .
اللجنة السورية للدفاع عن حقوق الإنسان "M.A.D"
http://www.pcdk.org/files/arabi.php?id=726
قام المدعو لقمان سعيد برو، من أهالي مدينة عامودا، بنحر شقيقتيه المتزوجتين: آلاء سعيد برو، وهي أم طفلة، وسيرانه سعيد برو، وهي أم لطفل، على إحدى قنوات الري، بشكل بشع وفظيع، تقشعرُّ لها الأبدان، بذريعة "غسل العار، وبدافع الشرف"، دون وازع من ضمير.
************************************************************************
Herweha berî çend mehan li bajarê Qamişlo taxa Hilêliyê jineke kurd bi sedema namûsparêsê hate kujtin. Di mehên çûyî de jinek diya heft zarokan li gunedekî nêzîkî Qamişlo hate kujtin.
Heke em bihejmêrin, li hemû bajarên rojavayê Kurdistanê tundî li dijî jinê berdewam e.
Li hin deveran, hin kes hene, tenê ko bibihîzin xortek ji bo qîza wan di taxê re buhurî ye, tev ko tu bersiv ji aliyê qîzê ve tune be jî, dibe ko ev hizir bi tenê bibe sedema kujtina wî xortî û ew qîza ko xort mebesta wê kiri be.
***********************************************************************
الحسكة إحدى المحافظات السورية، يقطنها غالبية كردية، مشتركة مع أقلية عربية ومسيحية، ارتكبت فيها في النصف الأول من هذا العام أكثر من ستة ما يسمى بجرائم الشرف، وكانت الغلبة فيها للكرد، حيث سجلت خمسة حالات كردية، وحالة عربية، ورمز إلى أغلبية الحالات بأحرف، وذلك احتراماً للتقاليد الصحفية، والخشية تكمن في أن تنتهي كل أحرف الأبجدية، ونستعين بأرقام للدلالة إلى هذه الجرائم، التي تتحول رويداً رويداً، إلى متوالية جرائمية رقمية وحرفية، مخترقين فيها مرتكبوها، أبسط الحقوق الإنسانية ناهيك عن حكم الله عز وجل.http://www.safitaclub.com/vb/safita247.html
Bajarê Hesekê yek ji parêsgehên Sûrî ye. Nişteciyên wê bi piranî Kurd in, li gel hindek Ereb û Kiristiyanî hene. Di nîvê pêşîn ji vê salê (2007) bêtir ji şeş kujtarên namûsê wek ko nav li wan dibe, piraniya wan yên Kurdan bûn, pênc Kurd û yek Ereb bû.
  
************************************************************************
القامشلي، قتل(س) 31 سنه شقيقته سلام/33سنة/ طعنا بالسكين بعد ان باغتها مع شاب في وضع مريب، وأكد تقرير الطبيب الشرعي عذريتها.
Qamişlo, (S) 31 salî ye, xuşka xwe Selam ya 33 salî bi kêrê ew kujt. Piştî ko ew di rewşekê de bi xortekî re dît, raporta dektorê rewayî tekez kir, ko Selam qîz e.
************************************************************************
http://www.arabswata.org/forums/showthread.php?t=24488
أقدم حدث سوري يبلغ الـ15 عاما على ذبح شقيقته، وثقب رأسها برصاصتين من مسدسه "غسلا للعار"، وذلك في بلدة عامودا، بمحافظة الحسكة (شمال شرق سوريا)، بحسب ما أعلنه ناشط سوري في مجال الدفاع عن حقوق المرأة.
وقال بسام القاضي، مدير مرصد "نساء سوريا" غير الحكومي، لـ"العربية.نت" إن الحدث البالغ 15 عاما، حاول بتاريخ 22-7-2007 "ذبح شقيقته عبر طعنها عدة مرات بالسكين لم تؤد لوفاتها، فأطلق عليها طلقتين في الرأس. بعدها، سلّم نفسه للسلطات المحلية قائلا إنه فعل ذلك غسلا للعار.. وقد عرفنا اسم الضحية ونتحفّظ عليه".عودة للأعلى
Sîpeyekî Sûrî 15 salî ye, ji bajarê Amûdê xuşka xwe da ber kêran, piştî ko dît nemir, du fîşek di serê xuşka xwe de berdan, ew jî ji bo rakirina bêrûmetiyê ji ser malbatê.  
من القاتل الحقيقي؟
وأضاف القاضي "قد لا يكون هو القاتل الحقيقي. وقد يكون هناك قاتل آخر هو الذي نفّذ باليد، وهذا يجري عادة عندما يتم ترشيح شخص ليسلّم نفسه للسلطات، ويكون تحت 18 عاما، وذلك للاستفادة من كونه حدثا حيث لا توجد أحكام جنائية لمن هم دون هذا السن" مضيفا أنه "يستفيد من عدم صدور حكم جنائي بحقه، وكذلك من مواد قانون العقوبات المتعلقة بالشرف حيث يصدر بحقه الحكم ولكن يتم إعفاؤه من العقوبة ويطلق سراحه بعد فترة زمنية غير معروفة".وقال القاضي "إن هذه جريمة شرف جديدة في سوريا، تضاف لسلسلة أخرى من الجرائم"، موضحا "لا توجد إحصائيات دقيقة لجرائم الشرف في البلاد، ولكن توجد مؤشرات وتقديرات عامة. فالعام الماضي، مثلاً، قتلت 12 فتاة في محافظة واحدة. كما قتلت أكثر من 300 امرأة العام الماضي". لكنه أشار إلى أن هذه الأرقام ليست أرقام دقيقة، "لصعوبة الحصول على معلومات دقيقة فيما يتعلق بهذه الجرائم".
 ***********************************************************************
http://tharwacommunity.typepad.com/syrian_elector/2007/12/post-21.html
أمينة بريمكو
في نهاية الشهر التاسع، زرتُ منطقة عفرين، وتحديداً إحدى القرى المجاورة، بعد سماعي قصة شاحبة، تتكرر كل فترة في هذه المناطق الفقيرة النائية. والقصة هذه، تشبه جميع القصص التي تهين الإنسانية، وتصيبها بالعجز.
سمعت عن مقتل فتاة في التاسعة عشر من عمرها، بعد أن اكتشف شقيقها أنها حبلى. زرت أحد أقرباء الفتاة، وعرفت منه الحادثة المشينة. فيما بعد، حاولت البحث عن قصص مشابهة، وإذ بي أمام جرائم بحجم الحياة. تقصّدتُ زيارة أقرباء بعض الضحايا، أصبت بدهشة عظيمة، حيث هناك فئة من الضحايا، قُتلن بدون ذنب؛ فقط لأنهن تمردن على وضعهن.
التقيت بأقارب إحدى الضحايا، "ف.ح". امرأة صغيرة، تضيء سمرة، أم لثلاثة أطفال، تعيش في فقر مدقع في مدينة حلب، حي الأشرفية، " ف"  المرأة احتضنت التراب،  وهي ملطخة بتهمة أخلاقية من قبل جلاديها، دون ذنب اقترفته.
Emîna Birîmko dibêje:
Di dawiya meha nehan de min seredana herêma Efrînê kir. Li gundekî derûdorê wê, piştî min çîrokeke reşbîn bihîst. Her demekê li van herêmên belengaz dubare dibin, ev çîrok wekîniya gelek çîrokên din in, yên ko merovantiyê şermezar hem bêçare dikin!
Min bi kujtina keçeke neh salî bihîst, piştî birayê wê naskir ko ew avis e, ew kujt.
Min seredana yekî ji merovên keçikê kir, û min serpêhatî ji wî naskir! Di dûv re min xwest  ko çîrokên wek van çîrokan binasim. Êdî min kujtarin bi qasî jiyanê bihîstin.
Bi mebest, min seredana merovên hindek cangoriyan kir. Behitîm! Dema min hest kir ko piraniya wan tu guneh û sûcên wan tunebûn.Tenê gunehê wan ko stema demê red dikirin.

Min hevdîtinek bi merovin cangoriyekê re kir.
(F.H) jineke piçûk, esmereke ronîker, diya sê zarokan bû. Di belengaziyeke bêhempa de li bajarê Helebê, taxa Eşrefiyê dijiya, bi tawankariyeke sinçî, bê ko tu gunehê wê hebe li ser destê mêrkujê xwe jinik binax bû!
Jêder:
1- Rojnameya Tişrîn 9/8/2007
 2- Malperên hemereng, min lînkên tevdan danîne
3- Vekolîna hinek rojnamevanên Ereb, Heyan Neyûf, Zafir Ehmed
*Zir elok: Hêştir elok, Ga elok “N3ame”
*Têkdan: Bêberbelavbûn “Fewdda”
Dubey
--------
Jêder: avestakurd.net


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark