Wergerandina: Besam Mistefa
Ne Stêrk e Ne istêrk e ne pêjina pêxemberekî ye Ne dêmekî ku ji bo heyvê li çok dibe Vaye ew têt wekû rimeke agirperest , Zemîna tîpan êrîş dike Xwîndar e - xwîna xwe ji bo rojê hildide Vaye ew tazîbûna keviran li xwe dike Û ji şikeftan re, limêj dike Vaye ew qada sivik , hembêz dike * * * * *
Qiral e Mehyar
Qiral e Mehyar Qiral e û xewn jê re koşk û bexçeyên êgir in Û îro gazina wî ji gotinan kir, Dengekî ku mir Qiral e Mehyar Di melekûta bayê de dijî û Di zemîna razan de , mulikdar dibe * * * * * DengekMehyar dêmek e , evîndarên wî ew xapandine Mehyar zengilek î bê zengezeng e Mehyar li ser rûyan hatiye nivîsandin Stranek e bi xef serdana me dike Di riyên sipî yên sirgûnkirî de Mehyar naqûsek ji windabûyan e Di vê zemîna çiyayî de * * * * * Têkçûn*Bo Unsî Hac Ez di navbera agir û jan ê de dijîm Bi zimanê xwe re – bi evan cîhanên lal re Ez di bexçeyê sêv û asîman de dijîm Di kêfa pêşîn û bêhêvîtiyê de Di nav destên Êva de Xwediyê wê dara lan''''''''''''''''etbûyî Û xwedayê mêwan im Ez di navbera ewir û pizotan de dijîm Di kevirekî ku digirî , di pirtûkaka ku Raz û têkçûnan eşkere dike me * * * * * DiyalogTu kî ye ? Tu kî hildibjêre Mehyar ?" Bi ku ve biçe yan Xweda û yan Pelîd heye Dojehek diçe û yek tê "Û dunya hilbijartin e Ne Xwedê hildibjêrim û ne Pelîd "- Herdû jî dîwar in - Herdû min kor dikin Gelo ez dîwar bi dîwar biguherim ? Û matmayina min ya ronîdar e Ya ê ku zanê hertiştî ye * * * * * Zimanê Gunehiyan Mîrata xwe dişewitînim , ''''''''''''''''Erda min keçik e , dibêjim Û ti gor nînin di xortaniya min de Ez Xweda û Pelîd herduyan derbas dikim Riya min ji ya herduyan dûrtir e Ez di kitêba xwe de dibuherim Di karwanê bahoza çirûskdar de Di karwanê bahoza kesk de Ez bang dikim – piştî min ne buhişt heye û nejî ketin Zimanê gunehiyan ji holê radikim * * * * * Qiral ê Bayê*Bo Munîr Beşûr Biyan e ala min ne nêzîk e û ne tê xuayn Biyan in stranên min Vaye ez debdebê komî serhev dikim , daran agahdar dikim Asîman kenarek radixim Di gotinên xwe de , evîn , jiyan û zayînê dibînim Vaye ez perwaneyan didime hev Di bin baskên beyanê de Û mêweyan xwedî dikim Bi baranê re radizim Di nav ewir û zengilên wan , di deryayan de * * * * * XewnDe xwe bi tepê şewitî bipêçe Ey Babil a raz û şewatan ! Bendemana Xwedayê ku tê Bi agir rapêçayî Bi lûlûyê diziyan xemilandî Ji fişikên deryayê , ji guhmasiyan Ez li benda xwedayekî me ku mat dibe Di enire ..digirî .. xûz dibe.. ronî dide Riwê te ey Mehyar Ewî Xwedayê bi rê de , destnîşan dike ! * * * * * FanûsRobi nîvro , radihêje fanûsa xwe , li Mirovekî digere Qûm di çavên wî de tune ye Bi pêlaveka ji tozê , dimeşe Di bermîlekê de , radize Herdû pencên xwe dike lihêf Û tu / çi ? – Çavên min nîn in – Di navbera min û birayên min de , Qabîl heye Di navbera min û yê din de , şap heye – Dema ku şev radize Ez xwe ji şûrkêş vedidizim Di meşim û toz li pey min di meşe Lê ez bê fanûs di meşim ! * * * * * Erdeke Bê SozEger tu dagerê jî ey Odîs ! Eger ku dûrahî li te teng bibin jî Û rêber bişewite Di rûyê te yê têrêş de Yaxud tîra te ya kedîbûyî Tu dimîne mêjûyek ji koçkirinê Tu li erdeka bê soz de dimîne Tu li erdeka bê soz de dimîne Eger ku tu vegerê jî ey Odîs ! * * * * * LimêjekMin limêj kir ku tu di nav xweliyê de bimîne Min limêj kir da ku tu rojê nebîne , tu ji xew ne rabe Me şeva te ezmûn nekiriye , me bi reşahiyê re sefer nekiriye Min limêj kir ey Fînîq Da ku cadûbazî raweste Da ku soza me di agir de , di xweliya wê de be Min limêj kir da ku dînbûn me biajone * * * * * XinizîAx ey xêrûbêra xiniziyê ! Ey cîhana ku di gavên min de vedizîle Dojehek tev li agirê xwe Ey termê kevnare Ey cîhana ku min xinizî pê re kir û dikim Ez , ew fetisiyê ku mijankên wî ji harîna avê re limêj dikin Û ez ew Xweda ê ku qada tawanbariyê pîroz dike Ez xiniz im jiyana xwe difiroşim Bo riya kevirkirî * * * * * Bo Sîzîf*Bo Helîm Berekat Min sond xwar ez li ser avê binsosim Min sond xwar ku ez bi Sîzîf re rahêjim Kevirê wî yê kerr Min sond xwar ku ez bi Sîzîf re bimînim Bi ta û pizotan bikevim Di nav zoyên kor de , bigerim Li pirtikeke dawîn Ku ji giya û payîzê re helbesta tozê binose Min sond xwar ku ez bi Sîzîf re bijîm * * * * * Du TermTe di hinavên xwe yên gurî de Di ser û çav û destan de Minareyek veşart , te du term binax kirin: Erd û asîman ! Ey êlê, Ey malzaroka zîzanan ey aşê bayê !! * * * * * WelatJi dêmên ku di bin rûyîna şînê de Hişk dibin re , xwe ditewênim Ji rêyên ku min rondikên xwe li ser wan jibîrkirine Ji bavekî ku wekû ewiran , kesk mir Û li ser rûyê wî bavan hebû , xûz dibim Ji zarokekî re ku tê firotin Da ku limêj bike û pêlavan paqij bike ( Em tev li welatê min limêj dikin , em tev pêlavan paqij dikin ) Û ji kevirekî re ku di jêr mijankên min de dixindire Ji xaniyekî re ku min di windabûna xwe de axa wî jî Bi xwe re bir , xûz dibim – Ev in welatê min, Ne Şam ...... * * * * * Xewn Bajarê me bazda Min da dû li rêyên wî bigerim Min mêze kir – ji asoyê pêve min tutişt nedît Û min dît ku yên sibe bazdidin Yên ku sibe vedegerin Laşek in ku ez li ser rûpelên xwe diçirînim Û min dît – ewir zengilorek bû Û av dîwarên pizotê bûn Û min tayekî zer î demûşkgirtî dît Tayek ji dîrokê bi min ve dizeliqî Rojên min diçêre û girêdide Û dadigire – destekî ku Tuximê bûkên lastîkî û binceqa paçekan, Ew dane ! Û ez ketime seqaya afirandinê de Ketime malzaroka avê , û keçikaniya daran de Min dît ku dar dildibijin min Min di nav çuqliyên wan de jûre dîtin , Qul û textên ku meqeresî bi min re dikirin Min zarok dîtin , û qûma xwe ji wan re xwend Min ji wan re sûrên ewrian û ayeta keviran xwend Min dît çawa bi min re koç dikin Min dît çawa li paş wana Kaniyên hêsiran û termê baranê Diçirisîne Bajarê me bazda Çi , ez çi me ? Sumbileke ku ji reşûşekê Li pey berf û sermayê mir Mir û nameyên xwe eşkere nekirin Bo min û ji tukesî re nenivîsand Min jê pirsî , min termê wê dît Di dawiya demê de , dirêjbûyî Min bankir –" Ey bêdengiya qeşayê Ez welatek im ji biyaniya wê re " Û ez yê xerîb im û gora wê Welatê min e . Bajarê me bazda Min dît çawa lingên min dibine Robarek ku xwînê diherikîne Qeyikên ku dûr û fireh dibin Min dît ku peravên min Bin avbûneke xweş in û Pêlên min ba û bece'''''''''''''''' in Bajarê me bazda Û nepejirandin lûlûeke şikestî ye Ku piçikên wê li ser gemiyên min dimînin Nepejirandin darvaniyeke li ser rûwê min dijî - Min dide hev û vêdixe Nepejirandin dûrahiyên ku min belawela dikin e Xwîna xwe dibînim , li paş xwîna xwe jî Mirina xwe ya ku bi min re diaxive û li pey min tê Bajarê me bazda Min dît ku çawa kefenê min , min ronî dike Û min dît – Xwezî mirinê , bihna xwe li min fireh bikira ! * * * * * XatirxwestinJi mêj ve me xatir ji te xwest Me ji te re şînnameya tobekirî got Ey haleya firişteyên mirî Ey zimanê kuliha bazdayî Gotin bi heriyê mişt bûne -Bi cankêşê ve xemilî ne Malzarokên me yên winda li me vegeriyan Û ha vaye lehî û baran e Ey zimanê kavilan Ey haleya firişteyên mirî * * * * * MirinDimirin eger ku em xwedayan çênekin Dimirin eger ku em xwedayan nekujin Ey melekûta kevirê xayizbûyî * * * * Kevirê Evîndar*Bo Yûsiv el-Xal Koçkirin tewaw bû û rê - Kevirekî evîndar e Va em roja kuştî dispêrin xakê Bayê kilametê li xwe dipêçin Lê Sibe dê rayên xurmeyan bihejînin Sibe , xwedayê lawaz dişonin Bi xwîna bahozê Û tayên zirav Di navbera mijankên xwe û rê de , radixînin * * * * * Birêketin: Bireketî me bê ku bilebitim Ey rojê ji kudê gavên te gihane min ? Ji pirtûka ( Stranên Mehyar ê Şamî Adonîs) Çapa Yekem – Bêrût/Lubnan
Weşanxaneya Kovara Şiir -1961 .
|