Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Min wiha Rewþen Xanim Bedirxan naskir.. Di got: (Malê kurdan malê mine…)

 


Konê Reþ

   Berî pêleke dirêj kak Zekî Ozmen, xwediyê malpera Celadet.com çend pirs ji min re þandibûn, li dor Bedirxaniyan. Belê mixabin, di wê hingê de, ji ber gelek xwestekên rojane, ew derfet li bal min nebû ku bersivê bidim..  
   Va îro, bi helkeftina derbasbûna 16 salan di ser koçkirina Rewþen Xanim Bedirxan re, eva ku di roja 01/06/1992 an de çûye ber dilovaniya Xwedê, kêfxweþ dibim ku bersiva kak Zekî Ozmen a duwemîn bidim û Rewþen xanim Bedirxan bi bîr bînim..
 Pirsa wî jî ev bû: Pêwendiyên we yên xweþ bi Rewþen Bedirxan re hebûn. We kengî û çawa ew nas kir?


   Di biçûkaniya xwe de min li çîrok û serpêhatiyên çîrokbêj û dengbêjan guhdarîdikir. Di nav wan çîrokan de, gelek caran çîrokên mîrekên Cizîra Botan dihatin gotin.. Û wiha sal derbas bûn, ez mezin bûm..  û di nav salan de ew çîrok û serpêhatiyên mîrekên Botan, di huþ û xeyala min de man û mezin bûn… Min kes ji wan mîrekan mezintir ne didît..
   Di sala 1977an de çûm Elmaniya ji bo xwendinê. Li wir min ji kurmamê xwe sehkir ku mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji Parîsê hatiye Bonê bo avakirina komeleya dostaniyê di navbera Elman û kurdan de.. Xweþ tê bîra, min ji kurmamê xwe pirsî; Gelo mîr Kamîran Bedirxan kiye ?! Got, ew neviyê mîrê Cizîra Bota ye..
   Hingê careke din ew çîrokên mîrekên Botan yên ku di biçûkaniya xwe de min ew sehkiribûn hatin bîra min, û min ji xwe re got: Dêmek Dr. Kamîran Bedirxan ji wan mîrekên Bota ye.. Ewên ku ji biçûkanî ve min li çîrokên wan guhdarî dikir.. Û wiha ji wê hingê ve, bi evîndariyek mezin min daye ser þopa Bedirxaniyan bi tevayî û vê paþiyê mîr Celadet Bedirxan bi taybetî..
   Di adara 1989 an de, min û hevalekî xwe, me kovarek biçûk bi navê (Gurzek Gul:1989-1992) li Qamiþlo weþand, bi weþandina vê kovarê re, ez li mîr Celadet Bedirxan û pêmayê wî geriyam, ta ku ez rastî wan çend hejmarên kovara wî HAWARê hatim, ewên ku rehmetî Heme Reþ Reþo, ji (1-24), di sala 1976 an de ji nû ve li Almaniya dabûn çapkirin… Hem jî, ewên ku rehmetî Mihemed Bekir Axa, ji (1-9), di sala 1987 an de dabûn hev û ji nûve çapkiribûn..
   Di wê navê de min sehkir ku kebaniya wî Rewþen xanim Bedirxan sax e, li bajarê Banyas, ser derya Spî jiyana xwe derbs dike.. Ev yek di havîna sala 1989 an de bû. Wiha me nemra telefona wê ji Dilawer Zengî stand. Yê ku dostaniya wî bi Rewþen xanim re gelekî gur u xurt bû û gelek kes di rêka wî û rêka apo Osman Sebrî re diçûn mala Rewþen xanim Bedirxan. Bi taybetî ji kurdên bakur û ewropa... Belê nizanim çima Rewþen xanim ji rex kurdên Suriyê ve dihat veþartin..?!!
Rojekê, min nav dixwede da û telefon jêre vekir:
- Elo, ev mala emîre Rewþen xanim Bedirxan e?
- Belê, ez im Rewþen Bedirxan tu kiyî..?
- Ez kurdek im, min xwest silavekê li te bikim..
- Tu ji kûye, ji kû xeber didî..?
- Ez ji Qamiþlo bi te re me Emîre Rewþen, gelo ez dikarim carekê bême nik te..?
- Çima na kurê min, berî tu were xeberê bide min, telefonê veke…
Û wiha me xatir ji hev xwest…
Piþtî dor du heyvan ango di payîza 1989 an de, ez çûm bajarê Banyas, mala Rewþen xanim Bedirxan. Li gor irf û adetên kurmancî min hin diyarî, ji mal danehev û bi xwe re birin wek: Qetirmîzek Hingiv, yek rûnê malê, yek penîrê malê û hin savar û nîsk..
   Li Banyas, ji hotêlê, min telefon jêre vekir, soz jê stand û dawî ez çûm mala wê. Me ji nêzîk ve hev dît û hev naskir.. Gelek gilî û gazin di wê navê re derbas bûn.. Berî ez xatir jê bixwazim min jêre got: Dayê! Min hin penîr, hingiv, rûn, savar û nîsk ji te re anîne, bi hevîme tu wan ji dest min bigire.. Li min vegerand û got; Te kirîne an te ji mal anîne ? Min lêvegerand û got: Dayê min ji mal anîne.. Ji min re got; ma tu ne kurdî, ku tu kurd be, ew malê min in, malê kurdan malê mine… Hem jî got; kurê min! penîrê te aniye yê sîrika ye..? min got na.. Li min vegerand û got: Xwezî penîrê sîrika ba.. Min soz dayê ku ezê careke din penîrê sîrika jê re bibim..
   Ji wê çûna pêþîn ve nivîsandina pirtûkekê ket serê min de li dor jiyan û xebata mîr Celadet Bedirxan, hingê jî, min gelek pirtûk bi zimanê erebî û hin nûçe li dor Bedirxaniyan û mîr Celadet dabûn hev.. Di çûna din de li bal Rewþen xanim Bedirxan, min projê xwe bi nivîsandina pirtûkekê li dor jiyan û xebata mîr Celadet Bedirxan jê re got, hem jî min penîrê sîrika ji penîrê mala Mihemedê Nayifê Paþê jê re bir… Wê jî bi dilekî fireh projê min pejirand û pîroz kir..

31/05/2008
Qamiþlo

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark