Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemźn Nū: “Pariyź Berdemayī” ya Wezīrź Ežo Li pirtūkxaneya Kurdī zźde bū

 


       Ji nav wežanên Wezareta Rewženbîriya Kurdistanê-Birêvebiriya Gižtî ya Rojnamevanî û Çap û Belavkirinê, bi jimara 292an, kitêba nivîskar û dîrokzanê kurd Wezîrê Ežo ya bi sernavê“ Pariyê Berdemayî” derket.
Wezîrê Ežo kitêbê diyarî “ bîranîna birê xwe Ezîzê Ežo ya gež û pîroz” dike. Pêžgotina pirtûkê bi destê nivîskarê Kurd Eskerê Boyîk hatiye nivîsandinê. Esker bi dûrûdirêjî ronahiyê dixe ser jiyan û berhemên Wezîrê Ežo û naveroka pirtûka wî.


Ew behsa jînenîgariya Wezîr dike û dibêje: “Nivîskar, rojnamevan, zaniyar, wergervan, karkirê civakî yê Kurd yê bi nav û deng Wezîrê Ežoyê Hûtî 1ê mijdarê sala 1934a li paytexta Gurcistanê– Tivlîsê ji dayik bûye. Pižtî temamkirina dibistana gundê Pampê (niha-Sîpan) li nawça Ermenistanê ya Axbaranê (demekê jî ya bi navê Elegezê ya heft sale û ya Tivlîsê ya navîn ew sala 1953a fakulteta tarîxê da ya Zanîngeha paytextê Ermenistanê–Yêrîvanê da tê qebûlkirinê û gava ewê temam dike salên 1958-1961ê gundê xwe yê Kurda-Pampê da wek serokê dibistanê kar dike. Salên 1961-1963a wek berendamê doktorayê beža Kurdzaniyê ya înstîtuta Rojhilatzaniyê da li Lêningiradê (niha-Pêtêrsburg)di nava tarîxa Kurdistanê da kûr dibe. Salên 1964-1983a wek rêdaktor û pižt ra jî rêdaktorê sereke di radiyo û têlêvizyon, her wa wežanên Ermenistanê yên dewletê da yên çapkirina kitêban da kar dike. Salên 1983-1994a karê rêdaktoriyê û wergervaniyê di beža wežanên Kurdî ya Radiyoya Ermenistanê da bi cî tîne. Wezîrê Ežo xwedanê çend kitêbên novêl (çîrok) kurteroman, lê her wa yê lêkolîneriyê û wergeranê: (Mizgînî), (Dengbêj kal bibû), (Pamp-Sîpan) (Xaçatûr Aboviyan û berhemên wî yên Kurdzaniyê yên bi ser navên (Kurd) û (Ezdî) (Xebera dosta), ku salên cihê–cihê bi tîpên kîrîlîk li Yêrêvanê hatin wežandinê. Bilî wana novêl û wergerên wî ser rûpelên berevok, antolojiya bi navê (Bahar) jî hatine çapkirinê, ku weke berevoka berhemên žaîr û nivîskarên Kurd salên 80î salê carekê li Yêrêvanê dihat wežandinê….”
Her weha, Eskerê Boyîk balê dikižîne ser naveroka çîrok û novêlên Wezîrê Ežo û dibêje: “Emê di vê beža nivîsa xwe da bi gižtî ser komêntarkirin, žîrovekirin û nirxandina wan novêl (çîrok) û kurteromanên Wezîrê Ežo rawestin yên ku di vê berevokê da hatine bi cîkirinê. Di destpêkê da em pêwîst dibînin bêjin, ku piraniya berhemên vê berevokê cara yekemîn tên wežandinê û bi ser de jî cara yekemîn bi tîpên latînî. Û cara yekemîn, ku ew li welatê nivîskar tên çapkirinê û ber wê yekê jî gorî xwendevanên li Ermenîstanê û Yekîtiya Sovyêtiyê, ku jimara rûnižtevanên Kurd nagihîje mîliyonekî jî vê carê xwendevanên Kurd yên bi jimara bêtir û bi goveka berfirehtir dikarin feydayê ji berhemên W.Ežo bistînin.
   Piraniya berhemên vê berevokê bi naveroka xwe va yên avtobiyogirafîkin, yên bûyerî û hetanî dokûmêntarin jî, yên derheqa wê jiyanê û wan bûyeran da, ku nivîskar bi xwe dîtiye û di nava wan da jiyan kiriye û ber vê yekê jî, weke ji naveroka wan berheman kifž dibe, ewê jiyanê bandorek, tehsîreke mezin li ser wî hižtiye. Û emê metelmay nebin, ku ewê, rasttir, naveroka wan berheman wê tehsîreke mezin ser bîr û bawerî, û hest û hisên xwendevanan jî çê bike. Lê xwendavanên, ku haya wan ji dîrok û sîstema welatê Sovyêtiyê kêm yanê jî qet tune nikarin, weke dibêjin, ser naveroka hinek berheman va vebin, ser va herin, tê bigîhîjin kanê sebebê nîžandana hinek bûyeran û pêrsonajan çiye. Û ji bona naveroka hinek berheman, rasttir, hinek bûyerên, ku di wan da çê dibin xwendavanên va weke paradoks, weke tižtekî sêyr û ecêb kifž nebe emê ser naveroka du kurteromanên vê berevokê rawestin, wana komêntar bikin ber ku têgihîžtina naveroka wan ji bona xwendevanên Kurd yên dervay Sovyêta Berê dijwartir dibînin.„
Pariyê Berdemayî ji van çîrok û kurteroman û novêlan pêktê:
Girtiyê Hepsa Diyarbekirê
Pariyê Berdemayî
Her bi tenê dayika min zêndî bûya
Ez Bažim
Îbrahîm Beg
Kumrež
Vagona Sexletî da
Mîsak Sîsakîç
Ew çûyîn bû- çû
Jina No
Xezal û Kûsî
Hey babam hey dadam
Gaziya dû gur
Malê kanê nanê gavîn.
Pirtûk ji 415 rûpelan pêktê û bergê wê bi tabloya hunemend Dr. Mihemmed Arif hatiye xemilandin. Eve jî çîrokek ji yên pirtûkê:

“Gaziya dû gur”
( Çîroka ser vê gotina gelê Kurd)

         Go, zemanekî buhûrî da gurekî har li çiyayên Kurdistanê peyda dibe, ku rojê carekê xwe diavêje nava kerê pezê gunedekî, carê sî -çil pezî pê qîlên xwe žerjê dike, cendekê wan li çolê dihêle  û pižt ra hêja pezekê dide ber sîngê xwe, didefîne dibe derdixe cîkî dûrî xewle û li wir vediçirîne û dadibelîne. Ecêbeke reže giran: kelbên živanan yên here dir û gurêx newêrin xwe bidin ser wî gurê har. Carina jî wisa tele tel tê, ku hetanî živan bi hatina wî dihesin, hetanî <> dikin, kelban berî wî didin ew pê ra digihîne pir pezan žerjê bike. Go, gava pezek jî dida ber xwe – didefand dibir û kelbên her gurêx dû wî diçûn – ew cî da radiwestiya û gava digirijî kelba saw jê digirtin, dêlên xwe dikirin nav lingên xwe, dibû kaste kasta wan û žûn da dizivirîn. Go, sawa wî haqas pir bû.
        Eynî zemanî da, go, li Kurdistanê kalemêrekî deng dabû, extiyarekî dinêdîtî û aqilmend û bi pê ra jî bihûrtî, ne xalî, Xwedêdayî. Go, wî zimanê har û mara, zimanê hemû terewil, rawir û teyredên cîhanê zanibû û her yekî ji wan re bi zimanê wan diaxivî. Go, mezin, gire girên gundên hewîrdor li hev dicivin, žêwira xwe datînin û biriyarê distînin, ku çend merivên xwe bi rê bikin bal vî kalemêrê aqilbend û bihûrtî belkî ew çare, îmkaneke xilaskirina wan ji vî gurê har dibîne. Tên bal wî kalemêrî û jê ra dibêjin, erê, welleh, hal û hewalê me û gurê har eve û rica jê dikin çareke xilasbûna ji vî gurî ji wan ra bibîne. Kalê guhdariya wan dike, dilê wî bi wan dižewite û soz dide wan, ku wê alîkariya wan bike, çarekê ji wan ra bibîne.
      Sivetirê nan û pêxwarina xwe dixe hevanekê, davêje milê xwe, wekazê xwe hildide û berê xwe dide çiya û baniyan, çol û çolistanan. De, merivekî bihûrtî bûye û ciyê ku gur wî zemanî lê bûye, zanibûye. Pir diçe, hindik diçe li serfêza gundekî rastî vî gurê har tê. Bala xwe didê zikê gurê har pižtê va qemitiye û çavên xwe berdaye kerekî pêz ku li berpala çiyakî bilindî hasê yê serfêza wî gundî diçêriya. Kalê bi gurekî silavê dide gur û jê ra dibêje:
Guro!
Hi, kalê, gotina te çiye?– Gur jê dipirse, lê çavên xwe jî ji kerê pêz nabire.
Guro, - Kalê jê ra dibêje, - ez îro hatime ricakê ji te bikim û žîretekê li te bikim.
Bêje, lê her bi tenê zû,-gur bersiva kale dide , lê çavên wî dîsa li wî keriyê pêze, ku bi çêre çiyayê bilind va hêl dide û ranêzikay heçê wî ra kiriye.
Guro, -Kalê jê re dibêje,-tu rojê xwe davêjî nava kerê pezê gundekî, sî-çil pezî žerjê dikî, cendekê wan li erdê dihêlî û dawiyê hêja yekê didî ber sîngê xwe, didefînî, dibî û dixwî. Gava her bi tenê pezek ji te ra pêwîste, gava bi pezekê tu têr dibî û bi ser da jî nîvê cendekê wê bêtir ber te dimîne – îdî tu çima haqas pezê xelkê badilhewa,  bêxeda žerjê dikî. Te gotineke gelê kurd bihîstiye?
Çi gotine? –Gur jî bi pirsiyarkirin bersiva kalê dide.
Kalê hêja wê gotinê jê ra ežkere dike:
Ewa dibêje. << Gur hate dîhara–weyî li halê sêfîl û jara>>.
Lê tu çima vê gotinê ji min ra dibêjî? – Gur ji kalê dipirse.
Awa ji ber çi, - kalê bersiva vê pirsiyara wî dide. – Xizan loma xizane, çimkî, weke dibêjin, Xwedê jê standiye, qismet ser wî biriye, qismetê wî qelandiye. Loma jî, gava gurên weke te dikevin nava kerê pêz–bêtir pezê xizanan ber wî dikevin. Carina jî sê pezên xizanekî hersê  jî tên serjêkirinê. Çimkî ew miyên dožanîne, zayine bi wê yekê žîr, mast, penêr û rûnê devê zarokên mala xizan yên hûr ser wan tê birînê. Ew birçî dimînin, dikin zare zar, lê dê û bavên wan jî hew dikarin zikê wan têrkin. Lê ev zarok ne gunene, ne webalin. Qet gunê te bi wan nayê?Gelo bažtir nabe, ku tu vir ha da her bi tenê pezekê ji bona xwe ji nava kerê pêz veqetînî, ku ne ku bi tenê wê têra te, têra têrxwarina te bike, lê bi ser da jî wê ber te bimîne. Bažtir dibe, ku ew pez, ew mih jî ya malbateke zengîn ya xudanê çend sed pez  be ber ku bi yekê ew mal zerareke mezin nakeve, dožaniyê wê têra zarokan dimîne û zêdetir jî.
Kalê, - gur got, - eger ez ya te bikim, li peza mala zengîn bigerim, hetanî vir da, hetanî wê da živanê bi kelbên xwe va dorê li min bigirin. Lê eger ez bi rev sax û silamet ji nava çembera wan derkevim jî ez ê wê rojê birçî bimînim.
De qet nebe, - kalê bi mecbûrî ji gur ra got, - pezekê bi tenê ji xwe ra bibe, ew ya kê jî dibe bera bibe,  ewên dinê badîhewa, cîkî bož û betal neke berete.
Ez wê yekê jî nikarim bikim, - gur gote kalê, - ber ku hetanî sî-çil pezî žerjê nekim gožtê wê peza, ku ji xwe ra dibim, ber min da naçe.
Lê wê çawa be?– kalê ji bêçariya xwe ji gur ra got.
Wê çawa be, - gur bersiva wî da, - tê li vê tangê žîretên xwe bidî birînê, herî mala xwe, lê ezê jî hewil bidim xwe, ku xwe kerê pêz ra bigihînim, ber ku, eveke, ewê piž çiyê da biqulibe, lê di min da jî ji birçiya haqas hêz û hereket nemaye, ku ez hetanî heçê çiyê hêl bim û wê wêdetir jî, kî zane, çiqasî bimežim.
Got û ji bal kalê çing kir, banizda, berê xwe da hevrazê çiyê. Kalê çend cara deyî li wî kir, dû wî kire gazî, ku wî ser wê rê bide rawestandin, žûn da vegerîne, lê gur nerawestiya û ne jî piž xwe va zivirî.
Kalê por û požman vegeriya mala xwe.
A ji vî zemanî da, pižtî vê bûyerê ev gotina:<< Gaziya dû gure>> nava gelê me da tê bikaranînê, bîranînê, gava žîretên li merivên serhižk û xirab weke tižtekî bêfeyda, bož û betal dibînin, gava bûyereke xirab îdî ji zefta meriva derdikeve û îdî ne mûmkûne pêžiyê li wê bigirî, bi cîhatina wê nîvî da biteribînî.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark