Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xwedyê Keleha Dimdim, Xanê Çengzêrîn

 


Xalis Misewer

Dibêjin: Xanê Çengzêrîn, Kurdekî ji êla mokiryan bû, ev êl rûniştina wê ta niha jî, li Kurdistana Îranêye. Xano di pêşya temenê xwe de, mirovekî bê mical û xizan bû, li çol û çiyan, bê cih û war bû.
Lê ew Kurdekî netewperest, û çeleng, û bêhawe mêrxas bû, tê xuyakirin ku hestên wî yê netewî, dinav dilê wî de hatibûn çandinî, û pir dixwest ku Dewleteke Kurdî, ji miletê xwe re ava bikê, lê xwe li warê vê dunyê, belengaz û bê hêz didît.


Rojekê ji rojan vî mirovî berê xwe daye (Şahê Ecem), ketiye xidmeta wî de, û bûye leşkerek ji leşkerên wî. Piştî demekê Xano diçê dîwana Şah, xencerekê û şûrekî û kemberekê jê dixwazê. Şah nemerdî nakê, ji berdestik û xulamên xwe re dibêjê: Rabin xencer û Şûr û kemberekê, bidine vî Kurdê bêxwedî û bi çolêketî, ji ber ku ew ketiye xidmeta me de, û bûye leşkerk ji leşkerên me. Xulaman daxwaza Şahê xwe bicih anîn, û Xano jî giha daxwaza xwe. Lê roja din bi ziraqa sibehê re, Xano girte ser çavê Şah, û jê xwest ku bibê şivanê hespên wî. Şah dîsanê daxwaza Xano bicih anî, û birik hesp jêre veqetandin, û li çol û çiyan şivantiya hespan kir.
Dibêjin: Rojekê ji rojan, Xano di dema êvarê de, hespên xwe bi alî malê de dizîvirîne, lê bi rêv de birek çete û talanvan lêder dibin û hespên wî didin ber xwe û dibin. Xano yekê nake dido, şûrê xwe li wan dikişînê, û êrîşeke tûj berdidê koma diz û çetan, ta yekî ji wan dikujê yên dîtir jî direvin, û bi serfirazî talanê xwe vedigerînê, hespên çetan jî talan dikê, ji wan distînê, û berê xwe didê malê û tê, lê hingî ewqasî şer dijwar bû, destekî Xano di wî şerî de jêdibê. Şah li dîwana xwe jê pirsî û got: Ka ev çi bûyere bi tere çêbûyê kurdo..?.
Xano bersiva wî da û got: Paşayêmin dema êvarê min berê xwe, bi dûv hespan de dabû malê, bireke diz û çete li min derbûn, û hespên min dane ber xwe û talankirin, lê min şûrê xwe kişand û da pey wan, ta min talanê xwe vegerand, û hespên çetan jî ji wan stend, lê vaye destekî min jî di şer de jêbûye.
Wê çaxê Şah bang li kesên dora xwe kir û got:
- Rabin bilez destekî zêrînî ji Xano re çêbikin. Dicih de rabûn destekî zêrînî ji Xano re çêkirin, û ji ber vê mêrxasiya wî, Xano û Şah dest birakî dabûne hevdû. Rojekê dîtir Xano derbasî cem Şah bû û jêre gotê: Ez bi serê Şahkim, ji îro pêde, ez nakevim dîwana Şah, ta bi qeysî ferehbûna çermê gayekî erdê nedê min!. Şah lêzîvirî û got:
- Xwe dîn meke..! wê ferehbûna cermê gayekî, çi ji tere bikê Xano..? lê Şah dawiyê gotê:
- Here bavo erdê tu dixwazê veqetîne. Xano jî mirovekî pir zîrek û canbaz bû, çermê gayekî anî, û heft rojan dinav avê de hişt, pişt re rabû rahişte kêrê, û çerm kire terîşên herî dirêj, ew terîş li singekî badan, û li çol û çiyan gerandin, ta qadeke mezin bi wan terîşan vegirt. Pişt re hate cem Şah, doza sêsed karkerî lê kir. Lê Şah ma difikaran de û gotê:
- Xano, rûnê serê me nexe belayê..!
- Ez biserê Şahkim ku daxwaza min bi cih neyê, ez mêvandariya Şah li ser xwe tucar napejirînim. Şah naçar ma û daxwaza vî mirovê netebitî bicih anî, û sêsed karker û şagirt vêre şandin. Lê rojadin Xano çûyî cem û Şah got: Şahê min ez bi serê te û bavê tekim, karkerê min hemû dev ji min berdan û revian, Şah aciz bû lê vêcarê pêncsed karker dayê. Dinav van kakera de mirovekî Xano hebû jêre Mehmûdê Marakanî digotin. Keleh heft salan hate avakirin ta çarbejna bilindbûna wê çêbû. Heft kurên Xano hebûn, ew jê evbûn: Mîrmokirî, Mîr Elî, Mîr Bekir, Mîr husên, Mîr Mihemed, Mîr Mehmûd, û Mîr Evdal. Rojekê Xano mirovên kerwaneke Rûsî hemû dîl kirtin, û karkerên Şah berdane bajarê Bexdayê, xelk li wan pir matmayî mabûn û digotin: Bêrîka karkerên mîrê Kurda tijî perene, ma gelo ev pere hemû ji kû anîne..!?. Ta xelkê li bal Şah li wan kilihkirin û gotin: Van karkeran hertişt li me buhakirine, em nema karin tiştekî ji vî bajarî bikirin.
Xelîfe jî zavayê Şah bû, peyakî xwe dişînê bazargehê, û dû kes ji wan karkiran kişandin cem Xelîfe, ji wan pirskir û got: We evqas mal û pere ji kûde anîne …karkirno..? gotin: Em kakerên mîrê Kurdin, em pêncsed karker bûn, me jêre kelehek di heft rojan de avakiriye. Xelîfe got: Evya derewe, keleha min ji ya wî mestire, min bi sed şagirtî di sê mehan de avakiriye. Karkeran got: Keleha Xano ne weke ya teye, me binê wê bi risas û hesinê pola avakiriye. Xelîfe qeherî û bi zirt ji wan re got: Yela herin ji hemû kakeran re bêjin, bila zû ji bajêr derkevin, û nameyeke bi vî hawî ji Şah re şiyand. Şah li nameya Xalîfe nêrî û got: Evna neraste Xano tucarî xiyanetê bi min re nakê, lê Şah jî nameyek ji Xano re şiyand û got: Min bihîztiye, ku tu li hember min rabûye, û te dest bi xirabyê kiriye, rabe zû xwe bixe bin sihka taca min, yan jî ezê te û xizmên te hemyan bikujim, koka te rakim û çira te ji dunyê vemirînim, weha Şah di nameya xwe de nivîsî bû, û name da destê du şandeka, û berê xwe dane mîrê Kurda.
Xano nameya Şah xwend, vêre pir aciz bû, û jêre nameyek vegerand û got: Bila taca te ji serê te re bê, û bila tu zanibê jî, ku îro wê mirov diber serxwebûna Kurdistanê de bêne kuştin. Şah pir ji gotina Xano aciz bû, û jêre nameyeke din şiyaynd û got: Xanê Kurd..! hustê xwe ji min re bitewîne, û xwe bixe bin sihka destlatdarya min de, ku tû wilo nekê ezê artêşan biser te de bişênim, û te û keleha te ji dunyê rakim. Xano jî lêvegerand: Ez navê Kurdistan xiranakim, û miletê me tucarî teslîmkaryê qebûlnakê û bindestiyê napejirînê. Belê piştî vê dan û sitendinê, artîşa Şahê Ecem bi çil xanî ve keleha xanê Kurd dorpêçkirin.
Bi ziraqa sibehê re, Mîr Evdal Kurê Xano derkete derveyî kelehê, nêrî ku vaye çiqas çadir li dora kelehê hatine vegirtin, dicih de vegeriha û xibera çadiran gihan de bavê xwe. Xano ji lawê xwe re got: Lawo evna hatine bêşa xwe ji bavê te re pêşkêşbikin. Lê Xano û zarwên xwe ji cengê re xwe amadekirin. Xano li hespa xwey mîna birûskê siwar bû, û berê xwe da qada şer, zarwên wî jî mîna çêlyên şêran dane dûv, û bi mêrxasî xwe bera gastîna şer dan. Bi vîhawî Heft sal di ser cengê re derbas bûn, lê tu ziyaneke wilo mezin li Xano nehatekirin, û ji heft enber û gencînên genim, yeke bitena xwe vala bi bû.
Rojekê Mehmûdê Markanî li ser dema şîvê paşmayî mabû, gava amade dibê, dibînê ku vaye ji kepeke nanê hişk pêve jêre nehiştine, Mehmûd ji wilo aciz bû, û ev tişt di dilê xwe de hişt û meyand. Lê ji wira radibê diçê, bidizî nameyekê ji leşkerê Şah re dişînê û dibêjê: Di vî çiyayî de, dibin filan tehtê de, kaniyeke avê heye, ku hûn vê kaniyê negirin hûn tucaran bi Xano nikarin, û berya roja sibehê bi asîmana ve hilkişê, namya xwe di ser hewşa kelehê re, bi tîrkê ji leşkerê Şah re avêt…
Bi vî hawî û bi vê xiyaneta mezin, leşkerên Şah cihê kaniya ku avê didê kelaha Didim naskirin. Şahê Ecem jî - yek nekire dido- dicih de ferman da, ku dused devehên kirs, di wê kaniya avê de serjêbikin, û wuha xwîna sor bi avê re herikî kelehê. Sibehê zû dema dergehê kelehê vebû, Mehmûdê Markanî radibê direvê û xwe digihînê nav leşkerên Şah. Şah li wira jê pirsî: Ma gelo Xano çi ji te kiri bû, ta weha te devjê berda bû..? Mehmûd got: Weleh tişt ji min nekiri bû, ji lawê xwe jî bêhtir ji min hezdikir, lê şevêdin şîva min xwaribûn, ji nanê zuha pêve ji min re nehiştibûn, ez xeyidîm û min ev tiştê ha bi serê de anî.
Şah jêre got: Ey mirovê bêbext! Ku te bi mîrê xwe Xano re weha kiriye, gelo tê bi min re çilo bê..? Leşkeran Mehmûdê bêbext, xistin devê topê û pê keleha kurda ruxandin. Weha jî dawiya vî bêbext û xayinê mezin hat. Di wê çaxê de, Xano li diya xwe dizîvirê û dibêjê: Dayika min.. ava kaniya me îro sor bûye, ditirsim ku hineka xiyanet bi mere kiribê. Diya Xano û jina wî berzûrî asîmana bûn, ji mijê û ewran re nimêj û lava kirin. Xwedê wilokir, baranê dayê û gencînên wan tijî ava baranê bûn, û şerê dijwar ji nûve dest pêkir. Xano bi zarwên xwe, û bi miletê kurd ve, ta evarê di şerde man, wê evarê Şah nameyekê ji Xano re dişîne û dibêjê: Leşkerên me ji şer zor westiyane, û ez vêga rawestendina şer ji te dixwazim, ta leşker bîskê bêhna xwe vekin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark