Dilbend Xelîl
Sipî boze , bilind poze Dil bi soze , nerîn doze Ebrû moze , ew newroze Yara min ew kurdistane Naz û xweže , zevî geže Ew keleže , lat û beže Seyran meže , kar lê xweže Yara min ew kurdistane
Ew Kurdistan , ew žehristan Bax û bustan , gul , gulîstan War gotistan , cê žehîdan Yara min ew kurdistane Yar û yare , xwež buhare Gul buhare , gurê hare Zar û jare , cem neyare Yara min ew kurdistane Bi zagrose , bi torose Ararate , xwež xelate Bi hemrîne , žerfe dîne Yara min ew kurdistane Xwedya vine , mem û zîne Ew žêrîne , ferhad dîne Ware vine , pak zemîne Yara min ew kurdistane Ew bi çiya , cem me hemya Çem û derya , gul û giya Hingi dunya , a me hemya Yara min ew kurdistane Bi sînore , ew bi lore Soran gore , hawîr dore Dijmin kore , zor ew zore Yara min ew kurdistane Ser bilinde , naz û rinde Heyva gunde , pir lewende Žêrîne qende , xwedî pende Yara min ew kurdistane Ser hildane , a kurdane War ne mane , lê civyane Me ew dane , xwîn û cane Yara min ew kurdistane Bi reng û rû , me jî dad û Ew sawîr bû , hate û çû Bi rengkî zû , me xwe xist dû Yara min ew kurdistane Em ew kurdin , kurdê kurdin Ser bilindin , pak û rindin Xwež comerdim, can em berdin Yara min ew kurdistane Bi dû kezî , furat mejî Dicle kujî , yarek kejî Pêre dijî , hûn û ejî Yara min ew kurdistane Law ew rustem , law ew deysem Kar û berhem , dikin her dem Ser me her dem , axîn û xem Yara min ew kurdistane Ew hevale , pir delale Hawîr lale , reng žemale Bi kendale , cê hevale Yara min ew kurdistane Dem ne mane , zû bazdane Bik peymane , ser xwe cane Bo welatê , kurdistane Yara min ew kurdistane
|