Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: (kera) bin živanan be ū ne (momīka) bin xelkź be

 


Dilêžê kurd

Di hin malperên Kurdîde , berî çend rojan ( Mihemed Hemo ) gotarek belav kiriye navê wê bi qerf  û bi pêkenîn wisa nivîsiye : ( Živanê Kurdistanê li Monîka siwarin ) ,bi rastî gelek caran navê vî nîv-nivîskarî min di hin malperan de xwendiye , û mi dengî vî nvî-rojnamevanî di hin Telîvizonên kurdistanê de bihîstiye , ku her û her mebesta wî dijûn û xeberan ji tevgera kurdî li sûriya û rêberên wê re bide , û bibêbextî û li gor daxwaza dûjmin žer dike , qet nedihat bîramin ku lê vegerînim ji ber hin sedeman :


-  ji ber li helebê mi ew nasdikir , mixabin wek dost .

-   ji ber ku ez ne tenê ne ( nîv-nivîskarim ) , lê belê  ne ( nivîskarim ) biyek carê re .

-  bi rastî , ez çavnêrê berpirsên tevgerê bûm ku ew bixwe lê vegerînin  , û rûpelên wiye rež ber çav û ežkere bikin .

ji ber van sedeman , û hin sedemên din jî , mi ne dixwst bersiva vî ( nîv-mirovî ) bidim , lê vêcarê kêr giha hestiyê ( Živanên) kurdistanê weke ku kevne živanên kurd dibêjin , ewên ku Kurdistan bi xwîn û xwêdana xwe rizgrkirin , û ne tenê mirovê û ker û pezê wê parastin, lê belê ( nîv-mirov ) jî , û îrojî her kul û xema wan Živan bi rûmet ewe ku çawa  ( mast , rîn , hirî ..) yê ji millet re bidin peydekirin , ku êdî mast ji dewletên din nekirin , nexasim ji yên hevsînor ..

evê yekî hižt ku vê bersivê bidim , hêvîdarim ku tenê carekê em bibin berevanê Živanên kurd û rê bidin wan ew jî li monîka siwar bin , ji ber ku rewža wan bitenê nîžana rizgarî û pêžveçûna miletê kurde , ne rewža nîv-nivîskara nîžane , û vaye vî nîv-mirovî em dilrehetkirin ku rewža wan jî baž bûye , û li Monîka jî siwar tên ,  û kerên xwe jî rihetkirine , çimkî ew tenê di zanin ku çendî kerên wan wefadarî bi wan rekirin di xebat û berxwedan û jiyanê de , û dizanin ku ew jî cenawerê xwedê ne , û bi gelekî ji nîv-mirovan çêtirin .

li bîra mine ku berî çend salan , Mihemed hemo ji heleba rengîn li ( MONÎKA ) xwe cara dawî siwar hat û berê xwe yekser da kurdistanê , di dema ku hîna ev živanên ( siwar li monîka ) berdewam bûn di xebat û tekožîna xwe de ji bo rizgarkirina dawî , ji xwe kesên li Kurdistan ji min çêtir dizanin ku mihemed hemo nehatibû alîkariya wan ( ŽIVANAN ) bike , û ew bixwe ne nivîskar û rojnamevan û hosteyê tu karan bû , tenê Monîka wî hebû neçare da bi kirê û bi zîrekî li ser xebitî û xelk bi rêz lê siwar kirin , û hêdî hêdî Monîka celew jê sitan û dikarê xwe de gelekî bi ser ket , û nema vala dibû ku Žufêrê xweyî kevn siwar bike , tenê pižtî du salan ji hatina wî dema ku monîka wî berêxwe da welêt ( helebê ) , wê carê jî M.Hemo lê siwar hat û yek ser ew bire ser sînor , û celew xiste destê Žufêrê Kevin de , ku  li alê din ji sînor li bendê bû , ew jî herkes dizanê Žufêrekî zîrek û bi rutba ( Efserê Emin Dewlê bû ) , ku zû celew ji dest Hemo girt û yekser berê xwe da Heleb ( Bajarê Fiyagra û morfînê ) , tenê Mihemed hin kîs raport û hin kîsik pere bi Monîka xwe re žiyandin , pê gelek hiktar zeyton kirîn , û yên din jî mesrûfa Monîka û Žufêrê wê bû , lê raport bi xwe pesn û bîrhatinên xwe  ku li Kurdistan hûr û kûr nivîsandibûn di dema valahiya xwe de , nežažbim ew žiyandibûn ku wan ji nav destê Živanên kurdistanê yên ( nezan ) bi parêzê , û li heleb dezgehên ( Emin Dewlê ) wan jêre çap bike ji bo êdî wî bilindbikin , û wî bikin ( nivîskar ) ê temam û jêre cardin ( Pirtûkxanekê) vekin binavê ( Xanê) , xwiyaye ew jêre bažtir bû !!.

 ji xwe ew bi xwêdane xwe bi pêžve di çe , ne wek van Živanên kurdistanê yên ( nezan ) û ( hov ) , ku ( heyfa ) wan monîkê delal ku lê siwar dibin .

birastî li gor dibihîzim , hêdî hêdî monîka wî kevin û nexwežik dibe , û xelk nema li monîka wî siwar tên , tevî ku her serê demekê Monîka xwe dižîne Heleb ji bo saz û bedew bikin , lê xwiyaye modêla we nema žêrîn û bedewe , û xelkê kurdistanê û nexasim Živanên wê dilên wan tenike û ji xwere monîkên xwežik û modêlên nû bi xwêdana xwe di kirîn û bi tenê lê siwar tên û bi bên ferehî di çin ber pezê xwe jî , û xema perê banzîna wê jî naxwin ji ber ku pižtî rizgarkirina Kurdistan û bi destxistina nefta wê , êdî ( banzîn ) bi gelekî ji ( Kayê ) arzantir bûye 

ma qey mirov bibe Živan li kurdistanê û bi monîka be , neçêtire ku ( nîv-nivîskar , û nîv-rojnamevan , û nîv-mirov ) be ?!! , û ji mecbûrî Monîka xwe bide xelkê bikirê ji bo heqê banzînê derxe ?? .

di dawî de ez lêbûrînê ji berêz Kilinton ( dostê Živanê kurd û alîkarê wan) dixwazim  , ji ber ku di be di vê bersiva minde de tevlîhevî dinavbera navê ( Monîka) dostika wî mirovî , û navê wê Cîba Japonî de ku li Kurdistan tê binavkirin ( MONÎKA ) ,  û di be jî ku tu cudaya divirde dinavbera herdû navan de nehatibe bikaranîn , bêgumane di vî warî de kêmasî li min naye girtin  ji ber ko min berê gotiye nenivîskarim û ji ber ku nîv-nivîskar Mihemed Hemo di nivîsandina xwe de ev tevlîhevî kiye , û mixabin herdu nav ji hev cuda nekirin ..


Heleb / 30.4.2008


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark