Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurdan di ristezincîrên Erebî de mîna hêzeka mêtinger didin xuyakirin

 


Nivîsîna: Dilþêr Husên*
Wergerandin :Diyar Ehmed

Di ristezincîrên Erebî de ji me re hatbû naskirin ku naveroka wan ristezincîran li ser dagîrkariya Firinsî û Engilîzî ji welatên wan re di axivîn, hin carên kêm li ser dagîrkariya Israîlê ,û di vê dema dawiyê de li ser dagîrkariya Emerîkî ji Iraq û Efganistanê re jî di peyvin.
Lê belê rojekî ji rojan me guman ne dikir ku di ristezincîrên Erebî de kurd bibin hêzeka mêtinger û xaka welatê Ereban dagîrbikin.


Li roja 26/1/2008 ê, di dîtineka balkêþ de, li zanîngeha Teþrîn li bajarê Laziqiyê, katjimêr nêzîkî /12/ dozdehê nîvro xelekek hate wênekêþan ku girêdayî bi dagîrkirina leþkerê (Kirbistanî) ve bû, wek ku wan nav lêdikir, ya ku piþt re ji me re hate xuyakirin ku ew leþkerê kurdistanî ye ne ku yê (Kirbistanî) ye ku zanîngehên Iraqê dagîrkirine, ev dîtin (xelek) li naverasta pêþberî pertûkxaneya navendî di hundirê zanîngehê de hate wênegirtin,û di dema me xwe gihand yekî ji karmendên ku di rêveberiya ristezincîrê de kardikir, yê ku nexwest ne navê xwe û ne yê derhênerê wê ji me re eþkere bike û me li ser rastî û þêwerengê vê ristezincîrê û li ser derhênerê wê jê pirsî,ewî bersiva me da û got: ev ristezincîr ya derhênerekê Misrî ye û navûnîþana wê (siha serbazekî ye) û ew li ser hêzên dagîrkariya Israîlê li Iraqê di axivê,me bi matmayî jê pirsî hêzên dagîrkariya Israîlê û li Iraqê !!?? bersiv da û got:belê, ma we bi Herêma Kurdistana Iraqê ne bihîstî ye,ya ku dixwazê ji Iraqê cuda bibe,û dewleta xwe ya serbixwe ava bike,û em vê yekê bi Israîla diduwê navdikin û ev xelek îro dagîrkirina wan ji zanîngehên Iraqê re dide diyarkirin,û dîsan got ev ristezincîr li gundê (Sinober) ku ser bi bajarê Laziqiyê ve ye hatiye wênegirtin,û Hikumeta Sûriyê gelek hêsankarî û piþtgirî ji çekên sivik û giran,herweha serbaz jî ji wan re pêþkêþ  kirin,û rê da wan ku ew  wênekêþana wê di cîgehên giþtî de jî bikin.

Û li vir hêjaye em diyar bikin ku tevaya zarvekeran ji efser û serbazan li ser milên wan hêma û nîþanên ala kurdistanê hat bû danîn û li ser hat bû nivîsandin(Leþkerê Kirbistanî), û me karî em yekî ji wan zarvekeran nasbikin,ew jî zarvekerê Sûrî yê navdar Basim Yaxor bû,yê ku cihê efserekî di leþkerê Kirbistanî de digirt,wek ku wan nav lêdikir,lê ya seyîr û cihê pirsê di vir de ewe,ku welatên Ereban dagîrkirina Israîlê ya ku ala wê li esmanê pêhtirî dewletên Ereban bi bilindî pêl dide û bi xurtî dike pirpir jibîr dikin yan jê dixawazin jibîr bikin,û dagîrkirina Iranê ji Ehwazê re,û dagîrkirina Turkan ji Lîwa Eskenderonê re paþgulê xwe ve bavêjin,û xwe derbasî tiþtin pûç bikin wek dagîrkirina Leþkerê Kurdistanê ji xaka wan re,tevî ku miletê kurd ta dema îro di bin simên mêtingerî, sitem û zordariya wan de dinalê.
Ka vê yekê hizir bikin xwedê çavnêrî we bê ??!!

-------

Çavkanî: (Dengê Kurd) rojnameya navendî ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (ALPartî) bi zimanê Erebî - jimara (399) Sibat 2008 ê z

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark