Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

li Hesekê şevbuhêrkek jiyangêrî û helbestî bo Yûsifê Berazî (Bêbuhar)

 

 Amadekirin: Mehmûd Badilî
mbadili3@hotmail.com 


roja pêncşemê 25/5/2006, li bajarê Hesekê şevbuhêrkek taybet ji bo rêzgirtina helbestvanê hêja Yûsifê Berazî ( Bêbuhar ) hate lidarxistin.

ev şevbuhêrk têvel bû ji hemû şevbuhêrkên derbasbûyî, taybetiya wê ne bi wateya ku xweştir yan nexweştir bû, zengîntir yan ne zengîntir bû, lê em dikarin bêjin: taybetiya vê şevbuhêrkê di kesayetiya Bêbuhar û temen û qûnaxên ku buhurandine û têde derbasbûye.



Ev ji hêlekê ve, û ji hêla din ve, danûstandin û têkiliyên wî bi kesên stiranvan û helbestvan û zimanzanên me yên bi deng û helbest û nivîsên xwe û bi zimanzaniya xwe rolek gewre lîztin di stiran û ziman û wêjeya kurdî de, mîna Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo, seydayê Cegerxwîn, Osman Sebrî, Tîrêj, Reşîdê Kurd û hin kesin dîtir.

şevbuhêrk wek rêzgirtinekê bû ji bo helbestvanê hêja Bêbuhar, lewra komcivîn li ser pirsên ku hatin kirin ji layê nivîser û helbestvan û rewşenbîrên ku amadebûbûn geriya, helbestvan Bêbuhar ji hêla xwe ve, bi berfirehî bersiv dida, bîranînên xwe yên ji berî pêncî salî de vegerand û li guhên rewşenbîran  weşand, dilê xwe vekir û bi sîngek fireh, bê xemsarî, bê diltengî, bi kêf û henek, bi ken, bi pend û metelok, bi  serpêhatîyan li ser tecruba xweyî helbestî ji hemû layan ve peyivî, û bi vî rengî şevbuhêrk zengîn kir û xemiland.

di despêka şevbuhêrkê de, em kêlîkê rawestiyan li ser rewanê pakrewanê kurdistanê û bi taybet pakrewanên 12 avdarê.

dûvre helbestvan Mişelê Osman bi vê peyvê kurtejiyana helbestvan Bêbuhar, bi cemawerên rewşenbîran da nasîn:

"Mirovekî xwedî bîr û bawerî, ji doza xwe qet venegeriya, di rojên dijwar de gelek zehmetî kişand, mirovekî dilê wî bi azara netewî hatiye sohtin û ji têhnîya hilatina roja azadî û serxwebûna kurd ev dil peritiye,mirovekî ku di zindanê de bû helbestvan .

mamostayê helbestvan Yûsifê berazî(Bêbihar) em tev bixêr hatina te dikin.

kurte jiyana mamosta Bêbihar..... navê wî Yûsif kurê “ Elî şêxo “ ye, di sala 1931 ê de,  li gundê(Tilcircê) bakurî Helebê ji dayik bûye, ji berya çil salî de helbestê dinivîse û hîn berdewame dike. gelek hunermendên navdar mîna (Mehmûd Ezîz Şakir, Mihemed Şêxo, Seîd Gabarî ...)

ji gulîstana wî gul çinîne û gulav dane".


Berhemên çapkirî:

1- zindan.....1988 / helbest

2- bang .......1997 / helbest

3- raperîn.....2002 / helbest

4- serxwebûn....2006 / helbest


piştre helbestvan Ibrahîm Ebdî pêşkêşiya helbestvanê hêja Bêbuhar ji komcivînê re kir bi vê helbestê:


Li ser çavan tu hatî Bêbuharê me
Çi mêvankî delalî tû li şarê me
Bi omîdim demek xweş tû bibûrînî                                                        
Şevek taybet ji helbestan li darxînî
Tu şêrînkî bi nifşê nû zimanê me
Tu zanî ma çi dijware zemanê me                                            
Te gazîkir gelî kurda ji xew rabin
Divê kû em li cîhanê newindabin
Ji zarê te dixwendî bilbilê xemgîn
Çi awaz û newazê pirr xweş û şêrîn
Di zindanê te ZINDANa xwe danî bû
Di BANGê de bi derdê me te zanî bû
Di pişt re RAPERÎNek nû li dar danî
Heta kû SERXWEBÛNa xwe bi cî anî
-----------------------------------------------------------------

   * Zindan, Bang, Raperîn, Serxwebûn:  navên dîwanên mamosta Bêbuharin



di wê şevbuhêrkê de, gelek pirs hatin kirin, û bersiv jî zor berfireh bûn, lê em dikarin li vir çend xalên giring berçav bikin:

1- Helbestvan Bêbuhar di despêka xwe de dengbêj bû, paşê helbest nivîsand û di rêya stiranê re ji helbestê hezkir, li vir helbestvan Bêbuhar dibêje:

" despêka min bi stiranê rebû, ez bi saya dengê dêya xwe û ew stiranê folklorî yên kevin ku her carê ji me re distira bi ser stiranê û şêweyên wê ve vebûm, dengê min jî pirr xweş bû, ez xort bûm di çax û benga xwe debûm, em xort yên hevalên hev li hev diciviyan, û min ji wan re distira, ez bi zanebûn çûm nav cîhana stiranê, mamostayekî mûzîkê li bajarê Helebê hebû, ez çûm cem wî, û li ser destê wî ez fêrî nerdewan û gelek amêrên mûzîkî jî bûm, wek; tembûr, biziq,  ûd, cimbiş…t.d.

dengbêjiya min bi vî rengî diyarbû.

Dema me ji Helebê barkir û em hatin li bajarê Serê kaniyê di sala 1954 an de bicîwar bûn, gelek guhertin di jiyana min de çêbûn, min gelek kesên giring û bi nav û deng naskirin, ji wan kesan û di vê salê bi xwe de 1954 an min seyda Osman Sebrî naskir, lê ew têkiliya xurt ku em herin û bên  cem hev çênebû, çiku ew li bajarê Şamê rûniştî bû.

di sala 1956 an de, min dest bi nivîsîna helbestê kir, û stiranê bi xwe hişt ku ez ji helbestê hezbikim, û di vî warî de min baş guh da xwe, ez bi xwe re westiyam, têkiliyên min yên kesayetî jî bêtir firehbûn, min seydayê xwe; seydayê Cegerxwîn jî naskir, her ku çend helbest li cem min çêdibûn, min berê xwe dida seydayê xwe, wî gelekî alîkarî bi min re kir, ew dihat cim min malê, û ez diçûm mala wî, taku carekê ji min re got: " Yûsif nema helbestên xwe bîne cem min, helbestên te pirr xweşin û tu xweşik dinivîsîne".

Piştre min zimanzanê hêja Reşîdê Kurd jî naskir, û li ser destê wî ez fêrî rêzimana kurdî bûm, di vî warî de min sûdeyek pirr mezin jê wergirt, di wê demê de, min gelek caran dîwana Cezîrî jî xwend, mela Mehmûd ji min re ew anî malê, lê ev mela Mehmûd kîye? Bi rastî naye hişê min, hema jê re  digotin mela Mehmûd, pertûka Ehmedê Xanî jî ket nav destê min, ji hêla helbest û pêlewazan ve min sûdeyek mezin ji dîwana Cezîrî û Ehmedê Xanî wergirt.

Piştî sala 1960 î , ez tevlî partî bûm, tu dikarî bêjî ku min beşê rêxistina Serê kaniyê çêkir çiku ez berpirsê wê bûm, çaxa berpirsên partî bi tevayî hatin girtin, ez jî hatim girtin. di hindirê zindanê de, hestekî xurt û gur hate min, perîşaniyê ez girtim, rûniştin hew hate min, min got divê ku ez binivîsînim, lê pênûs tune bû, min bang li ewê ber dergehê zindanê kir û got: ez pênûsekê dixwazim. gote min: nîne. min gote wî: ez çixatekê dixwazim. gote min: qey tu dixwazî xwe bişewitînî? min got: na, lê karê min pê heye. wî zindanvanî ji min re çixat anî, îca carê min ê darikek vêxistiba, û li ser dîwarê zindanê min helbesta ( hebs û zinadan kûr û tarî ) nivîsand, û gelek helbestên dîtir bi vî rengî.

2- Piştre seyda li ser helbestên xwe yên ku bûne stiran axivî, û çawa têkiliyên wî bi hunermendan re çêbûn … got:

" di sala 1966 an de, ez ji zindanê hatim berdan, û di sala 1967 an de min hunermend Mehmûd Ezîz naskir, dengê wî çiyayîye, min pirr ji dengê wî hezkir û şeş helbest dane wî ku çar jê ji awazên min bûn, û dudu jê ji awazên Mihemed Elî Şakir bûn. û  Mehmûd Ezîz jî ji hêla xwe ve du helbest ji wan dabûn hunermend Mihemed Şêxo, û bi vî awayî têkiliyên me bi hev re xurtbûn, her ku ewê bihatana cem min, min helbestên awazkirî dida wan, hivdeh helbest ji awazê min, hunermend Mihemed Şêxo stirane..

Piştre Seîd Gabarî jî derket, min çend helbest dane wî jî.

di wê demê de, me dixwest ku hestê netewî gurbikin, em miletê xwe şiyar bikin, lewra me di rêya stiranê re, û bi dengê van hunermendên me yên bi nav û deng, me hest û helwestên xwe digihandin xelkên xwe.

ez dikarim bêjim her yek ji vana dibistanek bi xwe ye, rolek pirr mezin lîztin di warê hişyariya milet de, û ji hêlek din ve stiran û mûzîka kurdî li pêş xistin.

wek Şivan Perwer, ew bi xwe mîna şoreşekê bû di vî warî de ta roja îro.

lê hunermend Aram Dîkran di wê çaxê de ji wan tevan jêhatîtir bû, ew pispor bû di warê mûzîkê de".

3- Di derbarê helbesta nûjen de, helbestvan Bêbuhar wilo got: "ez ne dijî helbesta nûjenim, û nerîna giştî di wê de çibe ez pê reme, lê tê xwestin ji kesên ku wê dinivîsînin bi rengekekî baş û dirust bicîbînin, wek helbestvanê gewre Şêrko Bêkes, bi şêweyek pirr bilind û xweşik dinivîsîne, pend di helbesta wî de peyda dibe, wêneyên helbestî, wata…

îca helbesta nûjen jî zanebûn û bîrwerî jê re divên".

4- Helbest li cem seyda çiye? û mercên helbestê çine?

helbestvan Bêbuhar dibêje: " helbest heste, hestê mirove, her mirov xwedî heste lê ne her mirov dikare bibe helbestvan yan helbestê binivîsîne. ji mercên helbestê yan mercên ku divê di helbestvan de peyda bibin, divê ku xwendevanekî baş û jîr û jêhatîbe, divê ku wêjeya miletê xwe û xelkên dora xwe, dîrok, siyaset,ciyografiya welatê xwe, civaka xwe, bi giştî zanibe, ango divê helbestvan rewşenbîrbe".

Helbestvanê hêja Bêbuhar, tev temenê xweyî dirêj û nexweşiyên tendirustiyê, şevbuhêrk bi gelek helbest û gelek zanînên dîrokî û siyasî û civakî xemiland, pirs ji wilo bêtir bûn û bersiv jî ji wilo berfiretir bûn, lê me çend babetên giring ji şevbuhêrkê hilbijartin taku em ji xwêner re berçav bikin. 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark