Roja nûDomhiya çile , desbêka buharê tavek baran , rondikên gulekî ,dem sibeha bîst û yekê avdarê . ez li ser depê şano wê . tu ji dûr hatî , dil bi dil ket . te wênek ji min re kêşa . ro bi lez bû çû bê xatir tu li dûv çû , te dilê min li gel xwe bir ! ez li dilê xwe geriyam ! salek derbas bû . li wî cihî em gehiştin êk. te wêna xwe derxist hîn ewe , min dilê xwe vekir hîn ewe . zimaê min ne geriya , te pirsa temenê min kir .min got : çardeye . te got: Ê min hezarê salaye . min pirsa navê te kir . te got : N ..E .. W .. R .. O .. Z
Buhar 1997
Mirina hîmekîTemo ji Xanê pirsî . ! Xanê , piştî Xelo bi jin bû yî çu ser guhdana li me nake . ! erê giha merema xwe , li me nanêre. Temo , li ser lepê xwe dilerizî , xwe gihand kopêl, bizav da xwe , rawestiya , leşê wî tev , diheja. Wekî li nîvê meha sibatê de be, ne di kelêna havînê de. Kobal, ji ber çû mina qurmekî darê rizî , li ser pozê xwe ket. Xanê kire hewar. Wê nîvroyê. Ji tirsa wê beraza jina Xelo. Zarokê piçûk, bi ser pîrêde ne hatin, diya wan bi çengê wan girtin û xistin hundir, pîrê li ber serê kalo rûnişt, bi xemgînî lê temaşe kir. Dibû inte-inta kalo. Ew deng, hin bi hin, nimiz dibû, wesa ket xewek bê dawî. Pîrê çavê wî miçandin, paçek kişand ser, gazî gihand cîrana. Wê demê kurê yekane di fabrîka gazê de kar dikir. Mirovek, çû rex wî jê re bûyer ravekir, weke ev deh sal di sere borî bin, vê bûyerê tiştek jê ne guherîn, tenê zenga diranênênwî
xuyakir.li ber xwe de got:wextê herdo ban baştir bû . gundî lê civyan, kalê xwe bin ax kirin , wusa kalo li şûn xwe hişt, hevjîna salane.. di kul û xeman de. bijî. Xelo, çêleka wê firot, neviyê wê jê dûrkirin, jiyana xwe li ser çend mirîşk û xêrên xelk û cîrana didomand. Demekderbasbû ji bizavê ket, bûka wê têr xwar, xwarinacîranan lê, qedexkir. Her çend rojan zarwên wê bermayên xwe li ber datanî, hin bi hin kêm dikir tevî kaletiyê nexweşyê li ser danî. Rojekê Xelo ji kurê xwe re got: Ev sê roj derbas bûn, çû pêjin ji pîrê nehat..? ne mirî be, em bin ax kin. Kurê wî bi ser de çû dikir nale nal. Pêjna neviyê xwe kir got: kurê min ez dikim bimirin, ka piyanek av.. avê.. bide min. tu guhdan lê nekir, derket û dikeniya…!mir.. mir wê bighe kalo…
1994
Erebok Candar, cada pirê girt, gelek pirsiyar di serî de diçûn û dihatin mina yek ji tişekî kevn bi tirse. Ramiya, bi tirs gavê xwe sist kir, bi xwe hisya wekî barek mezin li ser milê wîbe. çavê xwe bi tûj li ereboka bavê xwe gerand. Dît refê ereba li tenişta cadê reqfîne. Qîre vîra xelkî guhê merov ker di kir.. werne bacana kilo bi……werne moza… werne.. mijmija…. Li her kêlîkê polis êrîş dikin li ser ereba. Hineka nêçîr dikin, û yên din direvin.
Her yek ji wan tejî dilê wî xwenin û tejî hîvîne.
Candar ji enstîtotê derket ne mina hrecar. Jibo karibe arîkariya bavê kal, yê salan xortanî jê dizî. Di riya bav de, soza wî ji hevalê wî Rêzan re hate bîrê..
se.et pênc..bi xwe hisiya demjimêr hêdî _hêdî dilepite.! Xuda.. kengî dê bighim civînê.? Ezê ji wanre gelek tiştan bi bêjim.. ezê bêjim…
Bi vîzîna turibêlekî mezin hilbe_hî. Tiştek nema li bin guha xîne. Tirs di leşê wî de çû.. sipas ji xudê re.. ez bi zorê jê felat bûm.
Rêwiyan bi dilovanî li ruwê wî nerîn.. wê çewa ba ger pêl min kira..?! ezê ji wê civîna giring bi maba..!ev gotinê min, yê mi xwe amide kirî, ez ji hevala re bêjim wê ketiba di zikê kurman de…lê, kurum, xwena û ramana di xûn..?
Gehişt nîzîkî ereba bavê xwe..mêrek kal di salade çû yî , xelk li dorê kombûn e, tê neghişt yê li erdê bavê wî ye.. xwe bi zorê li nav wanr e kir bavê wî di xwînê de di gevizî, û erebe li ser teniştê ye.
Xwe avêt li ser kelaxê wî. Bav… bav… kê wusa li te kir.. ?
Bav..axaftina paşî ji dêv derket ..wan..koçika.. wan.. kurê min ...K..O..Ç,,I,,Ka.
1990
Sê şivan
Ew çend rojbûn pezê gund bê şivan ..! sê şivan li êk civyan .. pez birin şevînê. Dan cihekî bê çêre.. hersê li dora pez di zîvirîn dan mexelê û rûniştinê. Yekî bankir şivana: dê werin em razin..! yê din got: eger em di xewde û pez here.. dê emê çi bikin..? yê sisyan têkil bû..gurê wan bixwe. Yê pêşî ramiya.. bizinek pîr bi destê xwe ve girêda..wusa ketin xewê. Pez li ser wan çû.. gur ket nav , nîvî kûştin, ê din ber zebûn.
Ro derekt.. hîn bizina pîr û hersê şivan di xwede.
13. 2 . 1994
Seyran û sofî Bîst û dudwê nîsanê hûn çûn seyranê, piştî we peyman bi hevalê xwe yê sofî re girêdan. Sofî got: ez li dev we têm eger hûn mey ê li pêş min ne vexun, bi xwedê, bi xwedê..! Ger ne hûn ban min ne dihişt. Ez bi xwe jî: ji diktatoriyê hez nakim. Lê, xwedê gotiye: ( mey û qumar..! ji karî iblîsin). Ez bi xwe jî, ji seyranê hez nakim, bi taybet, vê mehê. Buhare, helbet pîrek çekê kin li xwe dikin û ba tê, çaqê wan rût di bin, kezeba merov di perite. Lê birano..! helbestvan hatiye ez we bê xatir na vegerî nim. De siwarbin, bi navê dilovan. Poste bi rê ket, helbestvan li ser mekîna postê rûniştî ye ,berê wî li koma seyrançiya. Bidil û kul helbestek kişand pesnê vê roja giran buha da.
- Na na birayê helbestvan..!
- Keka: em dehin hûn yekin birayê sofî..!
Turumpêla polis. Pehnekî di rêde sekimî bû. Polîsekî derî vekir..!
-Hûnê herne cejnê…?
-Na emê herin seyranê.
- ne xeme ka şîraniya me: Helbestvan kaxezek bi dizî xiste destê wî.! Sofî ne lepitî ,
- Oxirbe. Poste şêliya. Seyran çiya xwe kirin du bir. Yek strana dibêjê û ya din li wan vedgerî ne. Tenê sofî bê deng serê xwe di bera dihejîne.
Hûn gehiştin Bajarê dêrikê, Ji bo kêmaniyê xwe pêk bînin. Sofî li postê mabû. Tev siwar bûn. Helbestvan domkir, mekîne geriya. Poste bi rê ket. Ji nîşkêve, helbestvan destek avêt derî û di destê din de şûşa meyê ye. Lingek li postê û yê din li erdê, di tenişta wê de di kul_kulî. Çend gava: siwarbû. Çavê sofî bi şûşa meyê ket, çav lê geravbûn. Sorbûn, rûdêmê wî tirşbûn, te..te..t..t.. tif ji lêvan pekî, kesî tu tişt jê nasnekir.pişta ajovan gort û birû anî. Poste rast û çep çû û hat.
- Raweste ezê dakevim.
- Na na em gehiştin xudê jê razî.
Sofî li cihê xwe ma . helbestvan şûşe danî li ser lêva xwe bi qehir got: Ji saxlemiya sofyê delal re.
sofî bê deng ma zanî bû ev ne ji peymanê ye.
Hûn gihan gundê Endî Werê. Li ber ava mezin, Dicle_, bêxem di herikî, kîle_ kîla avê, kulîlkên hemreng. Dengê çivîka, jiyan xweş dibû. Li qadek fireh. Dîlana dehol û zirnê li dare. Jinek rosî li serê dîlanê bû. Alek sor di destan de Hilda bû jor. Bêhna buharê rû geş dibû.Li başûrî govenda deholê govendek piçûk çekê sor û sipi li xwe kirî bûn. Yek li pîşiya wan migrîfon di dest de.. got: Gelî xwîşk û bira.. em amadene…
Dîlana mezin vemirî, we temaşe li programî wan kir, hûn pê dilşa bûn. Nîvê rojê hûn roniştin li ber sîka dara, we xwarina xwe raxist, li ser hîmekî, ne dûr, keçek ciwan bîna buharî li bejna wê dida bîst buhar belav dikir, bejnek dirêj û levdayî. Dûrbînek di dest de, ber bi bakur dinêrî. Çiyayên zozana di berfê de xemilîne. Sofî got: binêr û binêr weleh..! tu şerîntirî, ji dicle û zozana.. ji nîşkêve kenek nazik, ket guhê sofî.. lê zîvirî,
Çavê sofî tarî bûn tepe tepa dilê wî zor bû, şûşa meyê danî li ser devê xwe û got: Temenê min bû çil sal wekî vê rojê xweş min ne dît .
We got: Ev ne ji peymana me bû Sofî .
وهذه قصة الأستاذ شيخ برمجةDarbasta alevanî
Şêx Birince / Heleb – SûriyeDem, dema biharê ye. Ro bi evîndarî xwe davêje ser sînga zemînê, deşt û çiya, tevî newalên hawirdora gundê Canemergê dixemilîne - bi taybetî çiyayê Serbilind - ro bi tîrêjên xwe yên zêrîn û bi dilovaniyek xurt herêmê hembêz dike, giyanê dixîne canê çîm û çawîrê, dar û rêlê.
Gul û kulîlkan bi nazî serê xwe bilind radikin û bihna xweş davêtin zikê ezmên, cîhan tev dibe buhişt, teyr , tilûr, çûk, çivîk, kew û kevokan jî bi bûhara rengîn şadibin û jê re sirûdên xweş dixwînin, û bi awayekî "sînfonî" distrên. Ewrekî reş jî ji hêla başûr ber bi gund ve tê.
Li hêla dî, zarokên gund, kulîlkên nuh bişkivî li ser bêndera li pêşiya gund dilîzin .
Ji nişkê ve dengê "turmbêlekê" hêlhêla zarokan dadiqurtîne, û bi hêz zikê rêya gund ya axî diqelişîne.
Tirs xwe dixîne şûna şahîyê.
- Helbet ev "tirimbêl" ne ya xêrê ye, nûçeyên nebaş pê re ne, Ferzat dibêje.
Piraniya zarokan dev dane rêyên gund, yên mayî xwe avêtin kenara rê.
"Tirimbêl" cîbek leşkeran e, bi hêz li ber zarokan rawestî, serîyekî bi şevqe ji pencerê derket û bi zimanê biyaniyan pirsî:
- Ne ev e gundê El-şehîd e?
-Na, ev Canemerg e, Zarokekî got.
- Canemerg navê gund yê kevin e, niha navê xwe El-şehîde, ma qet hûn van navên xwe yên kevnare ji bîra nakin?!
Zarok bê deng dimînin, di dilê xwe de dibêjin:
"Na emê çawa navên gundên xwe ji bîra bikin?" - Mala Beker Şemo li ku ye ?
- Em Bekir Şemo nasnakin, Ferat got.
- Em dizanin hûn tu kesî ji gundê xwe nasnakin!!
Hûn mala Keyayê gund jî nizanin? Ne?
- Na em mala Keya dizanin, ma kî اekûzo nasnake û mala wî nizane! Mala Keya ew ya bilind e, xwediyê derîyê reş e.
Bi xeyd ajok cîb ajot, çû li pêşîya mala Keya rawestî.
Mixtar, Mixtar yekî, ji wan leşkeran bankir.
Keya bi lez û bi rûyekî geş derî vekir û gote wan:
- Hûn li ser rû û çavên min hatin, fermo, fermo ji cîbê peya bin werin li mêvanxanê danîşin.
- Em bi lez in keya, divê bavê Bekir Şemo bi lez were termê kurê xwe ji me wergire.
Keya kurê xwe dişîne mala Bekoyê Kino.
- Xelûsê min, zû here xwe bighîne mala Kino û jê re bêje bi lez were, bavê min te dixwaze.
Xelûs bi lez diçe mala Kino û wek bavê gotî jê re dibêje.
-Xelûs, dîsa çi heye? Bavê te çi pilanan digerîne? Ma hîn çi ji me dixwaze?, Kino pirsî.
- Leşkeran tabûtek anîne û dibêjin ew ya Bekoyê we ye, Xelûs got.
Di cî de rûyê Kino sor dibin, çend rondik ji çavan têne xwar, bi herdû destan seriyê xwe digvêşe.
Pîreka Kino qêrîn pê dikeve, li ser rûyê xwe dixîne, cilên xwe diqetêne û bi dilekî şewat û şikestî digrî û dilorîne û xwas ber bi mala Keya dilezîne, lê Kino rê lê digre û bi zor wê vedigerîne mal û dibêje:
- Fatê, ji deh salan de Bekoyê me mirî ye, ji wa roja ne bêr(xêr), ji wê roja ku şal û şapikên xwe avêtin û berê xwe da parzêghê, çû...ji wê rojê de Beko mirî ye.
Fatê, tu bi Xwedê kî, bese girî lorandina xwe bibire.
Xelûs, here ji bavê xwe re bêje em nayên wî nagrin, ew ne kurê me ye. Xelûs te baş bihîst? Ew ne lawê me ye!
Xelûs ji bavê xwe re helwest û gotinên Kino dibêje.
- Keya, kurê te çi dibêje?, serok leşker pirsî.
- Dibêje Kino ne li mal e, ew li ber pez e .
- Em bi lez in Keya. Bela pîreka wî were kaxezan morke û peran bistîne.
"Pere..? Ezê bibim bavê Beko, Kino", Keya di ber xwe de dipeyive.
- Xelûs kurê min, zû bi lez here ji dayika xwe re bêje, bila bi çavên girî, cilîn qetî, xwas bê vir û xwe têxe şûna Fatê dayiyka Beko. Zû here, dereng nemînin, leşker bi lez in.
Bi rûyekî melûl, bi çavên tije hêstir, xwas, xanima Keya tê ba wan û kaxezan mor dike û peran distîne.
Leşker piştî pera didin, darbestê li şûn xwe dihêlin û bi rê dikevin.
- Çênabe hûn bê taştê biçin, Keya dibêje.
- Na, na em bi lez in. Hin karê me dî heye, em ne vala ne.
Keya beranekî davêje cîbê şûna darbestê û dibêje:
-Xwedê bi we re be. Kêmaniya me biborînin. Di ber xwe de dibêje:
"bêhişo, xwe li Bekir meke xwedî, Ez herdem li karê me, ta ji miriyan kar dikim, havilê ji wan digrim, Cîba leşkeran weke hatî, dîsa bi lez ji nav gund derdikeve û zikê rê careke dî dibire.
-Xelûs, kurê min Lingo bişîn ba Mele. Bila jê re bêje:
"Gazî gundiya ke û du gornekolan bi xwe re bîne û were."Mele wekî hercar ku gundiyek bimre an pakrewan bibe di mizgeftê de gazî gundiyan dike, û dibîje:
- Em yê Xwedê ne, û li Xwedê vedigerin. Bekir Şemo, yanê Bekoyê Kino mirî ye. Bekoyê Kino şehîd bûye. Werin li mala Keya bicivin, ta em wî zû veşêrin, Xwedê ji we razî be. Cihê we û wî bihişt be.
Lê ne wek hercar kes ji gundiyan ji malên xwe derneketin û ta yên gornan dikolin jî, ew jî nehatin.
- Mela, îro çi bi serê gundiyên me hatîye? Çima kesek nayê ba me? Van man girtine? An dîsa Xebato bi serê wan lîstîye? Li ser gora mamoste Ferhad - tevî ko çûyîna ser gora wî qedexe bû jî- bi deh hezaran xelk kombûn, name, gotar û sirûd li ser xwandin, bi gul û kulîlkan ew veşartin!! Helbet ezê vala bibim. Ez zanim û Xwedê zane ezê çi bînim serê wan.
-Xelûs kurê min, zû tu û Lingo herin ba Keyayê Alkana, silavên min lê kin û jê re bêjin:
"Bavê min çand peyayan ji we dixwaze, divê werin ba me ta em Bekir Şemo veşêrin".
Gundiyên Alkana jî wek gundê Canemerg ew jî nehatin.
Ji neçarî Keyayê Alkana herdû peyayên xwe pê re şandin, bi peyayên Keyayê Alkana jimara wan nagiha deh mirovan. Darbest hilgirtin birin nav mezelê gund, tirbak jê re kolan.
- Divê gor mezin be. Leşkeran gotin divê tabût venebe, divê tev tabûtê were veşartin, Keya dibêje.
Piştî darbest kirin gorê Mele şîretên xwe li Beko kirin, alafên xwe civandin û dest bi vegera gund kirin. Yekî ji wan li nêzîk gorê bû, dît ko axa gorê bilind dibe wek ko yek di bin dabe û gorê ber bi jor de hilde, gor têye hildan, banî Mele û Keya kir:
- Seyda, Keya hele werin bibînin ev çi bûyer e!! Ev çi fêşe bi ser me de hatiye?
- Ma ne ez herdem dibêjim di vî mezelî de (ewliya) hene. Xuya ye ev cihê yekî ji wan e. Divê em cihekî dî bikolin, Mele dibêje.
Cihekî dî dikolin, dîsa darbest ji zikê zemînê tê ye avêtin û bi ser axê dikeve, wek depekê bi ser avê keve ew jî bi ser qadê dikeve.
şev tarî dibe ji neçarî tevî darbestê vedigerin gund.
Bi sibeha zû re dest bi kolana gorna dikin, lê wek hercar gemî bi ser avê dikeve.
Bûyera ne siruşt hişt gundî ji hêlînên xwe derkevin, li vê babeta alevanî temaşe bikin, li ser rewş û jiyana Beko bipeyivin.
Careke dî gora Beko, ax ji ser xwe hilda û darbest ji ser xwe avêt.
Keya bi dilovanî bi dilekî şikestî gazî gundiyan dike:
- Gundîno, ez dest û lingên we radimûsim, ji bo xatirê Xwedê, ji bo xwetirê kurdîtiyê, werin çarakê ji me re bibînin ta em Beko veşêrin.
Kesî ji gundiyan lê venegerand, hawara wî beravêtî kirin. Dîno bi tenê ber bi wan çû û gote wan:
- Gora Beko dûr dûr bibin, hûnê jê xelas bin.
- Rast e, bi xwedê rast e, dîno. Wek xelkên gundê me zemîna gund jî dîn bûye. Divê em ji vê xaka dîn bi dûrkevin, Keya dibîje.
Bi vê ramanê gul di rûyê Keya de vedibin, û ji Mele re dibêje:
- Ji devê dînan pend û şarezniyê bigrin.
Hêdî hêdî ji sînorê gund û herêmê derdikevin, bi sedan goran dikolin, sînora welêt jî dibirin bi çol û banyan dikevin, li cihekî qûmî kortekê bi hesanî dikolin û darbesta xwe tê de vedişêrin û qûmê davêjin ser, hinekî li bendê dimînin lê vê carê darbest nalive, gor darbestê ji ser xwe navêje, hemû şêt û mêt man. Keya çavên xwe misdike û dibêje:
- Ma gelo, çavên min rast dibînin an ev xewn e, yan xewnerojke, ji min re bêjin? Ma gelo em ji vî termî genî xelasbûn an na? sipas ji te re Xwedêyo, te em ji vî seyî xelas kirin.
Lê şahiya wan ber xwe neda. Zûka xelkên wê deverê li wan temaşe dikirin, ji hevre digotin Xwedê ji me re (rizqekî) mezin şand van zêr an pere di vir de vedişêrin, divê em bi lez xwe bighînin. Van zêran li hev par vekin berî carek din vedigerin, wek gornepaşan xwe gihandin ser laş, darbest ji gorê derxistin. Gava darbest vekirin bihna genî bi hêrs êriş da bêvilên wan. Wan naskirin ko ti zêr an pere tê de nînin, xwe bi lez gihandin Keya û hevalên wî da ko werin geniya xwe ji wir bibin.
Keya çîrokên pehlewaniya Beko - ji ber wan de - jimartin. Beko ji wan re baş da nasîn, lê gotinên Keya stewr bûn, tu hikarî bi wan nekir. Wan Beko li nav xwe nehiştin.
- Kî be an çi be, em kesên biyan li ba xwe nahêlin, yekî ji wan got.
Ji wê demê de û ta niha nûçeyên wan ji me hatin birîn. Em nizanin çi bi serê wan û darbesta wan hatiye. Ma ji darbesta xwe ya alevanî rizgar bûne an na??