القسم الثقافي  |  القسم العربي  |  القسم الكوردي |  أرسل  مقال  |   راسلنا
 

تقارير خاصة | مقالات| حوارات | اصدارات جديدة | قراءة في كتاب | مسرح |  شعر | نقد أدبي | قصة | رياضة | الفنون الجميلة | الارشيف

 

twitter


البحث



Helbest

 

 
 

في (Komîta nûbuhar) ثلاثة قصاصين باللغة الكردية

 
الأحد 18 شباط 2007


عمر كوجري

  يوم الجمعة الماضي كان عشاق القصة الكردية في ضيافة الأساتذة : شيخ برمجة و رشاد شرف و وحيد كلش ، وقد استفتح مدير الأمسية الكلام احتفالاً بالقصة الكردية ، ذاكراً أن فن القص ليس غريباًعن الذائقة الكردية مستعيداً إلى الذاكرة تلك القصص الحلوة والمخيفة أحياناً التي كانت أمهاتنا وجداتنا يقصصنها على مسامعنا عندما كنا صغاراً ، فنندمج مع تلك الخيالات والأجواء التي كنا نوضع فيها ، فنستيقظ من غفواتنا الصغيرة طالبين ماء ، أو متمسكين بقوة بصدور الأمهات طالبين الأمان مما سمعناه البارحة .


    وبعدها بدأ السادة القصاصون بإلقاء قصصهم التي لاقت استحسانا متفاوتاً من لدن الجمهور الذي تابع باهتمام هذه القصص ، وكان له دوره في إثراء الأمسية  من ناحية نقد تقنية القص عند الكتاب ، وكذلك الاستفادة والاتكاء في بعض النصوص على الموروث الشعبي الكردي والشفاهي ، إضافة إلى غياب اللقطة الموحية والمعبرة في بعضها ، أو إغراق بعضها بالوصف السردي دون الدخول في متاهات لعبة اللغة ، أو القيام بتقنيات حديثة في هذا الفن ما يجعل القصة الكردية إلى حد ما أسيرة المراوحة في المكان ، وعدم اجتهاد القصاصين للاستفادة من لعبة اللغة، والتقنيات التي تكتب في القصة على المستوى العام ، ولاحظ المتداخلون أن بعض القصص حفلت بفيض كبير من الألق الإبداعي ، ومحاولة الخروج من الطابع الكلاسيكي وذلك بالاستفادة من تزاوج الأجناس الأدبية شعراً ومسرحاً وتوليف هذه العناصر لتخرج في طابع جديد،
  كان للحوار البناء الذي دار بين الجمهور والسادة الضيوف أبعث الأثر في إثراء الأمسية وأضفت حيوية معقولة عليها .
   وفيما يلي القصص التي ألقيت في الأمسية :


قصص الأستاذ وحيد كلش :

Di cada azadiyê de
Li piŞt kelha Şamê posteka dirêj rawesta , polîs jê daketin , mîna mîroyan di nîva cadeyên giŞtî de belav bûn mîna gurên birçî û çav sor daketin bazarê ,xwediyên dikanan derabeyên xwe daxistin , û xwediyên ereba erebeyên xwe direvandin
Rizgar hewildanên xwe dikirin , ku ereba xwe birevînê . nîzîkiî pût , bi qemçika rizgar girtin
Kulim û pehîn û Şeqam ji bakur û baŞûr , ji rojhelat û rojava , li ser û çava diketin ev ji bilî dijûnên pîs hey kurê……hey bê ……we bi gemara xwe paytexta me lewitandiye
Çend polîsa bi çeplê wî re girtin , piŞta wî dan derabeyan , yekî destê xwe bir paŞ , û kulma dawî li devê wî xist , xwîna devê wî pijiqî ser pûtê mîrê Şamê
Rizgar kir hawar , hawara xwe gihand selahedîn
hawara babo hawara bavo van segbavan ez kuŞtim , yekî serê xwe nîzîkir û guhê xwe da gotinên wî , û bi pora wî girt : tu çi dibêjî kuçik , tu dijûna ji me re didî ne ..?
Kulmeka din li devê wî xist , lehiya xwînê pijiqî ser rûyê selahedîn
Ji niŞkêve pût livî û qaŞula li ser Şikest , can di wan de afirî , hespê mîr rabû ser herdu lingê paŞ , dengê Şehîna hespê wî mîna reqreqa ewra deng veda , polîs reviyan , heraweyên xwe bi Şûnde hiŞtin
Rizgar mat mayî mabû , ta çavên xwe jî ne dineqandin , bezî da xwe bavêjê ber hemêza bavê xwe mîrê Şamê , lê zêrevanên mîr ne hiŞtin nîzîk bibê
Mîr got : bila ev werê vî got min babo dibê ev neviyê min bê , destê xwe dirêj kir , ew hilda û Şûn xwe ve siwar kir
Jê pirsî : wan çima li te dixistin , ma ew kî bûn ew xaçperest bûn ..?
Rizgar destê xwe hêdî datanî ser milê wî ji xwe di pirsî gelo : ev xewne yan rastiye ..?
Jê re got : mîrê  min ev ne xaçperestin evin yên me diparêzin ..!
piŞtî te barkir , em bûn parsek di van cadeyean de , li me dixin , û derewînin jî , di pirtûkan de zarokên xwe hînî derewan dikin , dibêjin mîrê Şamê ne kure
rizgar serê zimanê xwe gezkir , û xwe qermiçand : xwezî min ne gotiba
rê ser gotinê guhorî , bibûr mîrê min tu ji rêyeka dûr hatî , tu westiyayî û ez naxwazim serê te bi gotinên vala bi êŞînim
emê niha herin sûka diza , bavê min li wire
mîr birhê xwe qermiŞandin gotina wî qut kit : te got çi ?
sûka diza ! ji kengîve diz bûne xwedî nav û xwedî sûk ? ma di vî welatî de di Şama Şerîf de diz hene ?
Şûrê xwe hilda û got: ezim mîrê Şamê ez destê dizekî tenê nahêlim , ez dê destê wan tevan jêkim , ma bavê te jî dize kuro ?
Bû teteta rizgar na mîrê min tu destê dizan jêbikî , mirovên vî welatî dê bimînin bê des ji ber ku…..
Rizgar rawesta  ….de ez nabêjim mîrê min , bibûr zimanê min bela serê mine dirêje ne ? û  bavê minê belengaz tenê  ne dize , bavê min di nav salan de çû ye , û tu karê baŞ jê nayê , hima li wê sûkê kincên kevne nû difroŞê
Mîr dengê xwe ser rakir , ma hûn ne kurdin ..? ma hûn Şerm nakin ..?
Kurd serkêŞê gela bûn
Rizgar kenekê bi jan kir , mîrê min kurdên te jar û perîŞan bûne , xemgîn nebê mîrê min , kuredên te hîn ewin lê agir bi mala xizaniyê bikevê , xizanî mirovan diŞkînê
Dîsa bibûre mîrê min min xwe jibîr kir
Tu ji rêyeka dûr hatî û tu westiyayî emê niha herin malê da tu bihna xwe vedê
Sînga mîr tengijî , û serê wî giran bû , di ber xwe de got : xwezî ez ji xew ne rabûbam , rizgar kurê min dakeve , ezê dîsa vegerim çaxê xwe , ne war warê mine , û ne welat jî  welatê mine , destê xwe veke ev Şûrê mine dê ji te re bê bîranînek ji bavê te mîrê Şamê
"Salo" pehînek li rizgar xist de rabe rabe
xwîna devê xwe paqij bik polîsan tiŞtên te tev birin
rizgar çavên xwe vekirin xwe dît pehin bûwî di wê cadê de kî di ber re derbas dibê bi awirên dagirtî kêmasî lê dinêrin   
serê xwe hilda li pût nêrî , hîn wekî berê yê
û destê xwe yê rastê vekir, Şûrekî lek di destan de bû , û ji erebê tiŞtek bi ser hev de nemabû

Stiranek ji dûr ve
Demjimêr hêdî hêdî derbas dibû , û çavê wî yên ziwa , bi rengên mirovan ve diçûn û dihatin , hîviyên  sar û pûç di rûyê wan re didîtin  ji ber ku xwe nasdikê û mirovên paytexta gemarê jî nasdikê
wa paytextê …
 ma tiŞtek ma û te  jê nestand 
Birçî bûn û tirs û xemgîniya rojane û pora bozdibê sedem ne derbas bûna temene , lê rojên tirsê û tirsa ne diyar neyarekî ne nase , ev tirse min dikujê
Dinav mitêlê de tirse , di kêŞana çixarê de tirse , di xwainê de , di vexwarinê de , di ken û girî, de di dilê min de , di dilê te de tirse ,  xwe ne kenîne , tu dikenî .?
 di kenê te de tirsa mezin heye û tu nikarê xwe veŞêrî
ez xwe diveŞêrim lê careka din dîsa li xwe divegerim , xwe dibînim li ber wê pînê çi difroŞim ..? çibê , ku nanek hebê dilo û xwîŞka xwe bixun
Qîr qîra bazirganên vê bazarê , û li vandina mirovan , hestek di afirand îŞev êvara cejnê ye
Çavên ziwa li demjimêrê dinêrîn dixwest ku bikarê wan kata girê dê , da roj bi dawî nebê , da kesin tiŞtekî bikirin
Çixare li du çixarê li jor dinêrî û li jêr dinêrî û mejî diçû dûr
Di kûrayiya hestên xwe yên birîndar de , ban kurê xwe dikir : dilo tu hîn li benda baboyî .? yan tu razayî
Dûman ji xwringihê derdiket , bihna goŞtê biraŞtî di wê cadê de belavdibû
Aveka miz bi ser zimanê wî diket , û rûviyên vala , mîna mara xwe li bev dipêçan
Dîsa di kûrayiya hestên xwe de kazkazdikir û bandikir : dilo te Şîv xwariye , te çi xwariye , yan te birçî xewkiriye ..?
 ez dizanim kurê min xewa birîndara tê xewa te û babo nayê kurê min
Zaroktiya dilo û xewnên diya wî ya perîŞan , tev bendewarin li benda vegera babo ne , û babo li benda kiye ?
Serê xwe hilda jor , peŞkên baranê li nav çavên wî diketin , hawara xwe gihand yezdavê roj û Şevê , tu merd bûna xwe bi min re bikî , ger ne ji bo min bê , jo van zarokên guneh
Destê xwe kir di bin çengê xwe de
Qapûtê kevnare wê çi germ bikê ? zikê vale .? yan oda ya kirê , ya li ser serê wî çiyayî  û yan hindirê Şil û sar
Cade hêdî hêdî vala dibû , û Şerê pisîkan li ser goŞên gemarê nîŞan dida bese , bû demê çûna malê
Pîna xwe da hev avêt ser milê xwe , ji dûr ve xatirê xwe ji hecî xwest , her sal bi xêr xweŞî bê , hecî berdiket, û ji çavên wî yên kûr û rû yê qermiçî  dizanî rewŞa  wî di çi rengî deye , ne xasim her roj wî dibînê
Hecî Ew rawestan û tûrikekî mezin kir di destê wî de , û jê re got : ev ji bo zarokên te ye , xweda bi te re bê herê sere xweŞiyê
Ji destê hecî girt , û di hindir wî de dilê wî xwe diguvaŞt û dîsa ban dilo kir : dilo bibûre , bizane bavê te ne pîse , bi xwedê ne pîse lê çi bikim baskêm min Şikestîne 
girnîjîneka melûl li ser lêvên ziwa raxist , xatirê xwe jê xwest
Bi laŞekî pelixî û westiyaî , berê xwe da malê û dilê kul bi tena xwe  dirajê derdên hezar salî 
piŞtî nîva Şevê , Giha ber deriyê malê
bihna kulîça ketibû taxê , li ser pêpelûnkê li ber derî rûniŞt , çavên xwe girtin û guhdarkir 
dengê stiranekî ji dûrve dihat
Dil  kor
Te kulavek li guhê xwe pêça , û te xwe li bablîsokê dipêça , li te mij û moran bû , tarî û dûman bû , te çirayek pêxist , da tu gavan bibînî , lê te jibîrkir ku dilê te kore

Nanekî tenûrê
Nanê min li ser kaba te ye , têrxwarina min tuneye  , û ez dê birçî bibim , û ger birçî bibim, dê xiŞim bibim , û ger xiŞim bibim , dê biteqim , û heger ..ha..ez biteqim , dê nanê xwe ji te bistînim , lêniha jiber gazindên mirovan , bila nanê min li ser kaba te bê
Agirế  ci   ???
Agir girte malê mal û mewdan Şewitî , nan û dan Şewitî , dil û can Şewitî me zemîn û ziman Şewitî , û me temaŞe dikir û we guhdar dikir we guhdar dikir û me temaŞe dikir , me digot û we digot , zarokên {Birhîm} naŞewitin , ka em binêrin kes ma ye sax….?

Me windakir
Me ne pez ma da em herin zozana , û me ne rez ma em herin mewîj û kezwana , hîn em di destpêkê de ne , diyare xwê ya rondikê me têra nanê
ma nakê

وهذه قصص الأستاذ رشاد شرف


Roja nû
Domhiya çile , desbêka buharê tavek baran , rondikên gulekî ,dem sibeha bîst û yekê avdarê . ez li ser depê şano wê . tu ji dûr hatî , dil bi dil ket . te wênek ji min re kêşa . ro bi lez bû çû bê xatir tu li dûv çû , te dilê min li gel xwe bir ! ez li dilê xwe geriyam ! salek derbas bû . li wî cihî em gehiştin êk. te wêna xwe derxist hîn ewe , min dilê xwe vekir hîn ewe . zimaê min ne geriya , te pirsa temenê min kir .min got : çardeye . te got: Ê min hezarê salaye . min pirsa navê te kir . te got : N ..E .. W .. R .. O .. Z   
Buhar 1997 

Mirina hîmekî
Temo ji Xanê pirsî . ! Xanê , piştî Xelo bi jin bû yî çu ser guhdana li me nake . ! erê giha merema xwe , li me nanêre. Temo , li ser lepê xwe dilerizî , xwe gihand kopêl, bizav da xwe , rawestiya , leşê wî tev , diheja. Wekî li nîvê meha sibatê de be, ne di kelêna havînê de. Kobal, ji ber çû mina qurmekî darê rizî , li ser pozê xwe ket. Xanê kire hewar. Wê nîvroyê. Ji tirsa wê beraza jina Xelo. Zarokê piçûk, bi ser pîrêde ne hatin, diya wan bi çengê wan girtin û xistin hundir, pîrê li ber serê kalo rûnişt, bi xemgînî lê temaşe kir. Dibû inte-inta kalo. Ew deng, hin bi hin, nimiz dibû, wesa ket xewek bê dawî. Pîrê çavê wî miçandin, paçek kişand ser, gazî gihand cîrana. Wê demê kurê yekane di fabrîka gazê de kar dikir. Mirovek, çû rex wî jê re bûyer ravekir, weke ev deh sal di sere borî bin, vê bûyerê tiştek jê ne guherîn, tenê zenga diranênênwî xuyakir.li ber xwe de got:wextê herdo ban baştir bû . gundî lê civyan, kalê xwe bin ax kirin , wusa kalo li şûn xwe hişt, hevjîna salane.. di kul û xeman de. bijî. Xelo, çêleka wê firot, neviyê wê jê dûrkirin, jiyana xwe li ser çend mirîşk û xêrên xelk û cîrana didomand. Demekderbasbû ji bizavê ket, bûka wê têr xwar, xwarinacîranan  lê, qedexkir. Her çend rojan zarwên wê bermayên xwe li ber datanî, hin bi hin kêm dikir tevî kaletiyê nexweşyê li ser danî. Rojekê Xelo ji kurê xwe re got: Ev sê roj derbas bûn, çû pêjin ji pîrê nehat..? ne mirî be,  em bin ax kin. Kurê wî bi ser de çû dikir nale nal. Pêjna neviyê xwe kir got: kurê min ez dikim bimirin, ka piyanek av.. avê.. bide min. tu guhdan lê nekir, derket û dikeniya…!mir.. mir wê bighe kalo…
  1994

Erebok
Candar, cada pirê girt, gelek pirsiyar di serî de diçûn û dihatin mina yek ji tişekî kevn bi tirse. Ramiya, bi tirs gavê xwe sist kir, bi xwe hisya wekî barek mezin li ser milê wîbe. çavê xwe bi tûj li ereboka bavê xwe gerand. Dît refê ereba li tenişta cadê reqfîne. Qîre vîra xelkî guhê merov ker di kir.. werne bacana kilo bi……werne moza… werne.. mijmija…. Li her kêlîkê polis êrîş dikin li ser ereba. Hineka nêçîr dikin, û yên din direvin.
Her yek ji wan tejî dilê wî xwenin û tejî hîvîne.
Candar ji enstîtotê derket ne mina hrecar. Jibo karibe arîkariya bavê kal, yê salan xortanî jê dizî. Di riya bav de, soza wî ji hevalê wî Rêzan re hate bîrê.. se.et pênc..bi xwe hisiya demjimêr hêdî _hêdî dilepite.! Xuda.. kengî dê bighim civînê.? Ezê ji wanre gelek tiştan bi bêjim.. ezê bêjim…
Bi vîzîna turibêlekî mezin hilbe_hî. Tiştek nema li bin guha xîne. Tirs di leşê wî de çû.. sipas ji xudê re.. ez bi zorê jê felat bûm.
Rêwiyan bi dilovanî li ruwê wî nerîn.. wê çewa ba ger pêl min kira..?! ezê ji wê civîna giring bi maba..!ev gotinê min, yê mi xwe amide kirî, ez ji hevala re bêjim wê ketiba di zikê kurman de…lê, kurum, xwena û ramana di xûn..?
Gehişt nîzîkî ereba bavê xwe..mêrek kal di salade çû yî , xelk li dorê kombûn e, tê neghişt yê li erdê bavê wî ye.. xwe bi zorê li nav wanr e kir bavê wî di xwînê de di gevizî, û erebe li ser teniştê ye.
Xwe avêt li ser kelaxê wî. Bav… bav… kê wusa li te kir.. ?
Bav..axaftina paşî ji dêv derket ..wan..koçika.. wan.. kurê min ...K..O..Ç,,I,,Ka.
  1990 
Sê şivan  
Ew çend rojbûn pezê gund bê şivan ..! sê şivan li êk civyan .. pez birin şevînê. Dan cihekî bê çêre.. hersê li dora pez di zîvirîn dan mexelê û rûniştinê. Yekî bankir şivana: dê werin em razin..! yê din got: eger em di xewde û pez here.. dê emê çi bikin..? yê sisyan têkil bû..gurê wan bixwe. Yê pêşî ramiya.. bizinek pîr bi destê xwe ve girêda..wusa ketin xewê. Pez li ser wan çû.. gur ket nav , nîvî kûştin, ê din ber zebûn.
Ro derekt.. hîn bizina pîr û hersê şivan di xwede.  
  13. 2 . 1994  

Seyran û sofî 
Bîst û dudwê nîsanê hûn çûn seyranê, piştî we peyman bi hevalê xwe yê sofî re girêdan. Sofî got: ez li dev we têm eger hûn mey ê li pêş min ne vexun, bi xwedê, bi xwedê..! Ger ne hûn ban  min ne dihişt. Ez bi xwe jî: ji diktatoriyê hez nakim. Lê, xwedê gotiye: ( mey û qumar..! ji karî iblîsin). Ez bi xwe jî, ji seyranê hez nakim, bi taybet, vê mehê. Buhare, helbet pîrek çekê kin li xwe dikin û ba tê, çaqê wan rût di bin, kezeba merov di perite. Lê birano..! helbestvan hatiye ez we bê xatir na vegerî nim. De siwarbin, bi navê dilovan. Poste bi rê ket, helbestvan li ser mekîna postê rûniştî ye ,berê wî li koma seyrançiya. Bidil û kul helbestek kişand pesnê vê roja giran buha da.
- Na na birayê helbestvan..!
- Keka: em dehin hûn yekin birayê sofî..!
Turumpêla polis. Pehnekî di rêde sekimî bû. Polîsekî derî vekir..!
-Hûnê herne cejnê…?
-Na emê herin seyranê.
- ne xeme ka şîraniya me: Helbestvan kaxezek bi dizî xiste destê wî.! Sofî ne lepitî ,
- Oxirbe. Poste şêliya. Seyran çiya xwe kirin du bir. Yek strana dibêjê û ya din li wan vedgerî ne. Tenê sofî bê deng serê xwe di bera dihejîne.
Hûn gehiştin Bajarê dêrikê, Ji bo kêmaniyê xwe pêk bînin. Sofî li postê mabû. Tev siwar bûn. Helbestvan domkir, mekîne geriya. Poste bi rê ket. Ji nîşkêve, helbestvan destek avêt derî û di destê din de şûşa meyê ye. Lingek li postê û yê din li erdê, di tenişta wê de di kul_kulî. Çend gava: siwarbû. Çavê sofî bi şûşa meyê ket, çav lê geravbûn. Sorbûn, rûdêmê wî tirşbûn, te..te..t..t.. tif ji lêvan pekî, kesî tu tişt jê nasnekir.pişta ajovan gort û birû anî. Poste rast û çep çû û hat.
- Raweste ezê dakevim.
- Na na em gehiştin xudê jê razî.
Sofî li cihê xwe ma . helbestvan şûşe danî li ser lêva xwe bi qehir got: Ji saxlemiya sofyê delal re.
sofî bê deng ma zanî bû ev ne ji peymanê ye.
Hûn gihan gundê Endî Werê. Li ber ava mezin, Dicle_, bêxem di herikî, kîle_ kîla avê, kulîlkên hemreng. Dengê çivîka, jiyan xweş dibû. Li qadek fireh. Dîlana dehol û zirnê li dare. Jinek rosî li serê dîlanê bû. Alek sor di destan de Hilda bû jor. Bêhna buharê rû geş dibû.Li başûrî govenda deholê govendek piçûk çekê sor û sipi li xwe kirî bûn. Yek li pîşiya wan migrîfon di dest de.. got: Gelî xwîşk û bira.. em  amadene…
Dîlana mezin vemirî, we temaşe li programî wan kir, hûn pê dilşa bûn. Nîvê rojê hûn roniştin li ber sîka dara, we xwarina xwe raxist, li ser hîmekî, ne dûr, keçek ciwan bîna buharî li bejna wê dida bîst buhar belav dikir, bejnek dirêj û levdayî. Dûrbînek di dest de, ber bi bakur dinêrî. Çiyayên zozana di berfê de xemilîne. Sofî got: binêr û binêr weleh..! tu şerîntirî, ji dicle û zozana.. ji nîşkêve kenek nazik, ket guhê sofî.. lê zîvirî,
Çavê sofî tarî bûn tepe tepa dilê wî zor bû, şûşa meyê danî li ser devê xwe û got: Temenê min bû çil sal wekî vê rojê xweş min ne dît .
We got: Ev ne ji peymana me bû Sofî . 

  وهذه قصة الأستاذ شيخ برمجة
Darbasta alevanî
Şêx Birince / Heleb – Sûriye

Dem, dema biharê ye. Ro bi evîndarî xwe davêje ser sînga zemînê, deşt û çiya, tevî newalên hawirdora gundê Canemergê dixemilîne - bi taybetî çiyayê Serbilind - ro bi tîrêjên xwe yên zêrîn û bi dilovaniyek xurt herêmê hembêz dike, giyanê dixîne canê çîm û çawîrê, dar û rêlê.
Gul û kulîlkan bi nazî serê xwe bilind radikin û bihna xweş davêtin zikê ezmên, cîhan tev dibe buhişt, teyr , tilûr, çûk,  çivîk, kew û kevokan jî bi bûhara rengîn şadibin û jê re sirûdên xweş dixwînin, û bi awayekî "sînfonî" distrên. Ewrekî reş jî ji hêla başûr ber bi gund ve tê.
Li hêla dî, zarokên gund, kulîlkên nuh bişkivî li ser bêndera li pêşiya gund dilîzin .
Ji nişkê ve dengê "turmbêlekê" hêlhêla zarokan dadiqurtîne, û bi hêz zikê rêya gund ya axî diqelişîne.
Tirs xwe dixîne şûna şahîyê.
- Helbet ev "tirimbêl" ne ya xêrê ye, nûçeyên nebaş pê re ne, Ferzat dibêje.
Piraniya zarokan dev dane rêyên gund, yên mayî xwe avêtin kenara rê.
"Tirimbêl" cîbek leşkeran e, bi hêz li ber zarokan rawestî, serîyekî bi şevqe ji pencerê derket û bi zimanê biyaniyan pirsî:
- Ne ev e gundê El-şehîd e?
-Na, ev Canemerg e, Zarokekî got.
- Canemerg navê gund yê kevin e, niha navê xwe El-şehîde, ma qet hûn van navên xwe yên kevnare ji bîra nakin?!
Zarok bê deng dimînin, di dilê xwe de dibêjin: "Na emê çawa navên gundên xwe ji bîra bikin?"
- Mala Beker Şemo li ku ye ?
- Em Bekir Şemo nasnakin, Ferat got.
- Em dizanin hûn tu kesî ji gundê xwe nasnakin!!
Hûn mala Keyayê gund jî nizanin? Ne?
- Na em mala Keya dizanin, ma kî اekûzo nasnake û mala wî nizane! Mala Keya ew ya bilind e, xwediyê derîyê reş e.
Bi xeyd ajok cîb ajot, çû li pêşîya mala Keya rawestî.
Mixtar, Mixtar yekî, ji wan leşkeran bankir.
Keya bi lez û bi rûyekî geş derî vekir û gote wan:
- Hûn li ser rû û çavên min hatin, fermo, fermo ji cîbê peya bin werin li mêvanxanê danîşin.
- Em bi lez in keya, divê bavê Bekir Şemo bi lez were termê kurê xwe ji me wergire.
Keya kurê xwe dişîne mala Bekoyê Kino.
- Xelûsê min, zû here xwe bighîne mala Kino û jê re bêje bi lez were, bavê min te dixwaze.
Xelûs bi lez diçe mala Kino û wek bavê gotî jê re dibêje.
-Xelûs, dîsa çi heye? Bavê te çi pilanan digerîne? Ma hîn çi ji me dixwaze?, Kino pirsî.
- Leşkeran tabûtek anîne û dibêjin ew ya Bekoyê we ye, Xelûs got.
Di cî de rûyê Kino sor dibin, çend rondik ji çavan têne xwar, bi herdû destan seriyê xwe digvêşe.
Pîreka Kino qêrîn pê dikeve, li ser rûyê xwe dixîne, cilên xwe diqetêne û bi dilekî şewat û şikestî digrî û dilorîne û xwas ber bi mala Keya dilezîne, lê Kino rê lê digre û bi zor wê vedigerîne mal û dibêje:
- Fatê, ji deh salan de Bekoyê me mirî ye, ji wa roja ne bêr(xêr), ji wê roja ku şal û şapikên xwe avêtin û berê xwe da parzêghê, çû...ji wê rojê de Beko mirî ye.
Fatê, tu bi Xwedê kî, bese girî lorandina xwe bibire.
Xelûs, here ji bavê xwe re bêje em nayên wî nagrin, ew ne kurê me ye. Xelûs te baş bihîst? Ew ne lawê me ye!
Xelûs ji bavê xwe re helwest û gotinên Kino dibêje.
- Keya, kurê te çi dibêje?, serok leşker pirsî.
- Dibêje Kino ne li mal e, ew li ber pez e .
- Em bi lez in Keya. Bela pîreka wî were kaxezan morke û peran bistîne.
"Pere..? Ezê bibim bavê Beko, Kino", Keya di ber xwe de dipeyive.
- Xelûs kurê min, zû bi lez here ji dayika xwe re bêje, bila bi çavên girî, cilîn qetî, xwas bê vir û xwe têxe şûna Fatê dayiyka Beko. Zû here, dereng nemînin, leşker bi lez in.
Bi rûyekî melûl, bi çavên tije hêstir, xwas, xanima Keya tê ba wan û kaxezan mor dike û peran distîne.
Leşker piştî pera didin, darbestê li şûn xwe dihêlin û bi rê dikevin.
- Çênabe hûn bê taştê biçin, Keya dibêje.
- Na, na em bi lez in. Hin karê me dî heye, em ne vala ne.
Keya beranekî davêje cîbê şûna darbestê û dibêje:
-Xwedê bi we re be. Kêmaniya me biborînin. Di ber xwe de dibêje: "bêhişo, xwe li Bekir meke xwedî, Ez herdem li karê me, ta ji miriyan kar dikim, havilê ji wan digrim,
Cîba leşkeran weke hatî, dîsa bi lez ji nav gund derdikeve û zikê rê careke dî dibire.
-Xelûs, kurê min Lingo bişîn ba Mele. Bila jê re bêje:
"Gazî gundiya ke û du gornekolan bi xwe re bîne û were."
Mele wekî hercar ku gundiyek bimre an pakrewan bibe di mizgeftê de gazî gundiyan dike, û dibîje:
- Em yê Xwedê ne, û li Xwedê vedigerin. Bekir Şemo, yanê Bekoyê Kino mirî ye. Bekoyê Kino şehîd bûye. Werin li mala Keya bicivin, ta em wî zû veşêrin, Xwedê ji we razî be. Cihê we û wî bihişt be.
Lê ne wek hercar kes ji gundiyan ji malên xwe derneketin û ta yên gornan dikolin jî, ew jî nehatin.
- Mela, îro çi bi serê gundiyên me hatîye? Çima kesek nayê ba me? Van man girtine? An dîsa Xebato bi serê wan lîstîye? Li ser gora mamoste Ferhad - tevî ko çûyîna ser gora wî qedexe bû jî- bi deh hezaran xelk kombûn, name, gotar û sirûd li ser xwandin, bi gul û kulîlkan ew veşartin!! Helbet ezê vala bibim. Ez zanim û Xwedê zane ezê çi bînim serê wan.
-Xelûs kurê min, zû tu û Lingo herin ba Keyayê Alkana, silavên min lê kin û jê re bêjin: "Bavê min çand peyayan ji we dixwaze, divê werin ba me ta em Bekir Şemo veşêrin".
Gundiyên Alkana jî wek gundê Canemerg ew jî nehatin.
Ji neçarî Keyayê Alkana herdû peyayên xwe pê re şandin, bi peyayên Keyayê Alkana jimara wan nagiha deh mirovan. Darbest hilgirtin birin nav mezelê gund, tirbak jê re kolan.
- Divê gor mezin be. Leşkeran gotin divê tabût venebe, divê tev tabûtê were veşartin, Keya dibêje.
Piştî darbest kirin gorê Mele şîretên xwe li Beko kirin, alafên xwe civandin û dest bi vegera gund kirin. Yekî ji wan li nêzîk gorê bû, dît ko axa gorê bilind dibe wek ko yek di bin dabe û gorê ber bi jor de hilde, gor têye hildan, banî Mele û Keya kir:
- Seyda, Keya hele werin bibînin ev çi bûyer e!! Ev çi fêşe bi ser me de hatiye?
- Ma ne ez herdem dibêjim di vî mezelî de (ewliya) hene. Xuya ye ev cihê yekî ji wan e. Divê em cihekî dî bikolin, Mele dibêje.
Cihekî dî dikolin, dîsa darbest ji zikê zemînê tê ye avêtin û bi ser axê dikeve, wek depekê bi ser avê keve ew jî bi ser qadê dikeve.
şev tarî dibe ji neçarî tevî darbestê vedigerin gund.
Bi sibeha zû re dest bi kolana gorna dikin, lê wek hercar gemî bi ser avê dikeve.
Bûyera ne siruşt hişt gundî ji hêlînên xwe derkevin, li vê babeta alevanî temaşe bikin, li ser rewş û jiyana Beko bipeyivin.
Careke dî gora Beko, ax ji ser xwe hilda û darbest ji ser xwe avêt.
Keya bi dilovanî bi dilekî şikestî gazî gundiyan dike:
- Gundîno, ez dest û lingên we radimûsim, ji bo xatirê Xwedê, ji bo xwetirê kurdîtiyê, werin çarakê ji me re bibînin ta em Beko veşêrin.
Kesî ji gundiyan lê venegerand, hawara wî beravêtî kirin. Dîno bi tenê ber bi wan çû û gote wan:
- Gora Beko dûr dûr bibin, hûnê jê xelas bin.
- Rast e, bi xwedê rast e, dîno. Wek xelkên gundê me zemîna gund jî dîn bûye. Divê em ji vê xaka dîn bi dûrkevin, Keya dibîje.
Bi vê ramanê gul di rûyê Keya de vedibin, û ji Mele re dibêje:
- Ji devê dînan pend û şarezniyê bigrin.
Hêdî hêdî ji sînorê gund û herêmê derdikevin, bi sedan goran dikolin, sînora welêt jî dibirin bi çol û banyan dikevin, li cihekî qûmî kortekê bi hesanî dikolin û darbesta xwe tê de vedişêrin û qûmê davêjin ser, hinekî li bendê dimînin lê vê carê darbest nalive, gor darbestê ji ser xwe navêje, hemû şêt û mêt man. Keya çavên xwe misdike û dibêje:
- Ma gelo, çavên min rast dibînin an ev xewn e, yan xewnerojke, ji min re bêjin? Ma gelo em ji vî termî genî xelasbûn an na? sipas ji te re Xwedêyo, te em ji vî seyî xelas kirin.
Lê şahiya wan ber xwe neda. Zûka xelkên wê deverê li wan temaşe dikirin, ji hevre digotin Xwedê ji me re (rizqekî) mezin şand van zêr an pere di vir de vedişêrin, divê em bi lez xwe bighînin. Van zêran li hev par vekin berî carek din vedigerin, wek gornepaşan xwe gihandin ser laş, darbest ji gorê derxistin. Gava darbest vekirin bihna genî bi hêrs êriş da bêvilên wan. Wan naskirin ko ti zêr an pere tê de nînin, xwe bi lez gihandin Keya û hevalên wî da ko werin geniya xwe ji wir bibin.
Keya çîrokên pehlewaniya Beko - ji ber wan de - jimartin. Beko ji wan re baş da nasîn, lê gotinên Keya stewr bûn, tu hikarî bi wan nekir. Wan Beko li nav xwe nehiştin.
- Kî be an çi be, em kesên biyan li ba xwe nahêlin, yekî ji wan got.
Ji wê demê de û ta niha nûçeyên wan ji me hatin birîn. Em nizanin çi bi serê wan û darbesta wan hatiye. Ma ji darbesta xwe ya alevanî rizgar bûne an na??

Heleb, 7-4-1993


 
المقالات المنشورة تعبر عن رأي أصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

تقييم المقال

المعدل: 3.66
تصويتات: 3


الرجاء تقييم هذا المقال:

ممتاز
جيد جدا
جيد
عادي
رديئ

خيارات