Helwestek ji mêj ve
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 17 ÃÈÑíá 2024
Mijar: Nûçe




Brahîm Mehmûd

Dar  çiquliyek avête min
Gote min:
Sîbera min demûþiye
Xwe ji min dûr bixe

Rêkê xwe li min tengkir
Gote min:
Xwe bide alî
Dûmahiya min poþmaniye


Kevir berik avête min
Gote min:
Ez kevirê  bumbekirî me
Dûr here
 
Kaniyiê  firek av  avête min
Gote min:
Ava min ava jibîrkirinê ye
Bi lez ji vir here

***
Belê
Belê ji we hemiyan re
***

Belê darê
 Lê çiquliyê te
Darbesta min e

Belê  Rêkê
Lê  tanga ya te
Çûna minî  ya dawiyê ye

Belê keviro
Lê berikê te
Bin serê min e

Belê kaniyê
Lê firek ava te ya dawî
Li ser axa min e









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6143