Diçim Laliþê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 17 ÃÈÑíá 2024
Mijar: Nûçe





Ezîz Xemcivîn

Va ye diçim serdana warê pîroz

Miletê resen, dilovan û dilsoz

Mistek av ji kaniya spî vexwim

Canê xwe mor bikim bi peyman û soz


Sibeha cejnê ye, diçim Laliþê

Çi gul li bejnê ye, diçim Laliþê

Rojek ji jînê ye, diçim Laliþê

Rastiya xewnê ye, diçim Laliþê

 

Kolan bi kolan firiþte û perî

Cîhana min e, ciwan û gulzerî

Ba û baran e gulava enberî

Evîna dildar, tenê ew yekderî

 

Laliþa ola kevnar, tenahî ye

Hetava li ser herdem ronahî ye

Diçim berê min li çarþema sor e

Asmanê perestgeha min sahî ye

 

16.04.2024









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6142