Perî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 16 ÃÈÑíá 2024
Mijar: Nûçe




Alan Hemo

I

Bûye mîtolojiya jiyana min
Ne jê bawer dikim
Ne dihêlim kes li derewê biqelibîne
Li piþt tiþtan maye
Ne dibe tiþt
Û nedihêle tiþt azad bin
Wilo wekî her roj
Bi eynî wateyê xwe vedigerîne
Niza’m tu çawa xwe vedijînî
Te av nadim, -ji zû ve min mey nenoþiye
Û min axa li dora te mist nedaye
Yeqîn rehên te di hestiyên min de biþkivîne
De bela wekî te be Periyê
Ku wekî te be, wê her jî wekî dilê min be.


II

Perîcanê niza’m çima mahdê vê rojê bi min re nexweþ e
Gelo ev berovajiya mahdê min e!?
Eynî guman e
Niza’m tu li bîra min î, niza’m ne na
Te zeft nakim
Tu diþibe her tiþtî, -û tiþtek naþibe te
Canê,
ma dibe ku ew tiþtên ku di çavên xelkê de dibînim rast bin?
Dema di rê de pêrgî min dibin
Bi lez rûyê xwe ji rêya min didin alî
Pornekurê, hema tenê ev tiþt nebe!

Bi min xweþ tê ku ez wilo me
Bela her tiþtên min bi te lihevketî bin, keçê!
Karê kesî bi min tune
Û ne karê min heye -bi tu kesî
Karê min be Canê, kara min be!

Û ka em binêrin wê Xwedê çawa bike
Xwedê!
Kenê min bi vê gotinê tê.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6139