Daxuyaniyek ji raya giþtî re
Dîrok: ÇáÃÍÏ 07 ÃÈÑíá 2024
Mijar: Nûçe



Weke berdewamiyekê di siyaseta, bêdengkirin, qirkirin û girtinê de, çekdarên PYDê endamê komîta herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriya û endamê Encûmena Niþtimanî ya Kurdî Hesam Dorsin, demjimêr 11ê êvarê roja Duþemê 1ê Nîsanê, li navenda bajarê Dêrikê bi otombîla wî revandin,

Tevî dûvçûna me bo navendên û dezgehên PYDê, wan hebûna wî li ba xwe red kir, ku ev yek bû sedema peydakirina metirsiyeke cidî li ba me li ser jiyana wî, nexasim Hesam Dorsin nexweþ e û birîneke kevin di serê wî de heye.

Di demekê de ku em vê revandinê þermezar dikin, em bang li Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên navdewletî yên li Sûriyê dikin, ku fiþarê li rêveberiya PYDê û Hêzên Sûriya Demokratîk bikin da ku endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Behzad Dorsin, ku ji sala 2012an ve revandî ye, û Hesam Dorsin, endamê komîta herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriya, serbest werin berdan û ji bo misogerkirina ewlehiya wan, ji ber ku ji dema hatine revandin çarenivîsa wan ne diyar e, û em bang dikin ku sînorek ji van kiryaran re were dayîn.


Em tekez dikin ku ev bûyerên revandinê yên berdewam binpêkirineke eþkere ye ji mafên herî bingehîn ên mirovî re di jiyana birûmet de li ser xaka xwe bijîn û ev kiryar tu Kurdekî birûmet ji têkoþîna doza gelê xwe dûr naxe.

Binemala Dorsin
7 Nîsana 2024an






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6132