Vedenga þevê
Dîrok: ÇáÃËäíä 11 ãÇÑÓ 2024
Mijar: Nûçe




Þêrîn Saado

Þevek bi reþbûneke bê dawiye
Ne wekî her þevan e
Nizanim
Heyv û sitêr
Di zindanên xwedawendan de
Girtîne
Yan tarîbûna van hestane
Tê bîramin
Dem buhar bû
Heyv di himbêza þevê de
Þiyar bû


Govenda sitêran her li darbû
Çilo li me bû ferman
Ewrekî  miþte girî
Girte azimanê omîdan
Û bayê ber tavê rabû
Ewrê sayî ji hev blav bû
Nema dizanim gelo
Bi destê narevînê wa bû
Yan jî gunehê rastiya
Bi derwa bû
Bi neyarî
Xedeng
Di zemîna can de hejandin
Birînên di dil de ji nûve vejandin..!!


    2024- 03- 8 paris








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6114