Ew yara min e.
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 27 ÝÈÑÇíÑ 2024
Mijar: Nûçe



Mizgîn Hesko

Mîna Gulgamiþ
Ez mame di rê de
Giham û negiham kaniya jiyanê
Kanî ava...
Di çavên Dilberê de..?!


Ew yara min bû
Pir nazenîn û þêrîn bû
Lê ew biçûk bû di çavên Xwedê de
Ew î kelem û çiya xistine rê de
Birûsik û Pereng xistine wê sîngê de

Ew yara min bû
Cerg û hinav
Dane ber xedeng û tîran
Dilkê min kesidand
Û ew xiste nava xwê de.

Ew yara min bû
Dûrî wê...
Ez qerisîm di vê zivistanê de
Lê ji iþqa Dilberê
Vî dilê þikestî
Her bi xurtî lêda

Ew yara min bû
Dûrî wê...
Jîn bi min agirê sor e
Va hîn zindî
Ez dikelim tê de
Mîna nanê tenik im
Her diþewitim
Di wê tenûrê de..!

Ew yara min bû
Ew yara min e
Min...
Bi lêvên lerzînok maç jê da
Lêvên min qelaþtin
Di sira maçê de
Min...
Xwe avêt bextê
Xaça di sukrê de
Min...
Xwe avêt bextê Yahwa
Û Yasîna di kemberê de
Min...
Xwe avêt bextê Zaradeþt
Û Tawis melekê di Laleþê de


Ew þax û þeng
Yara min bû
Yara min e
Ji piþta Kasî- Mîtan û Mêde
Yara min e
Li min nabe xwedî
Her min dibîne
Tirsonekê di wê revê de..!

Yara min bû
Ez Gilgamiþê di wê rojê de
Min...
Vînos û Iþtar navin
Bi tenê min divêt
Ew ava ku diherikî
Ji destên Dilberê de


Û dawî...
Eger ez negihiþtim Firatê xwe
Besî min e
Mistek ji axa pîroz di wê bejnê de
Dê her þîn bibe
Giyakê sêvê bi ser gorê de..!


Ji dîwana / Tîpên Evînê/ Avdar 2007.
Yekek ji helbestên herî, herî kevin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6099