NAMA VEKIRÎ
Dîrok: ÇáÃÍÏ 21 íäÇíÑ 2024
Mijar: Nûçe




Ehmed Tahir

Ez ê binivîs im eþker e
Nayêm firotin bi zêr û pere
Xwe naveþêr im di piþt perda
Wek siyasetmedar û rêber e
Ji xwe nakin þerm û fedî
Qet li me nabin xwedî


Her yek xwe dibîn e mîr û serok
Di hembêza dijmin bûne kedî
Çanda we tim kîn û rikberî
Dostê we ne tolaz û serserî
Li ber dergehan bûne nandoz
Ji dijmin re dibêjin ezbenî
Keda we ya tev zîwan û gemar
Þûva me hiþtin bûr û beyar
Ey nezanên ser hiþk û kevir
Em xistin bin dest û lungê neyar
Milet kirin sed partî û bend
Ser piþta me bûne mîrek û qend
Me da pey wan wek miryah û pez
Ji ber wilo kund ser welat xwend
Malbat ji hev bûne tarû mar
Ma em li kê bikin qîr û hewar
Ger ev bimînin rêber û rêzan
Em ê bimînin bê cî û war
Li cîhanê kçber û der bi der
Ji mer dibêjin qereç û penaber
Kuro we çi bi serê me kir
Yek dibêje wer,yek dibêje her
Xwedî rêbaz,erwþenbîr û nivîskar
Gelo hûn nabînin gunehkar?
Medan hiþtin ji bo hov û nezane
Rêbaz bûye dînar û dolar.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6064