NIMYIŞKARA CILAN
Dîrok: ÇáÃÍÏ 21 íäÇíÑ 2024
Mijar: Nûçe



Ereb Ereb Horê

Cil û brgên li ber bejnê, ka binere
Bê bişkok in, ser laşê, şad û şer e
Çi periya dîyar e, ser şanoyê
Xiste telsê, amade û pêşber e
Xwîl dimeşe, mîna leylan û mijê
Dibe, tîne kemaxên gilovere
Vêvirîne, beş ciyên aranê


Ronî daye hemû rengên hunere
Wênegir û terzî şepirze dibin
Bi girnijîn, heja guliyên zer e
Çi zeriyek, bi deylan û jînder e
Ev çi reng e,ne gewr e,ne esmer e
Dişêlê bi xanedanî û difreyî
Mendehoş in,rûniştî û bînere
Bejna zirav, ew navmilên qulingî
Paqên spî,tîtikê rengîn di ber re
Sola binê zixt û hesin, çingên e
Gora xavik ser laşî, bê hevber e
Ronahiyê belav dike, li hawîr
Bi çirîskên,ji nava sîng û ber e
Pertalê qetayî lê, xuya ne wek
Hevrîşmê Lahor,çoxê li Ingêltere
Wê ne xem e, dîtina cil û bergan
Wê xem e, dîtina laşê memer e
&&&&&&&&&&&&&&&&






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6063