Nexşeya lihevkirinê!
Dîrok: ÇáÃÍÏ 14 íäÇíÑ 2024
Mijar: Nûçe




Ezîz Xemcivîn

Bêje bira bêje..
Evîndarê welatê gulberojê yî bibêje..
Destê xwe li destê sozê bide û bibêje:
Bêbextiya demê pir qirêj e..
Zimanê xwe şêrîntir bike û derdê me bêxwediyan birêje..
Kîn û zikreşiyê,
ewê rûpelê êdî bisoje,
Ji xeleka biratiyê xwe navêje..
Bibêje birayê dil bibêje..


Ji dîrokê netirse,
bila nama te bigihêje..
li hingûrê nelezîne,
êvarên azadiyê
şiyar bike û di guhê evînê de derdê me bibêje..

Bibêje em germa hezkirinê nizanin,
ne derd û ne derman em dizanin..
sîmirê çarçeng in, bi saxî em hestûyên hev dikevêjin..

Bira hoy bira!
Wey li me û malbata van gura!
Li me perîşanan bira û dijbira..
Dikevim, min rake dilsotî me ay bira..
Navûnîşana me yek mak e
nemînim û nemayê
me nema şerma dunyayê bira..

Kevalên Helebce, Dêrsimê û Çar Çira,
li bîra me nemane şêrîn bira..
Efrînê mîna Kerkûkê
Li ber nakokiyên min û te çûn hoy bira..

Strana xemgîniya me mêvana şevên xemgîn e..
Dengê me ji dorpêça nalînê dernayê,
kî ava dike û kî wêran dike,
meyger bi tewşî li hişxweşiya me,
seyr û serxweş diterpile hoy bira..

Ax û xwezî li ber pêlên poşmaniyê dê çi bikin bira?
Şagirtê ko derfet ji dest xwe berda
bê xwendin û zanîn dê çi bike bira?
Nexşeya lihevkirinê bêtir nedirîne,
mixabiniya çavên zarokên me
li ser paşeroja xwe bigirîn bira hoy bira..

20.05.2023







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6057