DEV LI KENÊ
Dîrok: ÇáÓÈÊ 06 íäÇíÑ 2024
Mijar: Nûçe




Ehmed Tahir

Hey perwana li ser gul e
Tu dermanê derd û kul e
Bihejîn e bejn û mil e
Eþqê têxe di van dil e
Hey kevoka li ser ban e
Hinguvê di nîvê þan e
Pir þêrîn û naz û can e
Êþa dilê min dizan e


Hey delala pir deng xweþê
Xwedya çen û dêmê geþê
Rengê porê þeva reþê
Sed xwezî bi mi re meþê
Tu xatûn û taca serî
Hem elmas û zêrê zerî
Pir nazikî rengê perî
Carek were li ber derî
Têxe dil de vîn û evîn
Li ber heyvê xweþ e þevîn
Em li darxin soz û civîn
Bila buhar bibe havîn
Nobedarê çavên te me
Sebr û hedan dil de nema
Ketim derya kul û xema
Tiwî kata serê lema
Tu dil xweþke di vê þevê
B,ner seyda çi ji te divê
Çavên xwe ne berde revê
Seyda gorî lêv û devê
Bîna xweþ tê ji gerdenê
Gotin xweþê dev li kenê
Ji mir veke piþt û benê
Ez qurbana lêv û çenê.
https://www.facebook.com/photo/?fbid=2150303018658534&set=a.124849937870529






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6046