Çîrokek Zarokan: Dîkil Axa û Pîra Du Diran
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 03 íäÇíÑ 2024
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Serê zivistana vê sala nû/ 2024, ev çîroka zarokan (Dîkil Axa û Pîra du diran), ku ji berî dor 60 salî ve min bihîstiye, hat bîra min. Min ev çîrok di zaroktiyê de, li gundê me Doda ku gundeke ji gundên Beriya Mêrdînê guhdarî kiriye.. Xweþ li bîra min e dema ku di þevên zivistanî de diya me an pîrik û meta me, berî razanê ev çêrok ji me re digotin û em bi guhdariya wê re di xew re diçûn.. Gelek caran me lihev nedikir; birayekî min digot bela çîroka Kêzê Kêzxatûnê bêje, yekî din digot bela a Pîra Sehirdar bêje, xwîþka me digot bela Þengê û Pengê bêje, min digot na, bela çîroka Dîkil Axa û Pîra du diran bêje.. Çîrok bi vê rengî ji me re dihat gotin:
  (Hebû nebû rehma Xwedê li dê û bavê min û we bû.


Carekê ji caran li gundekî Beriya Mêrdînê pîrek feqîr hebû, çend mirîþk û dîkekî wê hebûn. Rojekê di hewþa malê de danê xwe bi þûnikê dikuta. Dîk û mirîþkên wê li dorê diçûn û dihatin.. Ji niþkê ve dîkê wê nikilê xwe li libek danê wê xist û xwar.. Pîrê ji qehra liba danê xwe ve, þûnika dankutanê avêt dîk û çavekî dîk rijand.. Dîk giriya û ji pîrê re got: "Ez ê herim Hemedan bînim leþkerkî giran, ser te pîra du diran, te cavê min rijand ji bo libek dan..!". Dîk xeydî, ji hewþa pîrê derket û berê xwe da Hemedan. Dîk meþya û meþya.. bi rêkê de pêrgî marekî hat.. Mar bang dîk kir û got: Ha Dîko tê bi kû de here? Dîk lê vegerand: Quzelqerta bavê Dîko, nebêj dîko. Mar lê vegeran ma ez çi bêjim? Dîk got: Bêje Dîkil Axa. Mar got: Dîkil Axa berê te li kû ye lo? Dîk bi girî lê vegerand: "Êêêê.. ez ê herim Hemedan bînim leþkrkî giran ser bîra du diran cavê min rijand ji bo libek dan..". Mar got; ma tu min jî bi xwe re nake heval? Dîk got; çima na.. Mar jî da pey dîk û berê xwe dan Hemedan.. Piþtî pêlekê ji meþê, rastî tûpiþkekê/ Dulpiyekê hatin. Wê jî wek Mar jê re got dîko, dîk xeydî û got ez Dîkil Axa me.. Ew jî wek mar bû hevalê wan û rêya xwe berdewam kirin..
  Di ber gundekî re derbas bûn, gundorek li ser banê xaniyekî bû, gundor çav bi wan ket, berê xwe da dîk û got; berê we li kû ye dîko? Dîk lê vegerand; "Quzelqerta bavê dîko.. nebêje dîko, bêje Dîkil Axa.. em ê herin Hemedan bînin leþkerekî giran ser pîra du diran cavê min rijand ji bo libek dan". Gundor got ma hûn min jî bi xwe re nake heval? Dîk got; çima na.. Ew jî bo hevalê wan û berê xwe dan Hemedan.. Piþtî pêlekê ji meþê, dîk sekinî, berê xwe da Mar, Tûpiþk û Gundor û ji wan re got; em têra xwe çêbûn, haceta me bi leþkerê Hemedan nema ye, em vegerin þerê pîrê..! Piþtî ku vegeriyan gun, mala pîrê, tûpiþk ket tifika pîrê de, mar xwe li stûna mala pîrê gerand, gundor çû ser xanîkê pîrê û dîk ket nav mirîþkên hewþê de û got Qîqîqî.. qîqîqî.. Dema ku qîqîna dîk çû pîrê, pîrê got wey, va dîkê min vegeryaye malê.. kêfa wê hat.. Di wê navê re pîrê divîbû agirê tifika xwe dade ku xwarina xwe çêbike.. bi vêxistina qirþ û qalên di tifikê de tûpiþkê bi tiliya wê veda.. hawar kir û got; pepo.. waweylê tûpiþkekê bi tiliya min veda.. destê xwe avêt stûna malê, mar jî bi qemçika stûyê wê veda.. hawar kir û bazda ku ji hundir derkeve.. bi derketina ji hundir, gundor bi ser de hat xwarê û pîrê hat kuþtin.. Dîk hilkiþiya ser tingê gund û bang da; Qîqîqî.. Qîqîqî.. Min heyfa xwe ji pîra du diran hilanî..).
Wiha çîrok bi dawî dibû. Belê di dawiya çîrokê de ji me re digot: Çîroka min ji we re xweþ, hûn bibînin xewnên xweþ, kanî telaþek þebeþ!.
  Mebesta min, ne tenê nivîsandina vê çîroka ku min di biçûkaniyê de guhdar kiriye û ji nû ve divejînim, belê hem jî ku ez wê girêdana di navbera xelkên Beriya Mêrdînê û bajarê Hemedanê de diyar bikim.. Çawa xelkên Beriya Mêrdînê hawara xwe digîhandin Hemedanê..! Gelo! Wê hingê Beriya Mêrdînê di bin hukmê Hemedanê de bû? Ji ber ku ta niha navê Hemedanê di nav hin çîrokên xelkên Beriya Mêrdînê tê gotin..? Tevî wilo, hîn jî hin þovînîst dibêjin hûn ne xelkên vî cihî ne! Wek ku diyar e di wextekî de Hemedan an Akbatan paytexta dewleta Mîdiyan bû û beþekî mezin ji Rojhilata Navîn di bin destê qeralê wê Korþê Mezin de bû.. Di baweriya min de, ev çîrok jî belgeyeke ji hebûna me a dîrîn re ku em xwediyên xaka Beriya Mêrdînê ne. Û ez bi xêr û hûn bi selametî.
Qamiþlo/ 3.1.2024






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6042