Weso
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 03 íäÇíÑ 2024
Mijar: Nûçe



Firyal Hemîd‏

Destpêka heyva Gulanê , gundyan dest bi paleya nîskan dikirin.
Di nava wan palan de çend qîz û xortên evîndar hebûn, ku ew ji kêfa dîtina hev re qet ji karî nediwestyan.
Weso, ew lehenga jinbî bi dengê xwe yê zelaln û qube stranên paleyê digotin.
Bi dengê wê re û bi çinge çinga Das û Qalûçkan  palan Efsaneyeke xweþ ji evînê peyda dikirin.


Weso strana Ferhê kurê `izêr axa û Menca Sêlim axa digot:
Ferho we ez birîndar im
Axa we ez birîndar im
....dema wê dest bi stranê dikir, pale tev radibûn ser piyan û mil bi mil pêde diçûn ta perê ber xwe dighandin dawî.
Bi wî hawî pale diman ta roj diçû ava û Tirimpêl bihata û rahiþta wan.

Welhasil, Dem hate guherîn, weso mir û li dewsa Qalûçkan û Dasê , patoz hate holê û ji xwe ji wê rojê ve xêr nema li riwê dinê.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6041