Sal û sal.
Dîrok: ÇáÓÈÊ 30 ÏíÓãÈÑ 2023
Mijar: Nûçe




Mizgîn Hesko

Ber bi nihêniyê ve
Salek bi rêve diçe
Û salek ji nuh
Ber bi hebûnê ve
Kosteka nepenî
Û zincîra demê vediqetîne...


Çar werzên razber
Û ken û girî
Xweþî û nexweþî
Ron û tarî
Ji rûçikên nervînê.
Ne tu û ne jî ez
Parastine li mala jînê.

Salek bi rojên xwe tije...
Hinara bi libên xwe gihiþtî..!
Ji kû ve jan derbas dibe...?!
Ne feylesof gihiþtin...!
Û ne jî tu, yan jî ez
Em ademîzadên dilbijok
Û hîna jî tênegihiþtî...!

Ber bi tunebûnê ve
Salek bi rêya xwe de diçe
Û Ber bi hebûnê ve
Salek ji nuh
Pêkan tavêje
Û hîrehîra hêviyê
Hespên lêgeriyanê
Her û her
Sal û sal
Bi xewnên heyînê
Barkirîne...?!


30.12.2023






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6038