Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriya (YNRKS) bomberankirina Turkiye Rojavayî Kurdistanê serkone dike
Dîrok: ÇáÃËäíä 25 ÏíÓãÈÑ 2023
Mijar: Nûçe



Artêþa Turkiye ya dagîrker, ev sê rojin, û bê rawestan, gelek deveran li Rojavayî Kurdistanê bordûman dike, çendîn dam û dezgehên jêrxanî dike armanc, weke xelekin nû ji zincîra wan tawanên giran ên ji sala 2017-2018 ve heya niha pê radibe, ji wan deveran:
- bajarê Kobanê.
- westgeha elektirîk li Qamiþlo.
- sayloya genim li Qamiþlo.
- aþê rojhilatî li Qamiþlo.
- Çend bîrên petrolê.


Û herweha gelek deverên din li baþûrî Kurdistanê .
Di encam de çend kes birîndar bûn, çendê din jî hatin kuþtin, di dema ko cîhan ahengê Rojbûna Îsa Pêxember û sersala nû digerandin, loma gelek tirs ji xelkê re peyda kirin, di gel ko hêzên Emerîkiyan nêzîk bûn.
Ê me wek Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd em êrîþan serkone dikin, ko li ber çavên hemû cîhanê Erdoxan û artêþa xwe ya xwînrêj, li dijî gelê Kurd, pê radibin, herweha hîna dagîrkirina Efrîn û Girê Sipî û Serê Kaniyê dimîne.
Em bangewazî Civaka Navnetewî dikin, ko van êrîþ û tawanan rawestîne, destên dagîrkeran ji ser xak û welatê me rake .
Komîteya Birêvrbir ya Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
25.12.2023








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6035