Efrîna bedew
Dîrok: ÇáÓÈÊ 23 ÏíÓãÈÑ 2023
Mijar: Nûçe



Ekrem Heso

Êþa gel û zeviyan ji Efrîn
Bang û hawar na girê vê birîn
Selcûq û Omer hatinê bi þûr
Mal û dar û kevir ji kok dizîn


Hovên çolan nizan gul û bistan
Tovên pîç û nêvîyên keftaran
Zik birçîna pê xwas bê serîna
Gevizîn nav baxê me wek dehban

Bûka kurdan Efrîna dilbixwîn
Axa sora miþte mêwên rengîn
Neyar hatinê bi top û agir
Xweda û mela bi ken li nerîn

Ji dara zeytûn gurzek çêkim
Gora pakrewan bi ser tacêkim
Çete û dizê war bi gorîkim
Ji axa sor cardî malek lêkim .

    21.12.2023








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6033